1. pêsimtek, kêran 2. singên dirêj ên ku pê konan vedigirin *“stûna zilmê çiqasî qalind be, ewqasî zû dişkê”
(navdêr, mê) kolek, gulte, qemerî, kevirên yan darên qayim yên navbera banê xanî û binê xanî daku ban nekeve, her tişta/ê ku tiştek xwe li ser radigire, bingeh, esas: Her pênc stûnên îslamê ev in: şehde, rojî, nivêj, hec û zikat. kuncik, kolon, di kovarê yan rojnameyê de cihê bo nivîskarekê/î yan mijarekê hatiye veqetandin û di her hejmarê de ew nivîskar û yan mijar cî digire. Herwiha: sitîn, sitûn, sitwîn, stîn. Bide ber: stûr. jê: bêstûn bistûn stûndar stûnî
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.