the maze runner

 Wes Ball

  Noah Oppenheim Grant Pierce Myers

 2014


 amerîka îngîlîstan kanada

 Îngîlîzî

 113

 Xeyalê zanistî nepenî rageşî aksîyon

  (1970.01.01)

 simurg56 (2014.12.14)

 Thomas çavê xwe li cihek wisa vedike ku hemû riyên jêderketinê girtî ne û herkesî paşeroja xwe ji bîr kiriye û heta navê xwe yê rastîn jî nizanin. êdî dinyaya thomas jî tenê ji qadek biçûk pêk tê ku bi labîrentekê hatiye dorpêçkirin.


the maze runner - Tirşik

the maze runner


. ji fîlmê vê salê ye. fîlmek xweş e. ji despêkê heta dawiyê mirov dike nav fikaran û dide meraqkirin.
lîstikvanên wê hema bêje hemû ciwan in û %99 mêr in lê dîsa jî ne xerab e *
http://www.tirsik.net/film.php?film=101
pûana min jê re 90 e.

--- spoiler ----
cîhazên ku grieveran derdixistin û weke mifte bi kar dianîn, gelek bêmantiq bû. ji bo lîstikek evqas mezin, lawaziyek evqas hêsan ne karê aqil e. heçko mirov devikê telefinê veke û bataryaya wê derxe... hinek bêmantiqiyên wisa hebûn lê divê mirov lê negire û serê xwe pê neêşîne.
--- spoiler ----



Array. filma ku hemû pirsên di aqlê me de hiştiye filma duyem. mijara filmê gelek balkêş e. bêhna mirov qet teng nabe lê ji ber ku di dawiyê de mirov nikare bersiva gelek pirsan bistîne, tatmÎn nebûm.

spoiler

bersiva gelek tiştan tune ye. weke mînak herî dawiyê de, dema xwe xelas kirin, ji nişka ve ew kurikê zer tê. çawa hat tu kes nizane. heta niha qet neketiye nav labîrentê lê carekê de dikare jê xelas bibe. şîfre ji ku dizaniye ? balkêş.

spoiler

neyse, hêvidar im em berisiva pirsên xwe ji filma duyem bistînin. ya duyemîn derketiye lê ji ber ku di zamundayê de tenê ya di sinemayê de hatî girtin heye min hê danexistiye.

puana min jê re ; 82






  • the maze runner0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 76.7
(imdb: 6.8)
pûanê bide fîlmê: