Fîlmên bi cureya "tirs"ê


Hackerek navdar û veşartî ku di dawiyê de xwe digihîne rastiyê....
(3 şîrove)

Ted Gray ji bo stajek kurt a tibê Jake Gallo ê pisporê patolojiyê nas dike. Her du jî wisa bawer dikin ku ew di çareserkirina bûyerên kuştinan de serkeftîtir in. Li ser vê yekê dikevin pêşbaziyek. Pêş...
(0 şîrove)

rêzefîlma navdar ya ku behsa ketina balafirekê ya li giravekê û serpêhatiyên kesên ku ji vê qezayê filitîne....
(6 şîrove)

Lîstikvanên sereke; Will Smith ... Robert Neville Alice Braga ... Anna Charlie Tahan ... Ethan...
(7 şîrove)

M.I.T. professor John Koestler links a mysterious list of numbers from a time capsule to past and future disasters and sets out to prevent the ultimate catastrophe....
(0 şîrove)

A boy who communicates with spirits that dont know they're dead seeks the help of a disheartened child psychologist....
(4 şîrove)

A family heads to an isolated hotel for the winter where an evil and spiritual presence influences the father into violence, while his psychic son sees horrific forebodings from the past and of the fu...
(1 şîrove)

evîna / hevaltiya seyr ya du zarokên 12 salî: Oskar û Eli. gelo hezkirin dikare rê li ber çiqas xerabiyan bike?...
(3 şîrove)

komeke lêkolîner li anterktîkayê bunewereke nû yê qet nehatî dîtîn peyda dikin û ev keşf li ser3e wan dibe bela....
(1 şîrove)

parêzereke ciwan ji bo karê xwe diçe gundeke durî bajêr û li wê derê rastî xeyaleteke jinekê ku dibe sedema mirina zarokan tê....
(0 şîrove)

bi kurdî "reqa avê, teyar, ava tenik". jinek li berbehreke xef surf dike lê li vê reqa avê semasiyek ku nayê hêvîkirin rê lê digire û wê di nava behrê de dîl digire....
(1 şîrove)

Gelo di şerê zombî û mirovan de, fikra zombiyan çi ye? ji bo ku nemirin, erê goştê mirovan dixwin lê ma gelo bêdeng be jî ew jî nafikirin? dilê wan lê nede jî, mejiyê wan nafikire? zombiyê me yê xort ...
(1 şîrove)

Du zilamên ku hev nas nakin, di odeyek de şiyar dibin ku nizanin ka kê ew anîne vir û çima ev hatiye serê wan. Paşê fêhm dikin ku di nav lîstikek tirsnak de ne......
(4 şîrove)

Rachel Keller rojanamevanek e, li ser vîdyoyek lêkolîn dike ku bekî bûye sedema mirina 4 ciwanan. baweriyek heye di derbarê vê fîlmê de ku piştî ku mirovek li vê vîdyoyê temaşe bike, wê di nava heft r...
(0 şîrove)

sê xort, ji bo dizehî bikin dikevin mala zilamek kor ku leşkerek kevin e û di şerê iraqê de çavên xwe wenda kirine. ji dûr ve, weke zilamek bêxwedî û belengaz xuya dike lê wê ev şelandin qet ne hêsan ...
(4 şîrove)

çavên julia'yê nexweşin û her ku diçe nexweşî bi pêş ve diçe. piştî ku xweha wê ya ku ji ber heman nexweşiyê kor bû û li mala xwe mirî hate dîtin, julia wisa hîs dike ku ev mirin, kuştinek bû. ji bo h...
(0 şîrove)

Emily Rose ji bo ku zanîngehê bixwîne, li bajaroka xwe diçe bajêr. li wargehê, rojekê bêhiş dikeve û krîzek debas dike. her ku diçe ev krîz zêde dibin. ji bo çareseriyê, ji rahîbê bi navê Richard Moor...
(0 şîrove)

Nostromo navê keştiyeke fezayê ye. ji bo peydakirina madenan li ser kar e. kar qediyaye û niha li ser riya vegera dinyayê ye. li ser riya vegerê, bi awayek tesadûfî rastî sînyalek tên ku her 12 saniye...
(4 şîrove)

berdewama fîlmên alien û aliens e. ripley, li gel hevalekî xwe, keçika bi navê newt û bi hevalê xwe yê androîd bîşop, ji gerstêrkan fezayîyan rizgar bûbû û di xew de ketibû ser riya vegerê. lê kapsûl...
(1 şîrove)

200 sal piştî fedakariya ripleyê ku li gerstêrka Fiorina 161ê xwe û nifşa fezayiyan tune kiribû. bi tunebûna wan êdî derfet nemabû ku bi saya fezayiyan, teknolojiyên nû yên çekan were bidestxistin. ji...
(1 şîrove)

predator piştî 3 salan vê carê li los angeles'ê, di nîvê nava şerê çeteyan de derdikeve holê û dîsa nêçîra xwe ya mirovên biçek dike. Danny Gloverê ku hema bêje bi qasê wî çeteyan kuştiye him reqîbê w...
(1 şîrove)

fîlma ku rêzeyên "alien" û "predator" digihîne hev. piştî 2 fîlmên predator û 4 fîlmên alien, ev her du rêze bi fîlmê dibin yek. di fîlmê de predator li pey nêçîra alien'an in. q...
(3 şîrove)

duyemîn fîlma hevpar ya rêzeyên fîlman yên alien û predator. di fîlma ewil de predatorê ku piştî kuştina hemû alienan ew bixwe jî dimire û laşê wî ji aliyê hevalên wî ve tê standin, li dinyayê tovê a...
(2 şîrove)

Berê çermspî bi awayek tade li çermreşan dikirin aniha bi awayek dî. Mijara fîlmê cûreyeka koletî ye. Fîlm herçend fantastîk be jî, ewende rastekîn....
(1 şîrove)

komek zanyaran ji erdê marsê nimûneyan distînin û di lêkolînên li ser vê axê de rastî formeke jiyanê tên. taybetiya vî jîndarî ew e ku gelek bilez mezin dibe û dikare xwe li gorî her rewşî adapte bike...
(1 şîrove)

Di fîlmê ku ji romana klasîk ya washington irving bi navê 'efsaneya sleepy hollow' hatiye bi sînemayê ve guhastin de, bûyerekî sosret ku pişkînera asayîşê ichabod crane(johnny deep) di sala 1770 de ji...
(2 şîrove)

Fîlm di cîhanekî ji aliyê zombîyan ve hatiye dagir kirin de diçe ser du kesên ku dikarin riyek ji bo berdewam kirina jiyana xwe re bibînin. Columbus tam yekî tirsonek e, lê heke tiştê hûn ditirsin ew ...
(1 şîrove)

Fîlm, li derdora cotekî xwedî jiyanek asayî û aram diherike. Jiyanê ev cotê asa ku dikarin bibin cîranê kelekê yên her kesî piştî mêvanê ku nayê xwestin tê mala wan serûbin dibe. Ev mêvanê hêvînekirî ...
(1 şîrove)

komek mirovên dilxwaz, ji bo kolonîzekirina gerstêrek nû, dikevin ser riyek dûr. bi salan radizin û dema ji xewa rêwitiya xwe şiyar dibin, heta hişê wan were serê wan, divê yek bi yek parçeyan bi hev ...
(1 şîrove)

Lockhartê ciwan, ji bo ku ceo'yê şîrketa wan vegerîne şîrketê diçe kelehekî li serê çiyayekî swêdê ku weke navenda tendûristîyê tê dîtin û ceoyê wan ji bo başbûnê hatiye wir. her ku dimîne wir gumanên...
(1 şîrove)

nivîskarê pirtûkên tawanê, dema bar dike xaniyê xwe yê nû, kasetek dibîne di derbarê kuştinek ku li vî xanîyî qewimiye. bi dîtina vê kasetê, ew û malbata xwe dikevine nava vê xewnereşkê....
(0 şîrove)

berdewamiya fîlma prometeus. androîdê davîd û Elizabeth Shaw ji bobelata prometeusê filitîbûn û berê xwe dabûn welatê endezyaran(engineer). di sala 2104an de keştiyek li ser riya gerstêrka Origae-6ê ...
(1 şîrove)

malbata 'perron'an bar dikin xaniyeke nû û fireh. demek kurt piştî barkirinê, bûyerên tirsnak û erjeng rû didin hêdî hêdî. piştî ku êdî rihetî di dilê wan de namîne, alîkarî ji Ed û Lorraine Warren di...
(0 şîrove)

piştî fîlma ewil, Ed û Lorraine Warren vê carê diçin londra'yê da ku alîkariya jinek û zarokên wê bike....
(0 şîrove)

Bi awayekî ecêb li ser mijara "evîn'ê" sekiniye. Evîn çiye? Tiştekî çawa ye? Têkiliya evîn û xwida û evdan çiye?... Serlîstikvan jineke lal û belengaz e. Kesê evîndar jî lal û belengaz...
(0 şîrove)

di kûrayên daristanên romanyayê de, zanyar li ser dêreke aîdê sedsala 13an dixebitin ku di lêkolîna xwe ya berfireh de pê dihesin ku ev dêr li ser deriyê têketina şikefteke pir mezin hatiye avakirin. ...
(0 şîrove)

hikumeta amerîkayê Gerry Lane dixe kar ku dinyayê ji bobelata zombîyan xelas bike ku hejmara wan bi milyaran e û êdî dewlet û artêş nikarin xwe li ber wan bigirin....
(5 şîrove)

fîlma derxwezayî ya tirs û rageşiyê, di atmosferekî tarî de derbas dibe. li keraxên bajarê New Orleansê, Caroline li jinekî pîr dinêre. dûre ji bo alîkariyê diçe mala Ben Deveraux û li wî dinêre ku ne...
(0 şîrove)

komeke xwendekaran li pey şopa rêze-kuştina hirçan in, lê dû re dibînin ku tiştinên hê mezintir û xeternak hene li holê. nêçîrvanekî dişopînin û dibînn ku ew nêçîrvanê trollan e....
(1 şîrove)

piştî ku bar dikin malekî derveyî bajêr, jin û mêrek rastî bûyerên deresiruştî tên. Ji bo fêhmkirina van bûyeran jî li odeya xwe ya razanê, kamerayan datînin....
(2 şîrove)

3 ciwanên gerok riya xwe dikin Amsterdamê. Li wir di bi keçikên xweşik re kêf kêfa wan e. Hê zêde derbas nebûyî pê dihesin ku ketine dafikekî erjeng. Êdî wê keyfxweşiya wan cihê xwe bihêle ji dijbera ...
(0 şîrove)

Alice ji xewnereşekê şiyar dibe û dibîne ku hemû tiştên di xewna xwe de dîtî, rast in. Vîrûsek li her derî belav bûye û divê pêşî lê bigire. Ji aliyê din ve divê ji şîrketa Umbrella jî bireve ku cerba...
(0 şîrove)

di serdama dawîn de, nexweşiya webayê li hemû ewropayê belav bûye. mirov bêçare ne û mirin û xerabî li her alî ye. li gundekî, nexweşî hîç tune. li ser îdîayê ku li vir mirî tên vejandin, dêr zilamê x...
(0 şîrove)

du bira, li pey bavê xwe dest bi karê wî ya nêçirvaniya cinawirên derîxweza dikin....
(9 şîrove)

6 jinên maceraperest, ji bo ku Sarah travmayê ji ser xwe bavêje, tûra kifşkirina şikeftekî organîze dikin. ev şikeft berî wan qet nehatiye kifşkirin û di derbarê wê de hema bêje qet agahî tune. bêguma...
(3 şîrove)

berdewama fîlma the descent. serlehengê fîlmê ewil (sarah) nikare tu kesî li çîroka xwe bide bawer kirin û bêyî hemdê xwe vedigere şikeftê....
(1 şîrove)

Annie dîya du zarokan e. Piştî mirina dîya wê, têkirliyên di navbera wê, bûyerên deresirûştî diqewimin û vê malbatê serûbin dikin....
(1 şîrove)

piştî ketina meteorekî, li cihê ketinê teşeya xwezayê diguhere. ji hundirê vê qada taybet ku bi ronahiyek keskesor dorpêçkirî ye, tu agahî nikare were standin û ev qad her ku diçe fireh dibe....
(3 şîrove)

Cole zarokek 14 salî ye lê hê jî dema dê û bavê wî ne li mal bin, kesek dimîne li ber wî. şevekê biryar dide ku raneze û jiyana keçika ku nêrevanîya wî dike, kifş bike....
(1 şîrove)

keştiya fezayê, event horizon ji qula kurmê (wormhole) derbasî alîyeke din ya fezayê dibe lê encax piştî 7 salan dewsa wê tê dîtin. niha divê tîmek here wir û hewl bide ku fêhm bike ka çi hatiye serê ...
(1 şîrove)

piştî windabûna zarokekî, dîya wî hevalên wî û polîsek ji bo wî zarokê xilas bikin bi pêşberî tiştên deresirûştî dikevin....
(3 şîrove)

piştî şerê navxweyî an jî bobelatekî wisa, mirovahî ji holê radibe û robotek ku ji bo vê yekê hatiye programkirin, hewl dide ku mirvatîyê ji nû ve bide destpêkirin....
(1 şîrove)

li dinyayê krîza enerjîyê ye û hindik maye şerê cîhanê rû bide. komek zanyar li fezayê hewl didin ku bi "lezkera partîkulan" enerjîyek bêsînor biafirînin ji bo mirovatîyê. lê ev cerb wê talk...
(3 şîrove)

6 bîyanî xwe di nava lîstikekî de dibînin ku paşê lê dihesin ku di rastîyê de ne lîstikek e....
(1 şîrove)

Derbarê UFO û kesên fezayî de fîlmekî gelek baş e.Beşa xwe de fîlmeke serkefttirîn e......
(0 şîrove)

Fîlm derbarê honaka zanistî de ye.Fîlmê de endezyarê optîkê bi teknolojî û jêhatîbûna xwe ve , jina ku ti car bi wî re bijî dixwaze qontrol bike.Ev jî bûyerek bi aksîyon derdixe holê....
(2 şîrove)

vîrûsek ku ji mirovek vedigere yên din, dibe sedem ku ew mirov veguherîn zombîyan. hemşîreyek, polîsek, jin û mêrek bû zewicî, firoşkarek û çend kesên din di vê cehnima zombîyan de li ver xwe didin....
(5 şîrove)

qala şerê di navbera mirov û dew/hûtan de dike....
(4 şîrove)

Fîlm li girtîhekî bi 250 qatan pêk tê derbas dibe.Di fîlmê de gelek kuştin/xwîn/laş heye.Fîlm çiqas hêsan bixûyê jî peyama ku dide , baş dide û dide fêhm kirin....
(9 şîrove)

Ji ber qezayekê Jenn dikeve giravekî bêmirov ku divê li wir him li dijî tenêbûnê him jî li dijî cenawerikî nepen, li ber xwe bide....
(2 şîrove)

Rose di fîrmayekê de karê dîzayna cil û bergan, dike. Dixwaze di vê sektorê de bilind bibe. Piştî qezayekê, rûyê wê gelek deforme dibe û loma neçar dimîne ku bikeve emelîyatek gelek bitalûke û xwedî e...
(1 şîrove)

kalemêrek pîr bar dike bajarokek biçûk ya koreya başûr û li gorî bajarîyan, bûyerên ecêb destpê dikin. polîsê ku di eslê xwe de ji bo meseleyê ne dilxwaz e xwe di nav neçarîyê de dibîne ku meselê zela...
(1 şîrove)

Fîlma ku navbera nobedaran de li ser çiraya deryayê derbas dibe.Fîlmê de bi rastî 3 lîstîkvan hene û fîlm gelemperî ,nêrînek e gelo ev xewn e ? Anku xeyal e ? Anku dibe ku ev şîzofren e ? dide temaşev...
(0 şîrove)

vîrûsekî çêkirî di navbera mirovan de kîn û nefretê zêde kiriye û wan veguhertîye zombîyan....
(1 şîrove)

Matematîkvanek paranoîd, ketîye li dû hejmarek ku wê bikare hemû şîfreyên di xwezayê de, veke....
(0 şîrove)

Fîlmê de 2 birayên zewicî dixwazin bi jinên xwe re biçin bo betlanekî dawiya hefteyê.Dixwazin demek baş derbas bikin lê bi rastî mirov pê dernaxe ka çi bê serê wan.Fîlm , nav xwe de tirs , rageşî , ti...
(0 şîrove)

Piştî jinek bi tirimbêla xwe qeza dide li stargehekê şiyar dibe. Li stargehê du zilamên ku dibêjin ku cîhana derve di bin êrîşa kîmyewî de ye hene û nahêlin jin derkeve derve....
(0 şîrove)

xewna amerîkî, ji bo komeke xebatkarên penaber vediguhere xewnereşkê. Roja standina pereyên xwe, bo wan dibe roja jê-xelasîyê....
(2 şîrove)

xerabîyek bêyom dinyayê vegirtiye û piranîya mirovatîyê ber bi mirinê ve dibe. Malorie, di gel 2 zarokên xwe divê xwe bigihîne cihekî ewle. û di vê rêwîtîyê de, divê çavên wan tim girêdayî bin....
(2 şîrove)

Hinek klişe ye lê komek xort diçine derekî û dimirin. :) bêhenek, komek xort dibin mêvanê hevaleke xwe û diçin Swêdê. Li wir tevlî rîtuelên malbata wî dibin....
(1 şîrove)

Ji bo ku dewlet pêşiya sûc û sûcdaran bigirin, salê carekê ''Şeva Pakijbûnê'' îlan dikin û di nava 12 seatan de kî çi sûcî bike, bê ceza dimîne....
(2 şîrove)

Her sal şevekê, di nava 12 seatan de kî çi kuştinê bike, bêceza dimîne û qet tawanbar nayê hesibandin. Bi vê yekê hikumet rêjeya sûc û sûcdaran kêm dike....
(1 şîrove)

kolesîyona qafên mirovan ya şergerek ji serdema navîn, wenda ye. lê tenê ya wî cinawirî maye ku berî çend salan keça wî kuştibû....
(1 şîrove)

Di 1930an de li inglîstanê malbatek bi hêzên cadûyane, efsûnbazî û xwedanî parçe dibe....
(0 şîrove)

Dracula ji bo keçika xwe Mavis, ji mirovan biparêze hotelekê ava dike....
(1 şîrove)

Dracula û hevalên wî ji bo Mavis ji otelê neçê, dixwazin cenawerê di nava nêviyê xwe yê nîv mirov û nîv vampîr derbixin....
(1 şîrove)

Di keştiyeke geştiyariyê de serpêhatiyên nû tên serê Dracula û hevalên wî....
(0 şîrove)

Ev fîlm bi lîstikvanîya James McAvoy û Anya Taylor Joy derdikeve pêş.karakterê James McAvoy ku xwediyê 24 kesayetên cuda ye. Dema ji yekî derbasî yekî din dibe mirov matmayî dimîne....
(0 şîrove)

li bajarokekî bûçûk ê Massachusettsê, komek ciwan gazî gîyanê slender man dikin ku cenawirekî xeyalî ye. slender man bi rastî jî tê û bûyer diqewimin....
(1 şîrove)

Steven Grant hîn dibe ku hêzên xwedawendekî misrî lê hatine bexşandin. lê dûre dibîne ku ev hêzane dişên hem dîyarîyek bin hem jî naletek bin bo jîyana wî ya têkşkestî....
(3 şîrove)

Masîgirek di behrê de rastî keştîyeke vîkîvala tê. ji ya keleka xwe derbasî wir dibe û bi tenêtîyê re şer dike....
(1 şîrove)

Berdewama fîlma "don't breathe". Gunehên kevin yên Norman Nordstrom lê vedigerin dîsa bêhemdî, xwe di nava tundîyek kor de dibîne....
(1 şîrove)

Bavê ku li pey desthilatdariyê ye, canê kurê xwe yê nûbûyî qûrban dike komekê cin û îblîsan. Lê belê ev bebekê nûbûyî namire. Sal şûnde, kur bi wan cinan re şer dike da ku organ û hestên xwe ji wan bi...
(0 şîrove)

Komekê mirovên rizgarbûyî di trênê de rêwîtiyekê mecbûrî dikin, li îstasyonekê nedagirkirî digerin. JI ber ku hema hemû Japonya ji hêla afirîdeyên nexweş û nemir ên bi navê Kabane ve tê dagirkirin ku ...
(0 şîrove)

Komeka zanyaran ji bo lêkolaneka arkeologîk diçin antarktîkayê lê dûre dibînin ko di navbera şerê Alien û Predator-an de mane....
(0 şîrove)

Simone-ya ciwan dil ketîye stranbêjekî û hema bibêje wî diperêse. Piştî ko wî dibîne û hîn dibe ko lawik jê hez nake obsesyona wê bi tiştên nebaş encam dide....
(0 şîrove)

Kujerekî psîkopat dema ji zindanê derdikeve çavê xwe li mirovên bêtawan digerîne ko fantazîyên xwe yên sadîstîk li ser wan biceribîne....
(0 şîrove)

James û Em ji bo betlaneyê diçin giraveka bi navê La Tolqa-yê. Li wir James hîn dibe ko dişê bêtawanbarkirin her tawanê bike....
(0 şîrove)

5 mûtantên ciwan li sazîyeka nepenî dijî vîyana xwe dimînin û hewl didin ko behreyên xwe kişf bikin....
(0 şîrove)
dengdanên dawîn
Afîşa fîlmê dexter
tawan-sûc, dram, nepenî, rageşî / 2006
80
Afîşa fîlmê khane-ye doust kodjast?
dram, malbat / 1987
80
Afîşa fîlmê perfect blue
anîmasyon, tawan-sûc, dram, nepenî, rageşî / 1997
95
Afîşa fîlmê paprika
macera, nepenî, rageşî, honaka zanistî, tawan-sûc, anîmasyon / 2006
90
Afîşa fîlmê perfect blue
anîmasyon, tawan-sûc, dram, nepenî, rageşî / 1997
95