fifty shades of grey

 Sam Taylor-Johnson

 Kelly Marcel E.L. James

 2015


 dya amerîka

 Îngîlîzî

 125

 Drama romantîzm

 2015.03.07 17:59

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin

 simurg56

 jiyana xwendekarê wêjeyê Anastasia Steele, piştî nasîna Christian Grey yê ku dewlemend û bedew.


fifty shades of grey - Tirşik

fifty shades of grey


. fîlma ku vê taliyê gelek galegal û guftûgoyên qerrese li ser diqewime û balkêş e ku hê jî mijara wê di tirşikê de venebûye..
min gelek meraq dikir ji ber ku hem ji aliyê erênî hem jî ji aliyê nêyîniyê ve gelek rexne li ser vê fîlmê hat gotin û nivîsandin..
ji ber ku hej ji sînemayê nakim li benda daketina wê ya li ser înternetê sekinim, a soxî îroj min dît ku li ser înternetê jî belav bûye û min vekir, temaşe kir..
cara pêşî bêjim ku ji ber tameşekirinê gelek poşman bûm, heta deqeya dawî jî bisebr sekinîm, mi go belkî tiştekî seyr çêbe û ez jî bêjim aha hemû felsefeya filmê ev bû! lê felsefeya çi halê çi.. bawer bikin fîlmên pornoyê ji vê fîlmê felsefîtir in, qenebî mariv fêrî pozîsyonên gayînê dibe..
zilamekî sadîst heye, ji ber sedemekê -ku heta dawiyê jî li benda vegotina sedema vê yekê mam lê dêqehb tiştekî venegot- derûniya wî xera bûye û lewma nikare mîna însanên normal bijî, bixwe, rakeve, bigere falan û bêvan..
keçikeke ehmeq heye, xwendekar e û ji bo hevpeyvînekê dihere li gel wî û dil dikeve û bûyera qeşmer jî ji vir dest pê dike..
bi kurt û kurmancî qet meraq nekin û temaşe nekin, min vî gûyî xwar û du saetên xwe yên giranbuha pê re pûç û pîç kir lê hûn nekin, ji dewsê werin li vir deh-bîst heb entry binivîsin çêtir e






      Afîşa fîlmê:
      Afîşa fîlmê
      Puana tirşikê= 85
      (imdb: 4.1)
      pûanê bide fîlmê: