Fîlmên bi cureya "honaka zanistî"ê


piştî 22 salan, berdewama fîlma jurassic parkê ye. piştî bobelata qezaya li jurassic parkê û girtina wê, gelek sal derbas dibin û parka dînazoran dîsa vedibe û dîsa bûyer diqewimin....
(2 şîrove)

di peywireke astronotên nasayê ya li marsê, problemek derdikeve û astronotê mark bi birîndar dibe û ji hevalên xwe vediqete. di şert û mercên marsê de pêwist e ji xwe re derfetên nû biafirîne. ...
(6 şîrove)

Caleb, komputergerê 26 salî ji bo ceribandinek veşartî ya hişa zanistî ya herî pêşketî, tê bijartin. Lê ev ceribadin di heman demê de dibe ceribandina psîkolojiya caleb bixwe jî....
(1 şîrove)

Lehengên di fîlma yekemîn de (the maze runner) ji labîrantan direvin vê carê di dafikek mezintir ya Pêt'de ne, em binêrin wê lehengên me bikarin xwe ji vê jî xelas bikin û ya girîngtir gelo wê bikarin...
(1 şîrove)

Têkiliya seyr û germ ya di navbera Hiro Hamada û robotê bi navê Baymax ji birê wî yê mirî, jê re maye. Fîlma qehremanên xwendekar û teknolojîk....
(2 şîrove)

keştiyek xwendekarên ku namzetê leşkeriya deryayî ne, ji bo peywira xwe ya dawîn ber bi kûrahiyên okyanûsan ve derdikevin operasyonan. piştî derketina wan, pê dihesin ku êdî dinya ne wek berê ye û xel...
(1 şîrove)

sêyemîn fîlma the matrixê. di vê beşê de tekane welatê azad ya mirovatiyê, zion li hemberî êrîşê li ber xwe dide. ji aliyê din ve neo li eniyek din lê dîsa ji bo zionê li ber xwe dide....
(0 şîrove)

Donnie ciwanek cûda ye. belê tedawiya şîzofreniyê dibîne lê xwediyê karakterek xort e jî. jiyana wî ya normal, dema dibe şev ji sînorên xeyalan derbs dibe û wî derbasî gerdûnên paralel dike. ji bo daw...
(0 şîrove)

li ser rêwitiya mirovatiyê û keşfa gerdûnê destanek ji destpêkê heta dawiyê an jî bêdawîntiyê. fîlm li gorî serdema xwe dîmenên gelek serkeftî yên fezayê dihewîne ku wê demê hê dinya ji derve qet neha...
(0 şîrove)

ciwanê bi navê Evan Treborn ji ber bûyerên di paşeroja xwe de, her tim xemgîn e. rojekê riyek dibîne ku vegere paşerojê û bûyeran biguherîne. lê gelek zehmet e ku bêyî ku tiştên din neguherin, mirov d...
(0 şîrove)

Nifş/cûreyek ne dinyayî, neçar dimîne ku di şertên taxên li derveyî bajêr de, di nav xîzaniyê de bijîn. Ji bo ku nemirin, şensê dawîn yê van fezayîyan dinya bûye. fezayîyên penaber, li vê dinyayê ji m...
(1 şîrove)

Leşkerê biperetî yê kevin Wade ku xwediyê karakterek zêde komîk û axivok e, mixabin hîn dibe ku di laşê wî di kanserek heye ku êdî gihiştiya asta dawîn. Ji bo evîndara xwe, neçar e ku xwe teslîmî teda...
(1 şîrove)

Komek leşkerên taybet yên amerîkayê li welatek ku şerek navxweyî lê heye, rastî êrîşên sosret tên ku qene dijminê xwe nabînin jî. ji bo ku li ber dijminek ku bi çavan nayê dîtin û bi çekên asayî nayê ...
(1 şîrove)

Cûreyek fezayîyan êrîşî dinyayê dikin, bajarên wêran dikin û bi milyonan mirovan dikujin. Tu artê nikare li ber xwe bide. Bill Cage leşkerek cezakirî ye, wî ji bo peywirek gelek zehmet dişînin lê bêpe...
(2 şîrove)

di sala 2035an de piraniya mirovan ji ver vîrûsek mirine. mirov êdî di binê erdê de xwe ji nexweşiyê vedişêrin. ji bo ku vîrûs were tunekirin, belkî tekane rê ew e ku kesek here paşerojê û sedemên vîr...
(0 şîrove)

wê şeva ku stêrek gelek nêzikî dinyayê derbas dibe, komek hevalan li malê kom bûne û xwarinê dixwin. li taxa wan elektrîk qut dibe, xwarin nîvço dimîne. tenê li malekê elektrîk heye. ji bo ku herin wi...
(1 şîrove)

koloniyeke mirovan leşkerek xwe yê ewle dişînin gerstêrka bi navê "dinya" ya ku demekê mirov lê dijiyan. ji bo ku li vê dinyayê di derbarê mirovên berê de keşfan bikin lêkolînan dike lê rast...
(3 şîrove)

sal 2029.. Astronot Leo Davidson (Mark Wahlberg) di peywireke xwe de bi xeletî dikeve gerstêrek ku li wir meymûnên pêşketî, serdest in. mirov li wir tenê xwarin in an jî kole ne. leo ji bo rizgariyê ...
(0 şîrove)

nêrînek nû û cûda li rêzefîlma star trek. Kaptan Kirk di wezîfeya xelasiya dinyayê de, serkêş e. gelo wê bikarin bi ser bikevin?...
(0 şîrove)

John Oldman li zanîngehê profesorê dîrokê ye. ji ber sedemên ku nayên zanîn, piştî 10 salan, ji karê xwe îsrîfa dike. berî ku here, hevalên wî kom dibin û serdema wî dikin, bi armanca ku wî ji biryara...
(11 şîrove)

Nostromo navê keştiyeke fezayê ye. ji bo peydakirina madenan li ser kar e. kar qediyaye û niha li ser riya vegera dinyayê ye. li ser riya vegerê, bi awayek tesadûfî rastî sînyalek tên ku her 12 saniye...
(4 şîrove)

berdewama fîlma alien e. ripley, di keeştiya xwe ya revê de, li kûrahiyên fezayê 57 salan di xew de digere. dema ji aliyê tîmek ve tê dîtin, li dinyayê gelek tişt êdî guheriye. dema pirsa keştiya wê û...
(2 şîrove)

berdewama fîlmên alien û aliens e. ripley, li gel hevalekî xwe, keçika bi navê newt û bi hevalê xwe yê androîd bîşop, ji gerstêrkan fezayîyan rizgar bûbû û di xew de ketibû ser riya vegerê. lê kapsûl...
(1 şîrove)

200 sal piştî fedakariya ripleyê ku li gerstêrka Fiorina 161ê xwe û nifşa fezayiyan tune kiribû. bi tunebûna wan êdî derfet nemabû ku bi saya fezayiyan, teknolojiyên nû yên çekan were bidestxistin. ji...
(1 şîrove)

Dutch (Arnold Scwarzenegger) leşkerek taybet yê amerîkayê ye. dema wezîrekî amerîkayê li aliyê din ê sînorê tê revandin û ji aliyê şervanên gerîlla ve tê dîlgirtin, jê tê xwestin ku operasyonek taybet...
(1 şîrove)

predator piştî 3 salan vê carê li los angeles'ê, di nîvê nava şerê çeteyan de derdikeve holê û dîsa nêçîra xwe ya mirovên biçek dike. Danny Gloverê ku hema bêje bi qasê wî çeteyan kuştiye him reqîbê w...
(1 şîrove)

fîlma ku rêzeyên "alien" û "predator" digihîne hev. piştî 2 fîlmên predator û 4 fîlmên alien, ev her du rêze bi fîlmê dibin yek. di fîlmê de predator li pey nêçîra alien'an in. q...
(3 şîrove)

duyemîn fîlma hevpar ya rêzeyên fîlman yên alien û predator. di fîlma ewil de predatorê ku piştî kuştina hemû alienan ew bixwe jî dimire û laşê wî ji aliyê hevalên wî ve tê standin, li dinyayê tovê a...
(2 şîrove)

hejmarek mirovên ji hev cûda û nenas ku her yek ji wan şergerên jêhatî ne, bi paraşûtan dadikevin ser cihek nenas. ne hev û din ne jî derdorê nas dikin, piştî ku fêhm dikin qedera wan yek e, hewl didi...
(0 şîrove)

When twelve mysterious spacecraft appear around the world, linguistics professor Louise Banks is tasked with interpreting the language of the apparent alien visitors....
(2 şîrove)

A spacecraft traveling to a distant colony planet and transporting thousands of people has a malfunction in its sleep chambers. As a result, two passengers are awakened 90 years early....
(1 şîrove)

inception heye? heh ha ev ji wê xiraptir e! :)...
(2 şîrove)

komek zanyaran ji erdê marsê nimûneyan distînin û di lêkolînên li ser vê axê de rastî formeke jiyanê tên. taybetiya vî jîndarî ew e ku gelek bilez mezin dibe û dikare xwe li gorî her rewşî adapte bike...
(1 şîrove)

Tim dema dikeve 20 saliya xwe, bavê wî jê re sira malbata wan aşkere dike; hemû mêrên vê malbatê dikarin di nav zemanê de rêwitiyê bikin. bavê wî vê hêza xwe ji bo bextewariya xwe gelek xweş bi kar a...
(3 şîrove)

Fîlm di cîhanekî ji aliyê zombîyan ve hatiye dagir kirin de diçe ser du kesên ku dikarin riyek ji bo berdewam kirina jiyana xwe re bibînin. Columbus tam yekî tirsonek e, lê heke tiştê hûn ditirsin ew ...
(1 şîrove)

rêzefîlmeka nû ya hbo ye, ku ji alîyê Jonathan nolan û jina wî Lisa Joy ve hatiye amadekirin, derhênerîya wê de ji bilî wan herduyan j. j. Abrams û Bryan Burk heye. rêzefîlmeka honaka zanistî ye. A...
(2 şîrove)

zilamek piştî ku ji qezayeke mezin ya trênê xelas dibe û qene birînek biçûk jî lê çênabe, bi saya nameyek ji zilamek bîyanî ferq dike ku tiştek nenormal bi wî re heye....
(0 şîrove)

komek mirovên dilxwaz, ji bo kolonîzekirina gerstêrek nû, dikevin ser riyek dûr. bi salan radizin û dema ji xewa rêwitiya xwe şiyar dibin, heta hişê wan were serê wan, divê yek bi yek parçeyan bi hev ...
(1 şîrove)

Lockhartê ciwan, ji bo ku ceo'yê şîrketa wan vegerîne şîrketê diçe kelehekî li serê çiyayekî swêdê ku weke navenda tendûristîyê tê dîtin û ceoyê wan ji bo başbûnê hatiye wir. her ku dimîne wir gumanên...
(1 şîrove)

berdewamiya fîlma prometeus. androîdê davîd û Elizabeth Shaw ji bobelata prometeusê filitîbûn û berê xwe dabûn welatê endezyaran(engineer). di sala 2104an de keştiyek li ser riya gerstêrka Origae-6ê ...
(1 şîrove)

Alfa navê navendek e li fezayê ku hemû cûreyên candarên li gerdûnê, li wir bi hev re dijîn û tiştan ji hev hîn dibin. lê niha ev navend, bi xetereyeke ji nîvê nava xwe re rû bi rû ye. Valerian û Laure...
(1 şîrove)

Fîlmekî tevlîhev û biserkeftî ye. Di dawiyê de ji nûvrê tê fêhmkirin. Ji aliyê grafîk û sahneyan ve zehf baş e û gelek jiyanên mirovekî di ber hevre hatina kişandin. Lîsyikvan sipehî lîstine. ...
(0 şîrove)

Jiyaneke wisa bifikirin go her tişt li ser wext'ê temenê mirov werê hesêb kirin. Hemû kar û xebat ji bo qezenckirina hinek wext e. Lê dîse sîstema kapîtalîst hinek însanan dewlend û hinekan jî bel...
(1 şîrove)

Lawikekî robot û zehf pêşketî dikevê rêyekê de j'bo bebê însanek. Di beşa fîlmên xeyalî-zanistî de serê govendê girtiye û sereke ye....
(2 şîrove)

Sam, astronotekî li ser heyvê dixebitê ye. Ev sê salin go li ser heyvê dişixulê û hindik maye go vegerê malê, cem jin û keça xwe. Lê mixabin ya rastî tiştekî zehf cuda ye û sem pê dihisehê.....
(2 şîrove)

zilamek ku dikare bikeve bîranînên mirovan dest davêje meseleya keçikek 16 salî yê zîrek û biproblem da ku derxe holê ka ew sosyopat e an qurbanê travmayekê ye....
(0 şîrove)

di 2154 de, êdî mirovan bi destê xwe dinyayek biçûk avakirina li fezayê û hemû dewlemendên dinyayê li wir dijîn. li dinyaya rastîn û wêrenbûyî, tenê mirovên belengaz mane. zilamê bi navê max, sond dix...
(5 şîrove)

dema banga vegerê tê murettebata keştiya Enterprise'ê, pê dihesin ku di nav wan bixwe de hêzek terorî veşartîye ku hewl dide wan û hemû tiştên ku ji bo wan watedar e, ji holê rake. kapta kirk, divê şe...
(0 şîrove)

hikumeta amerîkayê Gerry Lane dixe kar ku dinyayê ji bobelata zombîyan xelas bike ku hejmara wan bi milyaran e û êdî dewlet û artêş nikarin xwe li ber wan bigirin....
(5 şîrove)

leşkerek di laşê mirovekî din de çavê xwe vedike. fêhm dike ku parçeya projeyekî leşkerî ye. peywira wî jî dîtina terorîstekî ye ku wê trenekî biteqîne. ji bo vê karê zehmet, tenê 8 deqeyên wî hene....
(0 şîrove)

fezayîyan dinyayê ji xwe re kirine qada şerê dawîn. hêzên xêrnexwaz hewl didin ku xwe bigihînin hêza bêhempa. vê gavê tekane hêviya dinyayê ji destê xortê ciwan Sam e....
(2 şîrove)

Michealê ku aşpêjek baş e û Susana ku doktorek serkeftî ye, hêdî hêdî nêzikî hev dibin. Di wê navberê de nexweşiyek li dinyayê peyda dibe ku her roj hîsên mirovan ji wan kêm dike. rojek dîtina wan roj...
(0 şîrove)

Fîlm di dema îroyîn de derbas dibe. Li ser meymûnan gelek lêkolînên genetîk hatine kirin û êdî zîrekîya wan her ku diçe zêdetir dibe. Will Rodman yek ji van meymûnan didize û tîne mala xwe. Pê re dibe...
(0 şîrove)

2027 e. dinya di nav aloziyek nedîtî de ye û bêsedem ji hemû sêr bûne. Di dawîyê de jinek, bi awayekî hemîle bûye. Divê mêrxasek wê bi awayeke ewle veguhezîne cihekî ewle....
(0 şîrove)

Sam Flynnê kurê Kevin Flynn, lêkolîna wendabûna bavê xwe dike. Xwe di nava cîhanekî nedîtî de û di nava lîstikên gladyatorane de dibîne. Bavê wî ev 25 sal in li wir e. Niha ew û bavê xwe wê bi hev re ...
(0 şîrove)

sêyemîn fîlma serîya fîlman ya the maze runner. Thomas û hevalên xwe ji bo ku hevalê xwe minho ji destê rêxistina W.I.C.K.E.Dê rizgar bike, divê êrîş li navenda vê rêxistinê bikin. ev êrîşa wan bêguma...
(0 şîrove)

4 zanyar ji bo lêkolîn û cerbên zanistî diçin fezayê, li wir ji ber bandora tîrêjên kozmîk, dibin xwediyê hêzên super. hêdî hêdî hînî van hêzên xwe dibin. dûre qehremanek xerab derdikeve ku hêzên wî y...
(0 şîrove)

Alice ji xewnereşekê şiyar dibe û dibîne ku hemû tiştên di xewna xwe de dîtî, rast in. Vîrûsek li her derî belav bûye û divê pêşî lê bigire. Ji aliyê din ve divê ji şîrketa Umbrella jî bireve ku cerba...
(0 şîrove)

sêyemîn şerê cîhanê pêk hatiye û dinya wêran bûye. piştî şer, rêvebiriyek zordest pêk hatiye. armanca vê rêveberiyê ew e ku hemû hestên mirovan kontrol bike. her tiştê ku îhtîmal heye bala mirovekî bi...
(0 şîrove)

sal 2019 e. şîrketek bi navê Tyrell androîd robotên ku eyn wek mirovan in, hildiberîne. ev androîd di hinek karên îllegal û bi talûke yên li gerdûnên din, tên bikaranîn. ev androîd ji aliyê polîsên ta...
(7 şîrove)

berî 29 salan zarokek hat dinyayê û şîrketa OmniCam wî kir mijara popûlertirîn programa zindî ya hemû dem û dewranan. Navê wî Truman Burbank e....
(2 şîrove)

Zanyarekê komputerê ku li ser sîmulasyon a rastbîna texmînî (virtual reality) dixebite dibe gumandar ê sereke dema hevalkar û profesora wî tên kuştin....
(0 şîrove)

Di vî beşê de deadpool bi rastî jî dibe lehengek. Tîmek ava dike û li hember xirabî û nebaşbûne şer dike. Lê dîsa jî wek beşa ewil, temaşevanan dikenine....
(0 şîrove)

Li dinyayekî ku malbat dikarin xwedîyê tenê zarokek bibin ji ber zêdebuna gelheyê, 7 xwişkên heftwik ji dewletê xef tên mezinkirin. Hertişt heta windabuna yek ji heft xwişkan baş didome lê niha divê ...
(0 şîrove)

di pêşerojek de ku teknolojî gelek bi pêş ketiye, Grey Trace hê jî ji kar û barên ku bi destî tên çêkirin, hez dike. piştî qezayekê, dibe muhtacê alîkarîyên teknolojiyê. êdî teknolojî û ew, wê parçeyê...
(8 şîrove)

8 mirovên ji welatên ji hev pir dûr, jiyanên xwe yên rojane dijîn lê hîn dibin ku ev ne tenê ya wan bixwe ye. ya wan her 8 mirovan e ku hişê wan bi awayek fantastîk bi hev girêdayî ne. bi bûyerên kesa...
(1 şîrove)

piştî ketina meteorekî, li cihê ketinê teşeya xwezayê diguhere. ji hundirê vê qada taybet ku bi ronahiyek keskesor dorpêçkirî ye, tu agahî nikare were standin û ev qad her ku diçe fireh dibe....
(3 şîrove)

piştî serdema fîlma ewil, bi qasê 30 sal derbas bûye. vê carê blade runner'ek ciwan, li pey kifşkirina nepeniyekî ye. ev lêkolîna wî, wî digihîne blade runnerê fîlma ewil....
(2 şîrove)

keştiya fezayê, event horizon ji qula kurmê (wormhole) derbasî alîyeke din ya fezayê dibe lê encax piştî 7 salan dewsa wê tê dîtin. niha divê tîmek here wir û hewl bide ku fêhm bike ka çi hatiye serê ...
(1 şîrove)

Qala dîstopyayê ku ji me ne dûr dike. Mirovên nezewicî tên girtin û wan dikin di otêlekê de. Divê heta 45 rojan bi yekî/ê re bizewicin, ku neziwicin tên guhertin û dibin ajeleke ku wan di destpêka de ...
(4 şîrove)

Xortekî welatparêz dixwaze tevlî artêşê bibe û here Ewrûpayê ji bo şerkina hemberî Naziyan. Lê ji ber nekamilbûna fîzîkî artêş tu carî wî qebûl nake û rojekî pêrgî bijîşkekî cihû tê ê ku ji ber zordes...
(2 şîrove)

piştî windabûna zarokekî, dîya wî hevalên wî û polîsek ji bo wî zarokê xilas bikin bi pêşberî tiştên deresirûştî dikevin....
(3 şîrove)

piştî şerê navxweyî an jî bobelatekî wisa, mirovahî ji holê radibe û robotek ku ji bo vê yekê hatiye programkirin, hewl dide ku mirvatîyê ji nû ve bide destpêkirin....
(1 şîrove)

her beşek dîstopyayeke nû ye. temaşekirin firekirina hişî pêşerojê ye...
(16 şîrove)

rêzefîlmek e netflîxê ye. bi rêzefîlma yekemîn zimane elmanî ya ser netflîxê ye . sezon a duyemîn hat qedandin. rêzefîlm bêhsa rêvîtîya navenda salên bûhurî û salên pêşerojê de dike. li rêzefîlmek e s...
(6 şîrove)

The Mandalorian, di cîhana star warsê de berî first order û ketina împeratoriyê de derbas dibe....
(4 şîrove)

Di pêşerojê de Vîrusek, heme bêje hemû mirovan dikuje, ji xeynî kêm însanan. Vîrus, ji aliyê artêşa 12 meymûnan ve hatiye belavkirin. Îda ev mirovên mayîn, dive paşvegerin paşerojê û artêşa 12 meymû...
(2 şîrove)

Roy McBride astronotek ku bavê wî yê astronot di rêwîtîya xwe ya li neptunê de, wenda bûye. niha divê li pey bavê xwe here û tiştên hatîye serê bavê xwe kifş bike....
(2 şîrove)

li dinyayê krîza enerjîyê ye û hindik maye şerê cîhanê rû bide. komek zanyar li fezayê hewl didin ku bi "lezkera partîkulan" enerjîyek bêsînor biafirînin ji bo mirovatîyê. lê ev cerb wê talk...
(3 şîrove)

jinekê ku di malekî fûturîstîk a biaqil da ji bo ceribandina amûrekî nû hatiye dîl girtin, ji bo ku bikare ji wî malê bireve dibe hevalê bernameya hişê çêkirî (AI) ya ku wî malê kontrol dike....
(0 şîrove)

di navbera kurikek biçûk û robota wî ya kevin de, têkilîyek taybet heye. loma divê kurik here û robota xwe bide tamîrkirin....
(1 şîrove)

Derbarê UFO û kesên fezayî de fîlmekî gelek baş e.Beşa xwe de fîlmeke serkefttirîn e......
(0 şîrove)

Fîlm derbarê honaka zanistî de ye.Fîlmê de endezyarê optîkê bi teknolojî û jêhatîbûna xwe ve , jina ku ti car bi wî re bijî dixwaze qontrol bike.Ev jî bûyerek bi aksîyon derdixe holê....
(2 şîrove)

Fîlm li girtîhekî bi 250 qatan pêk tê derbas dibe.Di fîlmê de gelek kuştin/xwîn/laş heye.Fîlm çiqas hêsan bixûyê jî peyama ku dide , baş dide û dide fêhm kirin....
(9 şîrove)

Ji ber qezayekê Jenn dikeve giravekî bêmirov ku divê li wir him li dijî tenêbûnê him jî li dijî cenawerikî nepen, li ber xwe bide....
(2 şîrove)

Rose di fîrmayekê de karê dîzayna cil û bergan, dike. Dixwaze di vê sektorê de bilind bibe. Piştî qezayekê, rûyê wê gelek deforme dibe û loma neçar dimîne ku bikeve emelîyatek gelek bitalûke û xwedî e...
(1 şîrove)

Di pêşerojek nêz de, êdî operasyonên li dijû sûcdaran, ji aliyê tîmên polîsên robot ve tê kirin. Chappie ji nav van robotan, yê yekemîn e ku dikare bifikire û biryarên xwe bide....
(1 şîrove)

di pêşerojek dûr de, li welatekê bênav.. Meteorek ku dikev dinyayê, jîyanê ser û bin dike û "herem"ek taybet derdixe holê ku gelek nepenîyan dihewîne....
(15 şîrove)

muretebata keştîya fezayî ya bi navê Serenity, hewl didin ku suîqestkerê li pey hevalekê wan bisekinin ku xwedîyê qabilîyeta telepatîyê ye....
(1 şîrove)

di pêşerojê de roj ji bo dinyayê dibe talûkeyek gelek mezin û nêz. hemû mirovatî di xeterê de ye. mirovahî biryarek mezin dide û hewl dide dinyayê dehf bide û bibe galaksîyek din....
(0 şîrove)

Di pêşerojek nêz de Mira Killian serdarek lekşkerî ye. Nimûneya ewlîn ya cûreya xwe ye çimkî bedena wê bi tevahî çêkirî ye. Tenê mejîyê wê aîdê jîyana wê ya berî qezayê ye lê ew mejî jî bîranîn lê nem...
(0 şîrove)

Ji ber ku hişê mirovan azad dike, dewletê hemû pirtûkan qedexe kirine. Divê her pirtûkek were dîtin û şewitandin. Montagê ku peywira wî jî tam ev e, piştî ku keçkik pirtûkhez nas dike, hemû zanîna xwe...
(6 şîrove)

piştî mirina dapîra wê, Teresa vedigere gundê xwe ya maderşahî. ku ji ber azadîperwerîya wan, çavên xêrnexwazan lê ye....
(0 şîrove)

di vê dîstopyayê de serokê komek sûcdaran, di ceribandineka zanistî de tê karanînîn ku di derbatê şîdetê de ye.ji bo ku têkiliyê di navbera mirovatî û şîdetê de were aşkerekirin....
(3 şîrove)

Sal 1941 e. Fransa li bin destê Napolyonê V-em e û bi hêza dûkelê welêt bi rê ve dibe. Di vê atmosfera giran de zanyaran bi sirdarî winda dibin. Aliyê din keçekê ciwan, Avril dikeve li dû dêûbavê xwe ...
(0 şîrove)

fîlma alaîn chabat ku sala 2004 an de kategorî ya komedîyê de hatîye çekirin. her çikas nav de henekên rind hebe ji naverok a wê zêde ne tijî ye. lê dîsa jî temaşekirina fîlmê kefê dide mirov....
(1 şîrove)

Bi rêya nivîsbarîyê dermanekî nû tê keşfkirin. Bi vî derman û bi vê nivîsbarîyê mirov dikare di yek deqîqeyê de salekê bijî. Saleke hepsê an jî ya serpêhatiyan......
(1 şîrove)

vîrûsekî çêkirî di navbera mirovan de kîn û nefretê zêde kiriye û wan veguhertîye zombîyan....
(1 şîrove)

Matematîkvanek paranoîd, ketîye li dû hejmarek ku wê bikare hemû şîfreyên di xwezayê de, veke....
(0 şîrove)

hemû lehengên dinyayê divê kom bibin da ku bikarin Lokî'yê dînik û artêşa wî ya ji fezayîyan, rawestînin....
(1 şîrove)

şerek di navbera superqehremanan û kesên ku ji wan zerar dîtine...
(3 şîrove)

Li Japonyayê hingî gelheya kûçikan pir dibe hikûmet hemû kûçikan dixe giravekê. Zarokek jî ji bo kûçikê xwe rizgar bike diçe wê giravê....
(0 şîrove)

Piştî jinek bi tirimbêla xwe qeza dide li stargehekê şiyar dibe. Li stargehê du zilamên ku dibêjin ku cîhana derve di bin êrîşa kîmyewî de ye hene û nahêlin jin derkeve derve....
(0 şîrove)

sedan salan paşî, mirovahî şandina hişê mirov di navbera zemên de keşf dikin. û da ku bikarin dîroka mirovahî bi awayek erênî biguherînin, hişê mirovan dişînin sed sala 21....
(1 şîrove)

malbatekê ya ku hema ji hev cuda bin, dibin xwediyê roboteke gelek pêşketî ya ku ji aliyê şîrketek, polîs û rêxistineke terorê ve tê xwestin....
(1 şîrove)

xerabîyek bêyom dinyayê vegirtiye û piranîya mirovatîyê ber bi mirinê ve dibe. Malorie, di gel 2 zarokên xwe divê xwe bigihîne cihekî ewle. û di vê rêwîtîyê de, divê çavên wan tim girêdayî bin....
(2 şîrove)

Ji bo ku dewlet pêşiya sûc û sûcdaran bigirin, salê carekê ''Şeva Pakijbûnê'' îlan dikin û di nava 12 seatan de kî çi sûcî bike, bê ceza dimîne....
(2 şîrove)

Her sal şevekê, di nava 12 seatan de kî çi kuştinê bike, bêceza dimîne û qet tawanbar nayê hesibandin. Bi vê yekê hikumet rêjeya sûc û sûcdaran kêm dike....
(1 şîrove)

Li dû şerekî mezin, Violet Evergarden, jinekê ciwan a leşkera berê ya teqawidbûyî ye, di ajansekê nameyan de dest bi nivîskariyê dike û bi peywirên taybet têdikeve jiyanên mirovên ji rêzê....
(0 şîrove)

Elisayê hizmetkar, ji ber afirînerekî li avahiyeke nepen a lêkolînê yê ku dikare him li erdê him li avê bijî şaş dimîne. Lê piştî demekê, Elisa bi vî afirînerê re têkiliyeke bêhempa pêş dixe....
(1 şîrove)

ji xwîna dînazoran ku di laşê fosîlbûyî ya mêşekî de tê peyda kirin, dînazor ji nû ve tên afirandin. ji bo van dînazoran parkek fireh tê avakirin ku mirov dikarin tê de bi awayeke ewle bigerin û kişfê...
(0 şîrove)

hêj mijara fîlmê nayê zanîn ji ber ku hê nehatiye weşandin....
(1 şîrove)

Rick and Morty rêzefilmek anîmasyonî ya mezinan e ku ji hêla Justin Roiland û Dan Harmon ve ji bo kanala Adult Swim hatiye afirandin. Rêzefîlm serpêhatiyên ecêb û fanstastîk ên zanyarê alkolîk Rick û ...
(3 şîrove)

Foundation (Weqf) li ser bingeha rêze-romanên Isaac Asimov ya bi heman navî ji bo Apple Tv+ wek rêzefîlm hate kişandin. Mijara Weqfê li ser hilweşîna împaratoriyek galaktîkî ye ku li bi deh mîlyonan g...
(2 şîrove)

Dune di pêşerojek dûr de, çîroka Paul Atreides vedibêje ku malbata wî xwedî kontrola gerstêrka çolî ya Arrakis e. Mijara fîlmê ji romana navdar a Frank Herbert ya bi heman navî ku disala 1965'an de de...
(6 şîrove)

fîlma 9emîn ya rêzeya star warsê ye....
(1 şîrove)

Di pêşerojek nîv-dîstropîk de mirov êdi kêfxweşîyê di gerdûnek ferazî de digerin. Wek dinyaya rastîn, ev dinya jî bi destê xêrnexwazan tê xwestin were bidestxistin....
(0 şîrove)

heyberekî biyanî ê ku ji derveyî cîhanê ye û ji aliyê zanyaran ve wekî sîmbîyotîk tê binavkirin, bo li ser rûyê erdê bijî, xwe girê dide bedena nûçegihanekî neserkeftî. armanca hatina wî û yên din dag...
(1 şîrove)

rêzefîlma jedî ya efsane obi-wan kenobi ye....
(3 şîrove)

Flint, wek zanistekî neserkeftî tê nasîn. Lê piştî ku mekîneyek îcat kir qedera wî jî bi wê mekînê diguhere....
(1 şîrove)

Şervanê MMA Cole Young, ji bo li hemberî dijminên Outworldê bisekine li şampîyonê herî wêrek digere....
(1 şîrove)

Pîştî ku nasnemaya Spider-man eşkere dibe, Peter, alikariyê ji Doctor Strange dixwaze....
(2 şîrove)

Pîştî bûyerên fîlma Avengers:Endgame Spider-man, bi peywirên nû dest bi jiyaneke cipcuda dike....
(2 şîrove)

Çîroka lehengê xwedîyê hêzeke miezzem e. Ku ji mangayên bi heman navî hatiye adaptekirin. Lehengê me, saitama, hemû neyaran bi kulmekê têk dibe. Ku ne ji bo tiştekî ji bo kêfê qehremantiyê dike....
(0 şîrove)

"bounty hunter"ê navdartirîn yê galaksîyê, boba fett....
(3 şîrove)

Rezefilmeke ku li ser Hbo maxê tê weşandin. Adaptasyoneke xêzeromanên Dc comics ê ye. Senaryoya wê ji aliyê james gunn ve hatiye nivîsîn, hema deme afirînerê wê ye. Serlehengê wê john cena ye ku can ...
(1 şîrove)

Steven Grant hîn dibe ku hêzên xwedawendekî misrî lê hatine bexşandin. lê dûre dibîne ku ev hêzane dişên hem dîyarîyek bin hem jî naletek bin bo jîyana wî ya têkşkestî....
(3 şîrove)

Pîştî teqîna stêrkeke atmosfera cîhanê bê parastin dîmêne ku êdî li ser rûyê erdê jiyan namîne....
(1 şîrove)

Bi rîya aparatek ku wek konsola lîstikên online e, mirov dikare hişê xwe derbasî pêşeroj bike. weke mînak 80 sal piştî îro, li londrayê. Flynne Fisher, bê hemdê xwe, di vê rewşê de dibîne û êdî jiyan...
(1 şîrove)

mirovê herî zîrek jî tenê %10ê mejiyê xwe bi kar tînin. gelê bi awayekî, kesek bikare %20, 30 an jî %100ê mejiyê xwe bi kar bîne; wê çi bibe?...
(0 şîrove)

Rise of the Beasts dê temaşevanan bi Maximals re bide nasîn, komek nû ya Transformer-ê ku dê temaşevanan bi Autobots re bibe serdanek cîhanî ya salên 90-an û bi wan re bibe hevalbend di şerê heyî de j...
(0 şîrove)

Ahsoka Tano, çomeza kevn Darth Vader-ê binavûdeng û yek ji Jedi-ên dawîn a galaksiya Star Warsê, ketiye pey gotegotekî giran û girîng. Amîrala Mezin Thrawn ku hêviya dawîn a sempatîzanên imparatoriya...
(0 şîrove)

Komeka zanyaran ji bo lêkolaneka arkeologîk diçin antarktîkayê lê dûre dibînin ko di navbera şerê Alien û Predator-an de mane....
(0 şîrove)

Zelamekî reben û sade ko kes rêzê lê nagire, rojekê rastî yekî tê ko cêwîyê wî lê xûyên wî berovajî ye û her kes jê hez dike....
(0 şîrove)

James û Em ji bo betlaneyê diçin giraveka bi navê La Tolqa-yê. Li wir James hîn dibe ko dişê bêtawanbarkirin her tawanê bike....
(0 şîrove)

5 mûtantên ciwan li sazîyeka nepenî dijî vîyana xwe dimînin û hewl didin ko behreyên xwe kişf bikin....
(0 şîrove)

Cîhanek ko mirov êdî bi genetîka herî baş tên afirandin û ew mirovane êdî ji karên girîng berpirs in. Zelamekî bi genetîka xwezayî jî hewl dide bide dû xeyala xwe ko çûna fezayê ye....
(0 şîrove)

paul atreides tevî chani û fremenan li dijî komplogerên ku malbata wî kuştine, serî hildide....
(1 şîrove)
dengdanên dawîn
Afîşa fîlmê dexter
tawan-sûc, dram, nepenî, rageşî / 2006
80
Afîşa fîlmê khane-ye doust kodjast?
dram, malbat / 1987
80
Afîşa fîlmê perfect blue
anîmasyon, tawan-sûc, dram, nepenî, rageşî / 1997
95
Afîşa fîlmê paprika
macera, nepenî, rageşî, honaka zanistî, tawan-sûc, anîmasyon / 2006
90
Afîşa fîlmê perfect blue
anîmasyon, tawan-sûc, dram, nepenî, rageşî / 1997
95