xweşxwan kelimesinin kurmancî anlamı

xweşxwan


ji kesên xweş dixwînin re tê gotin. du wateyên wê he ne:

1) kesê/a helbesta xweş dixwêne, dizane helbesta bi awayek xweş bixwêne.

2) ji cureyek helbestên wek stranî an jî sirûdî tê gotin, ku ev jî divê bi şiklekê kilamî-stranî û xweş bên xwendin. bi vê mehneyê navê beşeka dîwana yekem agir û pirûsk a cegerxwîn e: "marş û xweşxwan"

ji bo herdu wateyan jî mînak:

Nalîna teyr û tiyûran
Kalîna çeng û bilûran
Xuxulîn d’qesr û qisûran
Bilbilê xweşxwan im ez

feqîyê teyran


Peyva Lyrîk şûna peyva Poetry (Helbest) jî digire. Seydayê çigerxwîn û gelek helbestvan û helbestkarên me yên berê, peyva xweşxwan bi kar tanîn, wate yê xweş dixwêne, an jî yê dengê wî xweş û xweş dibêje. Ta niha jî, li gelek deverên Kurdistanê û ji wan jî Şengal, dibêjin dengbêjan şa,ir wate helbestvan.
tengezar marînî


Îro ne roja serxweşî , îro ne roja bêhişî Roja yekîtî , dilgeşî , ya gitin û xweşxwane bes

cegerxwîn


Bi xweşxwan biqîrin dilê ateşîn
Li ser her derê al bikin baweşîn

cegerxwîn


Pir hene xweşxwan dibêjin lê ji bo dîlber dibên
Bes tu xweşxwanan dibêjî her li ser deşt û çiya

cegerxwîn


Heya sax im ez ê bêjim
Li ser we mest û hem gêj im
Bi xweşxwanê xwe Tîrêj im
Ku la hewle wela Leyla

seydayê tîrêj


Azarê me Kurdan te hilanî ji dil û can
Wek xwînê diherikî li rehan jan û xema me
Rewşen kirî tor û edeb û ristik û xweşxwan
Dengbêj distirên wan va bi awaz û meqame
Gazî te dikir gel ma nebes, ev xew û razan

hadî behlewî


xendekî tarafindan 2017-04-09 11:45 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver