Fîlmên bi cureya "rageşî"ê


This film is about a man whose job is to deliver packages without asking any questions. Complications arise when he breaks those rules....
(0 şîrove)

dizên ku karê xwe bi teknolojiya hevparkirina xewnan dikin vê carê pêwist e tenê ne temaşevanên/xwendekarên xewnan bin....
(10 şîrove)

duyemîn fîlma serîya fîlmên godfatherê. çîroka destpêka karîyera Vito Corleone ya di salên 1920î, li new yorkê....
(0 şîrove)

di pêşeroja îngîlîstanê ya dîstopîk de şerê dîktatorek xedar û mexdûreke sîstema wî. lehengek bi navê v li dijî sîstemê çalakiyên resen organîze dike û gelê bindest şiyar dike....
(10 şîrove)

qezayek trafîkê diqewime û sê çîrokên ji hev dûr û cûda digihîne hev. gelek jiyanên wêranbûyî ku destpêkê de armanca wan hemûyan jî evîn bû....
(4 şîrove)

Lou Bloom evîndarê kariyerê ye. ji bo di rojnamevaniya nûçeyên tawanan de serkeftî be, bi şevan dikeve li pey tawanên herî bixwîn û xedar....
(1 şîrove)

Joe Bauers ji aliyê îstîxbarata amerîkayê tê hilbijartin ji ber ku amerîkaniyek ji-rêzê ye. armanca hilbijartina wî lêkolînek gelek taybet û xef e. joe çavê xwe li pêşerojek wisa vedike ku......
(3 şîrove)

https://www.youtube.com/watch?v=Ym3LB0lOJ0o...
(6 şîrove)

Thomas çavê xwe li cihek wisa vedike ku hemû riyên jêderketinê girtî ne û herkesî paşeroja xwe ji bîr kiriye û heta navê xwe yê rastîn jî nizanin. êdî dinyaya thomas jî tenê ji qadek biçûk pêk tê ku b...
(3 şîrove)

Hevalbendiya du polîsên ji jenerasyonên cûda ya di pêvajiya şopandina şopên kuştinekê....
(6 şîrove)

rêzefîlm di derbarê netewekî ji rojhiata navîn e ku ji aliyê dîktatorek ve tê birêvebirin. yek ji du kurên bî dîktatorî li amerîkayê dijî û li wir bijişkê zarokan e û jiyana xwe û zarkên xwe ji atmosf...
(0 şîrove)

piştî erdheja herî mezin ya di dîroka mirovatiyê de, pîloteke rizgarkirinê vê carê ji bo malbata xwe hewl dide. lê di vê bobelata mezin de rizgarkirina wan qet ne hêsan e....
(7 şîrove)

endezyarek tibê û astronotek bi hev re hewl didin ku piştî qezayek li fezayê, xwe xelas bikin û bigihin dinyayê....
(3 şîrove)

bi saya hebek efsûnî ku dihêle mirov %100ê mejiyê xwe bi kar bîne, nivîskarek tengezar vediguhere sêrbazê fînansê. tabî di vê dinyaya bi talûke de divê baldar be....
(3 şîrove)

piştî 22 salan, berdewama fîlma jurassic parkê ye. piştî bobelata qezaya li jurassic parkê û girtina wê, gelek sal derbas dibin û parka dînazoran dîsa vedibe û dîsa bûyer diqewimin....
(2 şîrove)

polêseke kurê xwe windakirî di nav dosyeya mirineke bişik de digevize û tengezariyên jiyana wî jî wî bêhnçikiyayî dikin. bi zelalbuna vê mirinê jiyana wî jî zelaltir dibe....
(2 şîrove)

mamosteyek zanîngehê ji bo lêkolîna li ser psîkolojiya mirovan cerbek çêdike ku di vê cerbê de du koman diafirine û yek ji van koman weke girtîyên sembolîk dixe girtîgehê û koma din jî bi rola gardiya...
(1 şîrove)

zilam û jineke bi komeke mirov re li derekê dijîn û dibêjin qey dinya xera û genî buye û ew jê xilas bune, hinek jê bi pişkê ji bo bihuşta tekane tên rêkirin. ev herdu kes ji wê derê direvin û hîn dib...
(1 şîrove)

nizanim çiqas sal din, dinya dibe çol û çolistan, komên mirovên cuda peyda dibin. hin kes ji bo azadiya xwe dikevin rêwîtiyekê....
(12 şîrove)

piştî xelasbûna şerê navxweyî, mêrkujek ku hêvî dike bi mehkûmê girtî pere qezenc bike, xwe di zivistana hişk ya wyomingê de dispêre cihekê lê li vir bi mirovên cûda re rêya wan digihe hev....
(13 şîrove)

bazirganên çermên heywanên kovî, li welatê çermsoran dinyayê him ji xwe re him ji wan re kirine dojeh. di vê sar û seqama dinyayê de her mirovekî, mîna her heywaneke wê xwezayê li pey xelaskirina jiya...
(6 şîrove)

du dedektîfên cuda yek bi tecrube û yek nû dest bi dosyeyeke cinayetê dikin lê dû re derdikeve holê ku ev mesele ne tenê cinayetek e....
(3 şîrove)

polêseke li ser karê tiryakê operasyonan dike dixwaze lehengên mezintir derdest bike û vê navberêde kareke nepen ku dewlet pêk tîne tê ber destê wê û helbe qebul dike....
(1 şîrove)

6 çîrokên ji hev cuda û xweser ên jiyan û hêstên mirovan vedibêje....
(1 şîrove)

du sêrbazên bi hev re dişixwilin piştî qezayekê dibin dijminê hevudin û dû re hem hewl didin bibin sêrbazên bêhempa hem jî riya hevudin digirin....
(0 şîrove)

Du qaçaxçiyên tiryakan ku hevalên hev ên baş in lê di derbarê paşeeroja hev de zêde agahiya wan tune, dikevin macerayek tevlîhev ku ev macera dihêle ku paşeroja xwe ji hev re aşkere bikin....
(1 şîrove)

Caleb, komputergerê 26 salî ji bo ceribandinek veşartî ya hişa zanistî ya herî pêşketî, tê bijartin. Lê ev ceribadin di heman demê de dibe ceribandina psîkolojiya caleb bixwe jî....
(1 şîrove)

Lehengên di fîlma yekemîn de (the maze runner) ji labîrantan direvin vê carê di dafikek mezintir ya Pêt'de ne, em binêrin wê lehengên me bikarin xwe ji vê jî xelas bikin û ya girîngtir gelo wê bikarin...
(1 şîrove)

keçikeke ji rêzê bi tiliyên hevalê xwe ji rêzê derdikeve û bi riya lîstikeke populer nema dikare êdî xwe kontrol bike....
(4 şîrove)

zilameke jîr ê tê derdixe ku jina wî bi yeke din re ye bi planeke bêqisur wê dikuje, karê dadger jî ew e ku delîlan derxe holê....
(1 şîrove)

ajanê ciwan yê FBIyê Clarice Starling tê peywirdarkirin ku jineke wenda bibîne ku wê jinê ji destên rêze-kujerek hov, xelas bike. ji bo ku himendiya vî kujerê fêhm bike û wî bigire, diçe cem rêze-kuje...
(1 şîrove)

keştiyek xwendekarên ku namzetê leşkeriya deryayî ne, ji bo peywira xwe ya dawîn ber bi kûrahiyên okyanûsan ve derdikevin operasyonan. piştî derketina wan, pê dihesin ku êdî dinya ne wek berê ye û xel...
(1 şîrove)

bi kurdî "reqa avê, teyar, ava tenik". jinek li berbehreke xef surf dike lê li vê reqa avê semasiyek ku nayê hêvîkirin rê lê digire û wê di nava behrê de dîl digire....
(1 şîrove)

Juan namzetê gardiyaniyê ye. ji bo wê yekê li girtîgehê ye da ku girtîgehê nas bike lê yekcar xwe di serhildana girtîyan de di nav girtîyan de dibîne. ku girtî bizanin ew gardiyanek e, wê ji bo wî jiy...
(1 şîrove)

Donnie ciwanek cûda ye. belê tedawiya şîzofreniyê dibîne lê xwediyê karakterek xort e jî. jiyana wî ya normal, dema dibe şev ji sînorên xeyalan derbs dibe û wî derbasî gerdûnên paralel dike. ji bo daw...
(0 şîrove)

ciwanê bi navê Evan Treborn ji ber bûyerên di paşeroja xwe de, her tim xemgîn e. rojekê riyek dibîne ku vegere paşerojê û bûyeran biguherîne. lê gelek zehmet e ku bêyî ku tiştên din neguherin, mirov d...
(0 şîrove)

Nifş/cûreyek ne dinyayî, neçar dimîne ku di şertên taxên li derveyî bajêr de, di nav xîzaniyê de bijîn. Ji bo ku nemirin, şensê dawîn yê van fezayîyan dinya bûye. fezayîyên penaber, li vê dinyayê ji m...
(1 şîrove)

Berdewama fîlma The Silence of the Lambs e. Dr. Hannibal Lecter, ji holê wenda bûye. ji bo ku wî bibîne, Starling li pey wî dinyayê digere....
(5 şîrove)

Du zilamên ku hev nas nakin, di odeyek de şiyar dibin ku nizanin ka kê ew anîne vir û çima ev hatiye serê wan. Paşê fêhm dikin ku di nav lîstikek tirsnak de ne......
(4 şîrove)

Komek leşkerên taybet yên amerîkayê li welatek ku şerek navxweyî lê heye, rastî êrîşên sosret tên ku qene dijminê xwe nabînin jî. ji bo ku li ber dijminek ku bi çavan nayê dîtin û bi çekên asayî nayê ...
(1 şîrove)

Xortek bi sendroma aspergerê ku di jiyana xwe ya rojane de binketî û şikestî ye lê di cîhana lîstikên komputeran de xwediyê payeyek bilind e, carina sînora van her du cîhanan wenda dike....
(1 şîrove)

Dramayek di derbarê şerê hundirîn yê parêzerek ku dimîne di navbera zeîfê û bihêzbûnê, di navbera pes kirin û berxwedana û di navbera başî û şeytaniya bêdawîn de. Keanu Reeves parêzerek navdar û serk...
(0 şîrove)

sê xort, ji bo dizehî bikin dikevin mala zilamek kor ku leşkerek kevin e û di şerê iraqê de çavên xwe wenda kirine. ji dûr ve, weke zilamek bêxwedî û belengaz xuya dike lê wê ev şelandin qet ne hêsan ...
(4 şîrove)

di sala 2035an de piraniya mirovan ji ver vîrûsek mirine. mirov êdî di binê erdê de xwe ji nexweşiyê vedişêrin. ji bo ku vîrûs were tunekirin, belkî tekane rê ew e ku kesek here paşerojê û sedemên vîr...
(0 şîrove)

çavên julia'yê nexweşin û her ku diçe nexweşî bi pêş ve diçe. piştî ku xweha wê ya ku ji ber heman nexweşiyê kor bû û li mala xwe mirî hate dîtin, julia wisa hîs dike ku ev mirin, kuştinek bû. ji bo h...
(0 şîrove)

wê şeva ku stêrek gelek nêzikî dinyayê derbas dibe, komek hevalan li malê kom bûne û xwarinê dixwin. li taxa wan elektrîk qut dibe, xwarin nîvço dimîne. tenê li malekê elektrîk heye. ji bo ku herin wi...
(1 şîrove)

Emily Rose ji bo ku zanîngehê bixwîne, li bajaroka xwe diçe bajêr. li wargehê, rojekê bêhiş dikeve û krîzek debas dike. her ku diçe ev krîz zêde dibin. ji bo çareseriyê, ji rahîbê bi navê Richard Moor...
(0 şîrove)

Mikael Blomkvist rojnamevanek jêhatî ye lê dikeve dafika hinekan û bi xeletî zilamek dewlemend sûcdar dike. êdî kes pişta wî nagire û dimîne tenê. û wê di demek nêz de bikeve hepsê. haya wî jê tune ku...
(0 şîrove)

rêzekujera bi navê Bride(bûk), di daweta xwe de rastî êrîşek hatibû û hemû kesên li dêrê hatibûn kuştin. ew bixwe jî 5 salan di komayê de mabî. niha tekane armanca wê heye; tolhildan...
(0 şîrove)

sal 2029.. Astronot Leo Davidson (Mark Wahlberg) di peywireke xwe de bi xeletî dikeve gerstêrek ku li wir meymûnên pêşketî, serdest in. mirov li wir tenê xwarin in an jî kole ne. leo ji bo rizgariyê ...
(0 şîrove)

Generalek bi 3-star ji ber sûcekê dikeve girtîgehê. Her ku bi girtîyan re têkiliyên xwe xurt dike, wan dike nav dîsîplînekê ku bi hev re tev bigerin. Piştî ku yekitiya xwe pêk tînin, êdî ewlehiya vê g...
(0 şîrove)

Fîlm di pêșerojêde di dîstopiyayêde derbas dibe. Di dinyayêde șerekî mezin çêbûye û hemû dewlet û heme bêje hemû mirov qelihane. Șînayî nemaye, av çikihaye. Kêm însan mane. Ji nêz û xelayê mirov he...
(0 şîrove)

After a car wreck on the winding Mulholland Drive renders a woman amnesiac, she and a perky Hollywood-hopeful search for clues and answers across Los Angeles in a twisting venture beyond dreams and re...
(0 şîrove)

teşkîlata polîsên Massachusetts, ji bo ku çeteyeke mezin têk bibin opeasyonek mezin plan dikin. ji bo vê yekê Billy Costigan weke sîxûr, tê şandin di nava çeteyê. lê di nav polîsan de jî sîxûrên çetey...
(0 şîrove)

berdewama fîlma alien e. ripley, di keeştiya xwe ya revê de, li kûrahiyên fezayê 57 salan di xew de digere. dema ji aliyê tîmek ve tê dîtin, li dinyayê gelek tişt êdî guheriye. dema pirsa keştiya wê û...
(2 şîrove)

Dutch (Arnold Scwarzenegger) leşkerek taybet yê amerîkayê ye. dema wezîrekî amerîkayê li aliyê din ê sînorê tê revandin û ji aliyê şervanên gerîlla ve tê dîlgirtin, jê tê xwestin ku operasyonek taybet...
(1 şîrove)

predator piştî 3 salan vê carê li los angeles'ê, di nîvê nava şerê çeteyan de derdikeve holê û dîsa nêçîra xwe ya mirovên biçek dike. Danny Gloverê ku hema bêje bi qasê wî çeteyan kuştiye him reqîbê w...
(1 şîrove)

anîmeyek e. qala serpêhatiyên nînjayekî 12 salî dike. Ev nînja wexta ji dayik dibe, şeytanekî 11 terî (kyuubî) êrîşî gundê wî dike û nînjayekî ji gundê wan vî şeytanî bi mohrekê dixe hindurê naruto....
(2 şîrove)

fîlma ku rêzeyên "alien" û "predator" digihîne hev. piştî 2 fîlmên predator û 4 fîlmên alien, ev her du rêze bi fîlmê dibin yek. di fîlmê de predator li pey nêçîra alien'an in. q...
(3 şîrove)

duyemîn fîlma hevpar ya rêzeyên fîlman yên alien û predator. di fîlma ewil de predatorê ku piştî kuştina hemû alienan ew bixwe jî dimire û laşê wî ji aliyê hevalên wî ve tê standin, li dinyayê tovê a...
(2 şîrove)

hejmarek mirovên ji hev cûda û nenas ku her yek ji wan şergerên jêhatî ne, bi paraşûtan dadikevin ser cihek nenas. ne hev û din ne jî derdorê nas dikin, piştî ku fêhm dikin qedera wan yek e, hewl didi...
(0 şîrove)

When twelve mysterious spacecraft appear around the world, linguistics professor Louise Banks is tasked with interpreting the language of the apparent alien visitors....
(2 şîrove)

inception heye? heh ha ev ji wê xiraptir e! :)...
(2 şîrove)

filmê sala 1958a ye, wek ölüm korkuyu hatiye wergerandin. min pir jê hez kir, dîmenên san fransicso çiqas xweş in û helbet hunera Alfred Hithcock....
(1 şîrove)

lînk behsa kurtejiyaneke 2 lawan û bavekî piştî 12 salan vegeriyayî dike. bav zaroyan dibe gerekê. fîlm behsa vê gera wan dike....
(4 şîrove)

anîmeyek e. di dinyayeke ji vê dinyê cuda de derbas dibe. Li dinyaya wan, dema kesek dimire ruhê wî/wê diçe cihekî bi navê 'soul society' yanî 'civata ruhan'....
(2 şîrove)

komek zanyaran ji erdê marsê nimûneyan distînin û di lêkolînên li ser vê axê de rastî formeke jiyanê tên. taybetiya vî jîndarî ew e ku gelek bilez mezin dibe û dikare xwe li gorî her rewşî adapte bike...
(1 şîrove)

du bira, ji bo rizgarikirina erdê malbata xwe û pêşeroja zarokên xwe dest bi şelandina bankayan dikin. ew banka, ku çavên xwe berdabû pêşeroja wan....
(1 şîrove)

Kurtefîlmê cornell woolrich ê bi navê ''it had to be murder'', ji aliyê hosta derhêner alfred hitchcock ve li perda spî hatiye veguhastin û di dîroka sînemayê yek ji çêkirinên nepenî û rageşî yên herî...
(2 şîrove)

Jiyana John Brennan (Russell Crowe) tekûz diçe; ta ku dema jina wî Lara (Elizabeth Banks) ji ber mirovkujiyekî ku angaşt dike ew nekiriye tê girtin. John li qonaxa darazxwarinê bi qasî dirêjiya sê sal...
(2 şîrove)

Ji xwe gelek bawer, biserketî parêzer Martin Vail(Richard Gere), biryara xwe dide ku parêziya Aaron(Edward Norton) ku ji doza kuştina psîkoposek tê darizandin û gava ku ji deverê mirovkujiyê direve tê...
(1 şîrove)

Carlito Brigante(Al Pacino), difikire ku piştî derketina xwe ya ji girtîgehê rêyeke nû bide ber xwe. David Kleinfeld(Sean Penn), parêzerê Carlito ku ji wî re di demên dijwar de alîkar bûye. Û xoşewîst...
(0 şîrove)

Fîlmê ku li Rojavayê Amerîkaya Navîn dibore, di derheqê firoşkereke tirimpêlan (William H. Macy), ku ji ber armanca 1.000.000$ gerew bistîne ji bo jina wî birevînin du zilam (Steve Buscemi ve Peter St...
(3 şîrove)

Li dema şerê navxweyî ya Amerîkayê birîndar bûyî leşkerê Yekîneyên Bakurî John McBurney (Colin Farrell), ji aliyê keçikeke biçûk ve ku di Başûrê de li Mississippi ya girêdayî Konfederasyonê di xwendin...
(0 şîrove)

di şerê cîhanê ya duyemîn de, leşkerên belçîka, fransa û îngîlîstanê ji aliyê hêzên hîtler ve, li keraxa deryayê hatine dorpêçkirin. ji bo revê tenê riya deryayê heye lê li gel ku çavên wan, li aliyê ...
(2 şîrove)

zilamek piştî ku ji qezayeke mezin ya trênê xelas dibe û qene birînek biçûk jî lê çênabe, bi saya nameyek ji zilamek bîyanî ferq dike ku tiştek nenormal bi wî re heye....
(0 şîrove)

...
(0 şîrove)

komek mirovên dilxwaz, ji bo kolonîzekirina gerstêrek nû, dikevin ser riyek dûr. bi salan radizin û dema ji xewa rêwitiya xwe şiyar dibin, heta hişê wan were serê wan, divê yek bi yek parçeyan bi hev ...
(1 şîrove)

Lockhartê ciwan, ji bo ku ceo'yê şîrketa wan vegerîne şîrketê diçe kelehekî li serê çiyayekî swêdê ku weke navenda tendûristîyê tê dîtin û ceoyê wan ji bo başbûnê hatiye wir. her ku dimîne wir gumanên...
(1 şîrove)

nivîskarê pirtûkên tawanê, dema bar dike xaniyê xwe yê nû, kasetek dibîne di derbarê kuştinek ku li vî xanîyî qewimiye. bi dîtina vê kasetê, ew û malbata xwe dikevine nava vê xewnereşkê....
(0 şîrove)

berdewamiya fîlma prometeus. androîdê davîd û Elizabeth Shaw ji bobelata prometeusê filitîbûn û berê xwe dabûn welatê endezyaran(engineer). di sala 2104an de keştiyek li ser riya gerstêrka Origae-6ê ...
(1 şîrove)

malbata 'perron'an bar dikin xaniyeke nû û fireh. demek kurt piştî barkirinê, bûyerên tirsnak û erjeng rû didin hêdî hêdî. piştî ku êdî rihetî di dilê wan de namîne, alîkarî ji Ed û Lorraine Warren di...
(0 şîrove)

piştî fîlma ewil, Ed û Lorraine Warren vê carê diçin londra'yê da ku alîkariya jinek û zarokên wê bike....
(0 şîrove)

Bi awayekî ecêb li ser mijara "evîn'ê" sekiniye. Evîn çiye? Tiştekî çawa ye? Têkiliya evîn û xwida û evdan çiye?... Serlîstikvan jineke lal û belengaz e. Kesê evîndar jî lal û belengaz...
(0 şîrove)

Jiyaneke wisa bifikirin go her tişt li ser wext'ê temenê mirov werê hesêb kirin. Hemû kar û xebat ji bo qezenckirina hinek wext e. Lê dîse sîstema kapîtalîst hinek însanan dewlend û hinekan jî bel...
(1 şîrove)

di pêşerojekê de mirov, ork û elf bi hev re dijîn. ev cara ewil e ku orkek dibe polîs. yekemîn orkê polîs, niha bi şîrikê xwe yê mirov te, pêwist e mimkunbûna vê rewşê îspat bike. him jî di nav bobel...
(0 şîrove)

zilamek ku dikare bikeve bîranînên mirovan dest davêje meseleya keçikek 16 salî yê zîrek û biproblem da ku derxe holê ka ew sosyopat e an qurbanê travmayekê ye....
(0 şîrove)

di kûrayên daristanên romanyayê de, zanyar li ser dêreke aîdê sedsala 13an dixebitin ku di lêkolîna xwe ya berfireh de pê dihesin ku ev dêr li ser deriyê têketina şikefteke pir mezin hatiye avakirin. ...
(0 şîrove)

di 2154 de, êdî mirovan bi destê xwe dinyayek biçûk avakirina li fezayê û hemû dewlemendên dinyayê li wir dijîn. li dinyaya rastîn û wêrenbûyî, tenê mirovên belengaz mane. zilamê bi navê max, sond dix...
(5 şîrove)

hikumeta amerîkayê Gerry Lane dixe kar ku dinyayê ji bobelata zombîyan xelas bike ku hejmara wan bi milyaran e û êdî dewlet û artêş nikarin xwe li ber wan bigirin....
(5 şîrove)

di cîhana efsanewî ya sûcan ya los angelesê, du zilam li aliyên dij yên vî şerî ne. yek jê detektîf yê din diz....
(2 şîrove)

fîlma derxwezayî ya tirs û rageşiyê, di atmosferekî tarî de derbas dibe. li keraxên bajarê New Orleansê, Caroline li jinekî pîr dinêre. dûre ji bo alîkariyê diçe mala Ben Deveraux û li wî dinêre ku ne...
(0 şîrove)

rêvebirê olkestraya spanyol, bi awayeke razdar hevala xwe wenda dike. dike nake, nikare wê bibîne. loma di dawiyê de êdî ji xwe re yarek din dibîne. lê dûre sedema wendabûna wê hêdî hêdî derdikeve hol...
(1 şîrove)

li amerîkayê 3 bombeyên atomê, ji aliyê terorîstekî ve 2ê di nava 2 rojan de werin bicîkirin. dozgerek û sîxûreke fbi'yê hewl didin ku cihê van çekan aşkere bikin....
(0 şîrove)

Rogerê ku nêçîrvanê mejiyan e, jîyaneke gelek lûks dijî. ji bo ku jiyana xwe wisa dewam bike, her wiha karê dizîne berhemên hunerî jî dike. dixe serê xwe ku berhemeh bêhempa yê di destê leşkerekî pere...
(0 şîrove)

Holmesê zîrek û şervanek bêhempa û hevkarê wî Watson biryar didin ku welatê xwe li dijî talûkeyekê biparêzin....
(4 şîrove)

li taxên keraxên Jakartayê hotelek ku ji bo gangster û kujerên herî xeternak cîhekî ewle ye. tîmeke polîsan biryar dide ku di dawîya dawîn de operasyonek li vî xanîyî bike. di her qata apartmanê de, ç...
(0 şîrove)

driver (Mel Gibson) sûcdarekî çavsor e. tê girtin û wî dixîn girtîgehek xeternak. li wir jê re alîkarîya zarokekî 9 salî jî wê gelek lazim be....
(1 şîrove)

leşkerek di laşê mirovekî din de çavê xwe vedike. fêhm dike ku parçeya projeyekî leşkerî ye. peywira wî jî dîtina terorîstekî ye ku wê trenekî biteqîne. ji bo vê karê zehmet, tenê 8 deqeyên wî hene....
(0 şîrove)

Jason Bourne mirovek jêhatî û zîrek e. ji ber vê yekê jî bûye cerba vê projeya sîxûrîyê. niha hemû bîra xwe wenda kiriye û esl û cinsê xwe nizane. ji aliyê wan kesan ve tê şopandin ku wî kirine ew....
(0 şîrove)

zilamek ji aliyê masîvanan ve tê dîtin/rizgarkirin ku tu tişt nayê bîra wî lê dîsa jî divê xwe ji kujeran xelas bike û hewl bide ku paşeroja xwe bi awayekî bi bîr bîne....
(0 şîrove)

fîlm ji romana navdar ya Dan Brown hatiye dariştin. Bûyer bi kuştinek li mûzeyê, destpê dike Hemû delîl rêxistineke dînî nîşan didin. Robert û Sophie, ji bo ku rastiyê derxin holê ji parîsê diçin lond...
(0 şîrove)

Li zanîngehê girtîgehek çêkirî tê amadekirin, ji bo lêkolînê. Ji bo 2 heftiyan 20 mêr li wir dimînin. Di rolên girtî û gardîyanan de. Her tişt wek lîstikekî destpê dike lê her ku diçe rewş tevger û be...
(0 şîrove)

piştî ku bar dikin malekî derveyî bajêr, jin û mêrek rastî bûyerên deresiruştî tên. Ji bo fêhmkirina van bûyeran jî li odeya xwe ya razanê, kamerayan datînin....
(2 şîrove)

Nicholas Van Orton, ji bo rojbûna xwe diyarîyek gelek ecêb distîne ji birayê xwe yê neguhdar. Aksîyonek rastîn ku gîyana wî diguvîşe....
(0 şîrove)

Mirov ji dûr ve binêre, dê bêje mustafa xwedî jîyanek bêqusûr e. Karsazek serkeftî ye, ji zewaca xwe xêrê dîtiye û hwd. Piştî ku jina wî di qezayeke trafîkê de dimire kêm û qusûrên jiyana wî xwe didin...
(0 şîrove)

3 ciwanên gerok riya xwe dikin Amsterdamê. Li wir di bi keçikên xweşik re kêf kêfa wan e. Hê zêde derbas nebûyî pê dihesin ku ketine dafikekî erjeng. Êdî wê keyfxweşiya wan cihê xwe bihêle ji dijbera ...
(0 şîrove)

Fîlm di dema îroyîn de derbas dibe. Li ser meymûnan gelek lêkolînên genetîk hatine kirin û êdî zîrekîya wan her ku diçe zêdetir dibe. Will Rodman yek ji van meymûnan didize û tîne mala xwe. Pê re dibe...
(0 şîrove)

2027 e. dinya di nav aloziyek nedîtî de ye û bêsedem ji hemû sêr bûne. Di dawîyê de jinek, bi awayekî hemîle bûye. Divê mêrxasek wê bi awayeke ewle veguhezîne cihekî ewle....
(0 şîrove)

sêyemîn fîlma serîya fîlman ya the maze runner. Thomas û hevalên xwe ji bo ku hevalê xwe minho ji destê rêxistina W.I.C.K.E.Dê rizgar bike, divê êrîş li navenda vê rêxistinê bikin. ev êrîşa wan bêguma...
(0 şîrove)

berî 5000 salan kralek bi navê Memnon, zilmek nedîtî li gelê xwe dike. Bi saya remilvana li gel xwe, haya wî ji pêşerojê jî çêdibe û kes nikare li ber wî bisekine. Çend eşîrên dawîn ku li dijî wî li b...
(0 şîrove)

Alice ji xewnereşekê şiyar dibe û dibîne ku hemû tiştên di xewna xwe de dîtî, rast in. Vîrûsek li her derî belav bûye û divê pêşî lê bigire. Ji aliyê din ve divê ji şîrketa Umbrella jî bireve ku cerba...
(0 şîrove)

sêyemîn şerê cîhanê pêk hatiye û dinya wêran bûye. piştî şer, rêvebiriyek zordest pêk hatiye. armanca vê rêveberiyê ew e ku hemû hestên mirovan kontrol bike. her tiştê ku îhtîmal heye bala mirovekî bi...
(0 şîrove)

sala P.Z 117 e. împaratoriya romayê, desthilatdariya xwe ji misrê heta îspanyayê fireh kiriye. niha îngîlîstanê dagir dike lê li bakurê welêt, xelkek bi navê Pict bi şerê gerîllayî, wan asê kirine. Te...
(0 şîrove)

bûyerên li pişt perdeya kuştina 11 atletên îsraîlê di alîmpîyatên Munîhê ya di sala 1972ê de. Tîmeke îstîxbarata îsraîlê mosadê, ketine pey çend fîlîstînîyên ku wisa bawer in ku tevlî kuştina îsraîlîy...
(0 şîrove)

Jokerê ku paşeroja wî tarî ye, bajarê Gothamê xistiye xetereyê. The dark knight (şovalyeyê reşt-tarî) ji bo ku vê rewşê rast bike divê ji vê azmûna mezin ya psîkolojîk û fîzîkî derbas bibe....
(0 şîrove)

sal 2019 e. şîrketek bi navê Tyrell androîd robotên ku eyn wek mirovan in, hildiberîne. ev androîd di hinek karên îllegal û bi talûke yên li gerdûnên din, tên bikaranîn. ev androîd ji aliyê polîsên ta...
(7 şîrove)

Fîlm melodramek psîkolojşk e di derbarê Nina Sayers de ku balerînek jêhatî ye û dixwaze di lîstikek gelek girîng û mezin de cî bigire. Lîstik ji aliyê derhêner Thomas Leroy ve hatiye amedekirin û ya k...
(0 şîrove)

ji fîlmên navdar yên Quentin Tarantino ye. Joe Cabot ji bo şelandina dikana elmasan tîpek ji dizên profesyonel û navdar pêk tîne. ji bo şelandinê hemû kitekitên planê hazir in. lê dema tên dikanê ras...
(6 şîrove)

Leonard Shelby li otelên erzan dimîne û tenê pereyê nakît bi kar tîne. cilên lihevhatî li xwe dike û li erebeyên luks siwar e. ji dûr ve wek karsazekî ye. lê di eslê xwe de tenê li pey wî zilamî ye ku...
(2 şîrove)

Zanyarekê komputerê ku li ser sîmulasyon a rastbîna texmînî (virtual reality) dixebite dibe gumandar ê sereke dema hevalkar û profesora wî tên kuştin....
(0 şîrove)

cerahek (bijîşka dilan) û jina xwe (bijîşka çavan) û du zarokên wan jiyanek bextewar û dilgeş dijîn. her tişt dema ku cerah dibêje ezê sêwîyekî ji xwe re bikim ewlad diguhere. nexweşîyek sirdar her d...
(0 şîrove)

heşt dizên dixwazin darpxaneya îspanî bişelînin planeke grîft û piralî ava dikin û dikevin hundir....
(21 şîrove)

du bira, li pey bavê xwe dest bi karê wî ya nêçirvaniya cinawirên derîxweza dikin....
(9 şîrove)

Li dinyayekî ku malbat dikarin xwedîyê tenê zarokek bibin ji ber zêdebuna gelheyê, 7 xwişkên heftwik ji dewletê xef tên mezinkirin. Hertişt heta windabuna yek ji heft xwişkan baş didome lê niha divê ...
(0 şîrove)

jinekî re ku xwedîyê galeriyekê çandê ye, pêşenivîsara roman a mêrê wê yê ewil tê şandin lê jinik a ku mirovek şîdetxwaz e, wê diyariyê wek gefek û sembola tolhildanê fêm dike....
(1 şîrove)

di sala 1954an de li girtîgeh/nexweşxanayeke ku li giravekî ye, girtî/nexweşek ji nişka ve wenda dibe. polîsê taybet Teddy ji bo lêkolînê tê giravê. ji bo wî wê karekî gelek taybet be....
(11 şîrove)

di pêşerojek de ku teknolojî gelek bi pêş ketiye, Grey Trace hê jî ji kar û barên ku bi destî tên çêkirin, hez dike. piştî qezayekê, dibe muhtacê alîkarîyên teknolojiyê. êdî teknolojî û ew, wê parçeyê...
(8 şîrove)

6 jinên maceraperest, ji bo ku Sarah travmayê ji ser xwe bavêje, tûra kifşkirina şikeftekî organîze dikin. ev şikeft berî wan qet nehatiye kifşkirin û di derbarê wê de hema bêje qet agahî tune. bêguma...
(3 şîrove)

Bi mirina mêr û kurê wê, mala Katjayê bi serî de tep dibe. Katja, piştî dema reşgirêdanê, neheqî û bêdadî, diçe tolhildanê....
(0 şîrove)

berdewama fîlma the descent. serlehengê fîlmê ewil (sarah) nikare tu kesî li çîroka xwe bide bawer kirin û bêyî hemdê xwe vedigere şikeftê....
(1 şîrove)

Annie dîya du zarokan e. Piştî mirina dîya wê, têkirliyên di navbera wê, bûyerên deresirûştî diqewimin û vê malbatê serûbin dikin....
(1 şîrove)

Mamosteyekî fransî li lîseyê bi çîroka xwendevanekî xwe tê kişandin ber bi rewşa ecêb ve. çîrokê xwendevanê ku li ser têkiliya wî û malbat a hevalekî wî hatiye nivîsandin, roj bi roj bêsinctir dibe....
(0 şîrove)

Linda Hanson (Sandra Bullock) has an idyllic life, until one day she receives word that her husband (Julian McMahon) has died in an auto accident. However, when Linda wakes up the next morning and fin...
(1 şîrove)

8 mirovên ji welatên ji hev pir dûr, jiyanên xwe yên rojane dijîn lê hîn dibin ku ev ne tenê ya wan bixwe ye. ya wan her 8 mirovan e ku hişê wan bi awayek fantastîk bi hev girêdayî ne. bi bûyerên kesa...
(1 şîrove)

piştî ketina meteorekî, li cihê ketinê teşeya xwezayê diguhere. ji hundirê vê qada taybet ku bi ronahiyek keskesor dorpêçkirî ye, tu agahî nikare were standin û ev qad her ku diçe fireh dibe....
(3 şîrove)

piştî mirina diya wê, Margot û bavê wê dimînin tenê. rojekî, Margot nayê malê û tu xeber jê nayê standin. di destê bavê wê de tenê laptopa wê heye. temama fîlmê ji ekrana komputerê tê temaşekirin....
(1 şîrove)

piştî serdema fîlma ewil, bi qasê 30 sal derbas bûye. vê carê blade runner'ek ciwan, li pey kifşkirina nepeniyekî ye. ev lêkolîna wî, wî digihîne blade runnerê fîlma ewil....
(2 şîrove)

keştiya fezayê, event horizon ji qula kurmê (wormhole) derbasî alîyeke din ya fezayê dibe lê encax piştî 7 salan dewsa wê tê dîtin. niha divê tîmek here wir û hewl bide ku fêhm bike ka çi hatiye serê ...
(1 şîrove)

Qala dîstopyayê ku ji me ne dûr dike. Mirovên nezewicî tên girtin û wan dikin di otêlekê de. Divê heta 45 rojan bi yekî/ê re bizewicin, ku neziwicin tên guhertin û dibin ajeleke ku wan di destpêka de ...
(4 şîrove)

Micheal McCauley mirovekî karsaz e û her roj ji mal diçe karê xwe û vedigere mala xwe. Lê rojek ev jiyan li trênê bi dîtina jinekê xerîb diguhere û Micheal xwe û rêwîyên din di nav xeterekî mezin de d...
(0 şîrove)

Jinikek divê ji bo dergistiya xwe, di nava 20 xulekan de, 100 hezar Euro peyda bike û bigihîne wî. Mijara fîlmê ewe ku bi çend çirkeyan jiyan çawa dikare biguhere [gerdûnên rastê hev(paralel)]....
(0 şîrove)

piştî windabûna zarokekî, dîya wî hevalên wî û polîsek ji bo wî zarokê xilas bikin bi pêşberî tiştên deresirûştî dikevin....
(3 şîrove)

Ciwanek, ji bo ku ji xwe ra jiyanek çêtirîn çêbike, hewl dide ku ji ghettoyê derkeve....
(0 şîrove)

Maceraperest james keziah delaney, dema şerê 1812an de ji bo mîrasê bavê xwe û ji nû ve avakirina karê bavê xwe vedigere londonê. Lê desthilatdarên brîtanyayê û reqîbên bavê wî di astengbûnê de biryar...
(2 şîrove)

piştî şerê navxweyî an jî bobelatekî wisa, mirovahî ji holê radibe û robotek ku ji bo vê yekê hatiye programkirin, hewl dide ku mirvatîyê ji nû ve bide destpêkirin....
(1 şîrove)

Tanjirou rojekî tê malê ku malbata wî ji alîyê şeytana ve hatiye kuştin. tenê xwişka wî nezuko birîndar maye. hildide wê dike ku bibe cem bijîşk. di rê de xwişka wî şiyar dibe û êrîşî birê xwe dike. T...
(2 şîrove)

Malbata Ki-taek a ku hemû bêkar û feqir in, derfetekî berfdar li mala Park ên dewlemend in de dibînin û xwe hêdî hêdi di nav mal da bi cih dikin. lê bi bûyerekî ji nişka ve ev xewn û jiyana birihetî d...
(12 şîrove)

rêzefîlma netflix'ê a ku di 2017'an de dest bi weşanê kirî ye. ji 2 sezonan pêk tê Û di her sezonê de 8 beşên ji 20 xulekan pêk tê heye....
(3 şîrove)

Rêzefîlmek netflîxê ye ku di sala 2018 an de hew sezonek hate weşandin. Di rêzefîlmê de serleheng Joe kesekî psîkopat e û li pirtûkfiroşekî dişixule. Wekî ku mirov dikare texmîn bike dilê wî dikeve ke...
(4 şîrove)

Rêzefîlmek ji 5 beşan pêk tê û bobelata chernobylê rasterast nîşanî temaşevanan dike....
(12 şîrove)

filmeki zêde zêde xweşe, lê di be insane go lê binere emanet bere spoilere ne de....
(1 şîrove)

Biyografiya Alan Turingê ku bûye îlhama sêva apple ê ye. Di fîlmê de mijara esil makineya krîpto ya bi navê enigma ye ku aîdî naziyan e û axaftina di navbera naziyan de şîfre dike. Kes nikare vê makî...
(8 şîrove)

film qala jiyana Arthur Fleck dike ku çawa bûye joker....
(4 şîrove)

her beşek dîstopyayeke nû ye. temaşekirin firekirina hişî pêşerojê ye...
(16 şîrove)

rêzefîlmek e netflîxê ye. bi rêzefîlma yekemîn zimane elmanî ya ser netflîxê ye . sezon a duyemîn hat qedandin. rêzefîlm bêhsa rêvîtîya navenda salên bûhurî û salên pêşerojê de dike. li rêzefîlmek e s...
(6 şîrove)

rêzefîlme ke spanî ye.li girtîgeha jinan de derbasdibe.macarena ferreîro alê dilketîye xwe yê bizewac vê tê xapandin û tişten îllegal pê te kirîn.ber vê sedemê ferreîro tê girtin û dilketîye wî wê xwa...
(0 şîrove)

qala sîxurek navneteweyî dike....
(6 şîrove)

john wick di gerdûna jîyana bierdê de efsane ye. ji ber hinek sedeman xwe teqawît kiriye lê dîsa ji ber mirina kuçikê xwe, vedigere....
(6 şîrove)

fîlma duyemîn ya john wick e. piştî ku john vegerîya cîhana tawanan, hesabên kevin vedibin ku divê werin girtin....
(3 şîrove)

Di pêşerojê de Vîrusek, heme bêje hemû mirovan dikuje, ji xeynî kêm însanan. Vîrus, ji aliyê artêşa 12 meymûnan ve hatiye belavkirin. Îda ev mirovên mayîn, dive paşvegerin paşerojê û artêşa 12 meymû...
(2 şîrove)

Mesîh tê ser ruyê erdê. Peyva Xwidê di nav mirovan belav dike. Lê CIA di kevê pey vî mirovî û dixwaze vir û xapên vî qasidê (qaşo!) Viroker eşkere bike. Û sere mirovan tevlihev dibe....
(2 şîrove)

sêyemîn fîlma john wick e. di vê beşê de john li dijî şûrayê ya ku li hemû cîhanê belav bûye, li ber xwe dide....
(3 şîrove)

Roy McBride astronotek ku bavê wî yê astronot di rêwîtîya xwe ya li neptunê de, wenda bûye. niha divê li pey bavê xwe here û tiştên hatîye serê bavê xwe kifş bike....
(2 şîrove)

li dinyayê krîza enerjîyê ye û hindik maye şerê cîhanê rû bide. komek zanyar li fezayê hewl didin ku bi "lezkera partîkulan" enerjîyek bêsînor biafirînin ji bo mirovatîyê. lê ev cerb wê talk...
(3 şîrove)

jinekê ku di malekî fûturîstîk a biaqil da ji bo ceribandina amûrekî nû hatiye dîl girtin, ji bo ku bikare ji wî malê bireve dibe hevalê bernameya hişê çêkirî (AI) ya ku wî malê kontrol dike....
(0 şîrove)

Llewelyn Moss, çenteyekê dibîne û ji xwe re hildide lê piştî vê çenteyê serê wî dikeve belayê û mêrkujekî demanî dikeve li pey wî....
(6 şîrove)

6 bîyanî xwe di nava lîstikekî de dibînin ku paşê lê dihesin ku di rastîyê de ne lîstikek e....
(1 şîrove)

Derbarê UFO û kesên fezayî de fîlmekî gelek baş e.Beşa xwe de fîlmeke serkefttirîn e......
(0 şîrove)

Fîlm derbarê honaka zanistî de ye.Fîlmê de endezyarê optîkê bi teknolojî û jêhatîbûna xwe ve , jina ku ti car bi wî re bijî dixwaze qontrol bike.Ev jî bûyerek bi aksîyon derdixe holê....
(2 şîrove)

Fîlm li girtîhekî bi 250 qatan pêk tê derbas dibe.Di fîlmê de gelek kuştin/xwîn/laş heye.Fîlm çiqas hêsan bixûyê jî peyama ku dide , baş dide û dide fêhm kirin....
(9 şîrove)

Asghar Farhadî bi bûyerek rojane û bi hêsanî filma xwe pêşkêşî me dike. Lê ev hêsanbûn me ji ketina bin bandora vê filmê xelas nake. Malbatek li hevdû kom dibin û bi mebesta çend rojan bêhn bidin li k...
(0 şîrove)

Emad û Rana jin û mêrê hevin ku karê şanogeriyê dikin. Xaniyê ku têde dijîn li ber xerabûnê ye û divê ji xanî derkevin. Hevalekî wan ji bo demek kurt xaniyekî dide wan û cîran di derheqê kirêkarê ku ...
(2 şîrove)

Ji ber qezayekê Jenn dikeve giravekî bêmirov ku divê li wir him li dijî tenêbûnê him jî li dijî cenawerikî nepen, li ber xwe bide....
(2 şîrove)

Di pêşerojek nêz de, êdî operasyonên li dijû sûcdaran, ji aliyê tîmên polîsên robot ve tê kirin. Chappie ji nav van robotan, yê yekemîn e ku dikare bifikire û biryarên xwe bide....
(1 şîrove)

muretebata keştîya fezayî ya bi navê Serenity, hewl didin ku suîqestkerê li pey hevalekê wan bisekinin ku xwedîyê qabilîyeta telepatîyê ye....
(1 şîrove)

Di pêşerojek nêz de Mira Killian serdarek lekşkerî ye. Nimûneya ewlîn ya cûreya xwe ye çimkî bedena wê bi tevahî çêkirî ye. Tenê mejîyê wê aîdê jîyana wê ya berî qezayê ye lê ew mejî jî bîranîn lê nem...
(0 şîrove)

kalemêrek pîr bar dike bajarokek biçûk ya koreya başûr û li gorî bajarîyan, bûyerên ecêb destpê dikin. polîsê ku di eslê xwe de ji bo meseleyê ne dilxwaz e xwe di nav neçarîyê de dibîne ku meselê zela...
(1 şîrove)

ted crawford endazyarekî jîr, jêhat û dewlemendek e. rojekî fam dike jina wî bi merek din re wî dixapîne û jina xwe dikuje. piştî kuştina jina xwe polêsan digere. polîsê ku tê ser bûyerê berdilê jina ...
(1 şîrove)

Ray Monroe û malabata xwe bi erebeya xwe li ser rê ne. Hewce dibe ku herin nexweşxaneyê, li wir ji hev dibin û Ray dikeve pey şopa wan....
(0 şîrove)

fîlmeke kurt e. di filîm de aksiyon filan tune. hemû fîlm di qulûbeyeke telefonê de derbas dibe. reklamvaneke jîr û mijûl weke hertim dere qulûba telefonê û hevdîtina xwe dike. lê dema ji qulûbê derdi...
(0 şîrove)

12 cotmeh 1972yan de, taximê rugby,bi navê old christians ji bo maçê ku herê santîago, di rê de balafira wan xera dibe û li çiyayên andê dikevê, ji bo sax bimînin, li ber xwe didin....
(0 şîrove)

Ji ber ku hişê mirovan azad dike, dewletê hemû pirtûkan qedexe kirine. Divê her pirtûkek were dîtin û şewitandin. Montagê ku peywira wî jî tam ev e, piştî ku keçkik pirtûkhez nas dike, hemû zanîna xwe...
(6 şîrove)

malbatek ji bo betlaneyê diçe mala xwe ya li hafa golekê û fîlm behsa bûyerên ku tê serê wan dike. haneke di vir de du teknîkên cuda bikar aniye. a yekem lîstikvan bi temaşevanan re têkilî datine a...
(0 şîrove)

piştî mirina dapîra wê, Teresa vedigere gundê xwe ya maderşahî. ku ji ber azadîperwerîya wan, çavên xêrnexwazan lê ye....
(0 şîrove)

Dexer mirovekî ku du jiyanan dijî, bişev kujerekî bimerîfet û xwinsar e û biroj jî hezkirî, bira û karhevalekî aram, sernerm û bêdeng e....
(7 şîrove)

Sal 1941 e. Fransa li bin destê Napolyonê V-em e û bi hêza dûkelê welêt bi rê ve dibe. Di vê atmosfera giran de zanyaran bi sirdarî winda dibin. Aliyê din keçekê ciwan, Avril dikeve li dû dêûbavê xwe ...
(0 şîrove)

Piştî mirina wê, bedena jina alex, ji morgê wenda dibe. Detektîf ji bo dîtina wê dest bi lêkolînê dikin....
(2 şîrove)

Bavekî ku xwediyê fabrîqeya keresteyan e û bi keça xwe ya ku guhê wê kerr re bi rêve dibe.Lê ev jiyana aram û bi kedê hatiye avakirin ji aliyê firoşkerên heşbiran ve tê xirab kirin.Bûyerên ku diqewimi...
(1 şîrove)

Bill Harford û jina wî Alice Harford ji derve wek mêr û jinên bextewar xuya dikin. piştî ku tevlî dawetekî dibin û li wir mêrik, tevgerên jina xwe ya bi zilaman re dibîne, karakterê wî diguhere û dike...
(1 şîrove)

Bi rêya nivîsbarîyê dermanekî nû tê keşfkirin. Bi vî derman û bi vê nivîsbarîyê mirov dikare di yek deqîqeyê de salekê bijî. Saleke hepsê an jî ya serpêhatiyan......
(1 şîrove)

vîrûsekî çêkirî di navbera mirovan de kîn û nefretê zêde kiriye û wan veguhertîye zombîyan....
(1 şîrove)

Matematîkvanek paranoîd, ketîye li dû hejmarek ku wê bikare hemû şîfreyên di xwezayê de, veke....
(0 şîrove)

berxwedana parêzer Rob Bilott ya li dijî şîrketa hilberînên kimyewî, DuPont. Fîlmek li ser çîrokek rastîn e....
(1 şîrove)

Fîlmê de 2 birayên zewicî dixwazin bi jinên xwe re biçin bo betlanekî dawiya hefteyê.Dixwazin demek baş derbas bikin lê bi rastî mirov pê dernaxe ka çi bê serê wan.Fîlm , nav xwe de tirs , rageşî , ti...
(0 şîrove)

Ludlow zilamek extîyar e, piştî mirina jina xwe bi kuçikê xwe yê bi navê red (sor) re tenê maye. dema kuçikê wî tê kuştin, aramîya jîyana wî jî xera dibe....
(3 şîrove)

çîroka kesekî bêjiyan...
(1 şîrove)

8 berendam serî li şîrketekê didin ku lê bixebitin. Şîrket wan li jûreyekê dicivîne û tenê pirsekê dipirse. Yên ku pirsê rast bibersivînin ê bên stendin. Lê gelo pirs çi ye?...
(0 şîrove)

Piştî jinek bi tirimbêla xwe qeza dide li stargehekê şiyar dibe. Li stargehê du zilamên ku dibêjin ku cîhana derve di bin êrîşa kîmyewî de ye hene û nahêlin jin derkeve derve....
(0 şîrove)

"No Man’s Land" yan jî bi navê xwe yê kurdî "erdê bê kes û bê xwedî". li ser şervanên ypj û şerê wan ê li dijî daişê ye. bi taybetî karekî hevpar ê Fransa û Îsraîlê ye, televîzyona...
(2 şîrove)

Di salên 1970yî de, du ajanên fbi'yê ji bo desteserkirina rêzekujerên li derve, bi rêzekujerên girtî re hevpeyvînan dikin....
(1 şîrove)

sedan salan paşî, mirovahî şandina hişê mirov di navbera zemên de keşf dikin. û da ku bikarin dîroka mirovahî bi awayek erênî biguherînin, hişê mirovan dişînin sed sala 21....
(1 şîrove)

xewna amerîkî, ji bo komeke xebatkarên penaber vediguhere xewnereşkê. Roja standina pereyên xwe, bo wan dibe roja jê-xelasîyê....
(2 şîrove)

detektîvekî lêpirsîna mirina merivekî ku malbata wî zêde çavbirçî ne dike....
(1 şîrove)

Rêzefîlmek e, gelek pesin li ser tên kirin, mamosteyek kîmyayê û xwendevanek wî yê berê bi hevre methamphetamine (tozekî wek eroîn û esrarê, ne ew lê tiştek wisa) çêdikin, difiroşin, mala xortan xira ...
(32 şîrove)

Hinek klişe ye lê komek xort diçine derekî û dimirin. :) bêhenek, komek xort dibin mêvanê hevaleke xwe û diçin Swêdê. Li wir tevlî rîtuelên malbata wî dibin....
(1 şîrove)

Ji bo ku dewlet pêşiya sûc û sûcdaran bigirin, salê carekê ''Şeva Pakijbûnê'' îlan dikin û di nava 12 seatan de kî çi sûcî bike, bê ceza dimîne....
(2 şîrove)

Her sal şevekê, di nava 12 seatan de kî çi kuştinê bike, bêceza dimîne û qet tawanbar nayê hesibandin. Bi vê yekê hikumet rêjeya sûc û sûcdaran kêm dike....
(1 şîrove)

yekem fîlma kurdî ku derbarê aksîyon,tawan,rageşî hatîye çekirin.derhenerê fîlmê bakhyar fatah e û fîlm alîyê kam produksîyon ê ve hatîye duristkirin....
(1 şîrove)

Elisayê hizmetkar, ji ber afirînerekî li avahiyeke nepen a lêkolînê yê ku dikare him li erdê him li avê bijî şaş dimîne. Lê piştî demekê, Elisa bi vî afirînerê re têkiliyeke bêhempa pêş dixe....
(1 şîrove)

Light yagami, li dibistanê lênûska melkemotekî dibîne: death note. Bi vî lênûskî dixwaze bibe xweda....
(1 şîrove)

ji xwîna dînazoran ku di laşê fosîlbûyî ya mêşekî de tê peyda kirin, dînazor ji nû ve tên afirandin. ji bo van dînazoran parkek fireh tê avakirin ku mirov dikarin tê de bi awayeke ewle bigerin û kişfê...
(0 şîrove)

Lîseya Hyakkaou de lîstîna qumarê kevneşopîyek e. Statuya xwendekaran li gorî qabîlîyeta lîstîna qumarê tê diyarkirin. Rojekî xwendekarekî bi navê jabami yumeko endamê lîse dibi û qumarbaztîya wê bala...
(0 şîrove)

Rêzefîlmeke ku bi lîstikên zarokan ve hatîye çêkirin, ev demeke bi nav û deng e....
(8 şîrove)

Manga û anîmeyek japonî...
(1 şîrove)

Ev fîlm bi lîstikvanîya James McAvoy û Anya Taylor Joy derdikeve pêş.karakterê James McAvoy ku xwediyê 24 kesayetên cuda ye. Dema ji yekî derbasî yekî din dibe mirov matmayî dimîne....
(0 şîrove)

baltimore, marylandê tiryakîfiroşên organîze...
(1 şîrove)

Şervanê MMA Cole Young, ji bo li hemberî dijminên Outworldê bisekine li şampîyonê herî wêrek digere....
(1 şîrove)

Derhênerê we Ridley Scott e. Tê de lîstikvanên weke Matt Damon, Ben Affleck, Adam Driver, Jodie Comer cî digirin. Ji romana Eric Jagger hatiye adaptekirin. Di serdama navîn de lk Fransayê derbas dibe...
(0 şîrove)

zincîreyeka derbarê serborîyên (vbnr: sigmund freud) û hîpnoteknîkê...
(1 şîrove)

li bajarokekî bûçûk ê Massachusettsê, komek ciwan gazî gîyanê slender man dikin ku cenawirekî xeyalî ye. slender man bi rastî jî tê û bûyer diqewimin....
(1 şîrove)

Masîgirek di behrê de rastî keştîyeke vîkîvala tê. ji ya keleka xwe derbasî wir dibe û bi tenêtîyê re şer dike....
(1 şîrove)

Teknîkên çavdêriyê yên neqanûnî yên NSA ji aliyê Edward Snowden ve, xebarkarê wê derê ye, ji raya giştî re tên eşkerekirin....
(0 şîrove)

Berdewama fîlma "don't breathe". Gunehên kevin yên Norman Nordstrom lê vedigerin dîsa bêhemdî, xwe di nava tundîyek kor de dibîne....
(1 şîrove)

Bi rîya aparatek ku wek konsola lîstikên online e, mirov dikare hişê xwe derbasî pêşeroj bike. weke mînak 80 sal piştî îro, li londrayê. Flynne Fisher, bê hemdê xwe, di vê rewşê de dibîne û êdî jiyan...
(1 şîrove)

mirovê herî zîrek jî tenê %10ê mejiyê xwe bi kar tînin. gelê bi awayekî, kesek bikare %20, 30 an jî %100ê mejiyê xwe bi kar bîne; wê çi bibe?...
(0 şîrove)

Zilamekî ku di jiyana xwe ya rojane de bê deng, pîştî ku dizî li mala wî çê dibe, karakterê xwe derdixê holê...
(1 şîrove)

John Wick rêyek ji bo lêxistina The High Table vedike. Lê berî ku Wick bikaribe azadiya xwe bi dest bixe, divê ew bi hevalbend û hêzên cîhanî yên hêzdar ên ku hevalên kevn veguherînin dijminan, bi dij...
(0 şîrove)

Fîlm ji bûyerekî rastîn de hatiye girtin. Fîlmekî psîkolojîk e. Bersiva, "Bandora civatê û rewşa sosyo-ekonomika sûcdaran ser kiryarên sûcdaran çiqas heye" dide ber çava....
(1 şîrove)

Semasîyek kujer li beravên Cape Codê mirovan dikuje. kuştina vî semasîyî dikeve ser milê bîyolojîstekî, keştîvanek kevin û şerîfê vî bajarokî....
(1 şîrove)

Mamosteyek şanî şagirtên xwe dike ko jîyan li bin desthilatdarîya dîktatoran dê çawa bûya lê dema şagirt wî bi rastî jî serokê xwe dihesibînin cerba wî ji kontrolê derdikeve....
(0 şîrove)

Fîlmekî belgefîlmane, du polêsen ciwan û jîyana wan a rojane û têkoşîna wan a bi çeteyên bajêr re....
(0 şîrove)

Jong-su li keçikê rast tê ko berê cîranên hev bûn. Keçik jî hevalê xwe yê bi navê Ben pê dinasîne ko ew jî jê re hobîya xwe ya nepeni dibêje....
(0 şîrove)

Komeka zanyaran ji bo lêkolaneka arkeologîk diçin antarktîkayê lê dûre dibînin ko di navbera şerê Alien û Predator-an de mane....
(0 şîrove)

Kujerekî psîkopat dema ji zindanê derdikeve çavê xwe li mirovên bêtawan digerîne ko fantazîyên xwe yên sadîstîk li ser wan biceribîne....
(0 şîrove)

Zelamekî reben û sade ko kes rêzê lê nagire, rojekê rastî yekî tê ko cêwîyê wî lê xûyên wî berovajî ye û her kes jê hez dike....
(0 şîrove)

James û Em ji bo betlaneyê diçin giraveka bi navê La Tolqa-yê. Li wir James hîn dibe ko dişê bêtawanbarkirin her tawanê bike....
(0 şîrove)

Cîhanek ko mirov êdî bi genetîka herî baş tên afirandin û ew mirovane êdî ji karên girîng berpirs in. Zelamekî bi genetîka xwezayî jî hewl dide bide dû xeyala xwe ko çûna fezayê ye....
(0 şîrove)

jinek piştî mirina mêrê xwe bi kuştinê tê guman kirin; kurê wan ê nîv-kor wek şahidê sereke bi dubendiyek exlaqî re rû bi rû dimîne. Qedera diya wî di destê wî de ye.......
(0 şîrove)

Xewn an rastî?...
(0 şîrove)
dengdanên dawîn
Afîşa fîlmê dexter
tawan-sûc, dram, nepenî, rageşî / 2006
80
Afîşa fîlmê khane-ye doust kodjast?
dram, malbat / 1987
80
Afîşa fîlmê perfect blue
anîmasyon, tawan-sûc, dram, nepenî, rageşî / 1997
95
Afîşa fîlmê paprika
macera, nepenî, rageşî, honaka zanistî, tawan-sûc, anîmasyon / 2006
90
Afîşa fîlmê perfect blue
anîmasyon, tawan-sûc, dram, nepenî, rageşî / 1997
95