av mevsimi

 Yavuz Turgul

 Yavuz Turgul

 2010


 tirkiye

 tirkî

 140

 Tawan Dram rageşî nepenî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2015.01.13)

 Hevalbendiya du polîsên ji jenerasyonên cûda ya di pêvajiya şopandina şopên kuştinekê.


av mevsimi - Tirşik

av mevsimi


. fîlmeke Yavuz Turgul e ku di sala 2010an de hatiye weşandin.
serlehengên fîlmê şener şen û cem yılmaz in.
lîstikvaniya cem yilmaz belkî zêde ne baş be lê berî temaşekirina fîlmê jî min dizaniya ku, çi ji destan were wê bike. wisa jî bû, fîlmê de bi xerabiya lîstikvaniya xwe baş nekişand. him jî li cem şener şen.. baş bû yanî.

gelek kêm caran li fîlmên tirkan temaşe dikim. ev fîlm jî di nobeteke min de ji youtubeê hatibû vekirin û tevahiya rojekê de bi hatin û çûyînê, min parçe parçe temaşe kir.

senaryoya fîlmê ne orjînal bû lê bi motîfên xwe yên heremî, xwe dida temaşekirin. min jê hez kir. ji ber ku ev cûreli tirkiyê zêde ne berbilav e, bi ya min serkeftî bû. jixwe di fîlmê de jî behsa tunebûna rêzekujeran ya li tirkiyê tê kirin.

--- spoiler ---

di fîlmê de qaşo keça battal, ji ber tunebûna qurçîkên xwe, li ber mirinê ye û loma jê re qurbanek lazim e da ku neqla gurçîkê were kirin. senaryo li ser vê rewşê hatiye avakirin lê eslê xwe de tiştek wisa tune. tu kes ji ber tunebûna gurçîkan namirin. yên ku gurçîkên wan naxebitin, bi hêsanî bi alîkariya dîyalîzê dijîn. neqla gurçîkan tenê konfora nexweşan baştir dike, tu kesî ji mirinê xelas nake. heta, tam berevajî vê rewşê, ger rewşa nexweş nebaş be û di bin van şertan de di ser de neqil jî were kirin, wê nexweş hê xerabtir bibe. ji ber ku piştî neqlê divê nexwe dermanên giran bistîne.
ji aliyê din ve, ji bo gurçîkekê ne hewce ye ku mirov kesekî bikuje. li tirkiyeyê ger nasek we tune be ku girçîka xwe bide we, bi destûra lijneya etîkê, hûn dikarin ji herkesî gurçîkan bistînin. tabî divê hûn vê lijneyê bixapînin ku di navbera we de têkiliya pereyan tune, lê ev yek zêde ne zehmet e. li tirkiyê piyasaya wê nêzikî 15.000 tl e. ewqasî bibêjim ji were.
ji aliyek dîtir ve jî, li hinek welatan kirîn û firotina gurçîkan jî ne qedexe ye. weke mînak li kurdistana başûr serbest e û gelek kes ji tirkiyê diçin wir, gurçîkek distînin û li wir emeliyat jî dibin û tên. (fiyeta wê jî bi qasê 40.000 tl fîlan e)
neyse...

di senaryoyê de tiştek din ku baş nehatiye fikirîn, îşareta îdrîs ya di sahneya mirinê de, bû. qaşo li vir, îdrîs îşaretek dide û bi saya vî tevgera wî ya dawîn, mesele çareser dibe. min jî meraq kir ka ev îşareta wî wê kêrî çi were. lê di dawiya fîlmê de diyar bû ku tenê xwestiye bibêje "nêrîna xwe biguherînin" e. di eslê xwe de jixwe îdrîs bixwe jî tiştek safî nekiribû ku bikare riyek nîşanî wan bike. xwedêgiravî, bi saya vî peyama îdrîs, polîsan karîn kujer derxin holê. tiştek gelek beredayî bû.

--- spoiler ---



Array. http://www.tirsik.net/film.php?film=112



Array. (bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)
(bnr: nivîskarên bijîşk ên tirşikê)

ya rastî xelatiya mantiqî ya ku nivîskarê li jor behs kiriye qet bala min nekişand û jixwe min meselê nizanîbû, fîlmeke xweş e lê niha dilê min jê reş bû
di fılmê de serketîbûna cem yilmaz li pêş e ku komediyenekî bifikirin ku dikare di karaktereke berovajiya rewşa xwe de bi awayekî serketî bilîze bêî ku beloq bisekine..



Array. bi tirkî av; nêçîr, seyd mevsim; demsal, werz -i; qertafa diyarî û destnîşankirinê ye, bi kurmancî ji bo tiştên nêrza; -ê, ji bo tiştên mêza; - a ye ev qertaf.. av mevsimi; werza nêçîrê, demsala seydê..



Array. ji xêndî tiştên ku li jor hatiye qal kirin, ez qala tiştekî din bikim. di gelek fîlman de , êdî bûye klîşe, mêrekî pîr û mêrekî ciwan heye. ew mêrê pîr zana ye û yê ciwan jî peya ye ango hê zêde tiştekî nizane û li gor kêfa xwe tevdigere. ev ciwan her tim tiştekî nebaş dike (dikare neke jî) û ji yê pîr tiştan dielîme û bejin lê dirêj dibe. dema min li vê fîlmê temaşe kir tişta ewil a ku hat bîra min bişîna wê ya li fîlma sevenê bû. lewra di wê fîlmê de jî vê rewşa ku min qalê kir hebû û dîsa di wê fîlmê de jî ev her du kes polês bûn û dîsa di wê fîlmê de jî polês li dû 'rêzekujerekî' bû..
ez dixwazim vê yekê jî bibêjim bi îzna we* heta niha min vê rewşê(rewşa pîr-ciwan) di gelek fîlman de dîtiye lê ji nav wan fîlman de fîlma herî kevn fîlma akira kurosawa ya bi navê Nora inu* ye..






  • av mevsimi0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 77.1
(imdb: 7.4)
pûanê bide fîlmê: