big eden

 Thomas Bezucha

 Thomas Bezucha

 2000


 DYA

 Inglîzî

 118

 Drama Romance

  (1970.01.01)

 biruya hayao miyazaki (2014.12.14)

 henry, wênekêş e û li newyorkê dijî. bapîrê wî yê ku li big edenê dijî, gelek pîr e û bi qezayekî xwe diêşîne. bi vê sedemê henry vedigere welatê xwe...


big eden - Tirşik

big eden


. fîlmekî bi temaya hevzayendî ye ku di sala 2000ê de hatiye kişandin. derhênerê/a wê çima çîrok û serpêhatiya lehengên xwe hewqas dirêj kiriye nizanim lê 2 demjmêr ji bo fîlmekî ji beşa romantîk gelekî dirêj e. 3 car ji bo kişandina cixarê bêhna xwe vedam.

mijara fîlma me "piçekî" basît e: henry'ê me nêrbazekî wênekêş e û li newyorkê dijî. bapîrê wî yê ku li big edenê dijî, gelek pîr e û bi qezayekî xwe diêşîne. bi vê sedemê henryê hanûn vedigere welatê xwe. xwedêyo! tê û hay ji evîna xwe ya 20 sal berê, dean dibe ku wî dev ji jina xwe berdaye û bi du layê xwe vegeriyaye welêt....lê dexterê nizanim kîjan dikan dide şixulandin, dikeve dilê zilamê me ya sernerm...

-------------spoilerekî genî------------

ji bo xwedê dean çi nikare çê/bike?! min ew sehneya 3 caran temaşekir lê serê min baş neket ku dean çi nikare çê/ke?! gelo seks? ev ket serê min, ji ber ku di sehneyekî de wî maçî dike û bi ruyekî tirş dev ji lêva wî berdide û dibêje ez nikarim. quzzulqurt! dean bi alîyekî dibêje ez evîn bi te naskir û jiya û alîyê din jî 20 sal bê wî derbaskiriye; hewqas ku zewicîye û bûye xwedîyê 2 zarokan! ne ew dexter jî maşelleh kengî bû lehengê me yê ji 2 min fêmnekir. bi kurt û kurmancî senaryo piçekî tevlihev bûye. * * *

-------------spoilerekî genî------------






  • big eden0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 75
(imdb: 7.3)
pûanê bide fîlmê: