la môme

 Olivier Dahan

 Isabelle Sobelman Olivier Dahan

 2007


 France britanya çekya

 îngîlîzî Fransizî

 140

 Biyografî Dram Muzîk

  (1970.01.01)

 beroj mukriyanî (2015.08.11)

 ''Tîvila Ser Peyarêyan'' ( navê fîlmê yê orjînal bi Fransizî : La Môme Tr.Kaldırım Serçesi ) di sala 2007an de hatiye kişandin, û jiyana hunermanda navdar a Fransiz Edith Piaf aniye ser perdeyê. Cara yekem li Mîhrîcan Fîlman a Berlînê hat nîşandan. Lîstikvan Marion Cotillard bi performansa xwe ya di fîlmê de xelatên girîng ên Oscar, Kûreya Zêrîn û BAFTAyê bi dest xistin. Filmê ji xelatên BEFTA yên 2008an yên 4 beşan (aktris, kostum, muzîka fîlmê û makyajê ) wergirtin. Stranbêja Fransiz Édith Piaf (Z. 19 Berfanbar 1915, Paris; M. 10 Cotmeh 1963, Grasse) di dema xwe de mûzisyena herî navdar a li Fransayê bû û muzîka pop a Fransiz, kanare û slow çêdikir. Fîlma biyografik a Edith Piaf bi sahneyek konsera Piaf dest pê dike û bêyî ku bi rêz bibe zarokatî û ciwaniya wê, nexweşî û kariyera wê tîne ser perdeya spî. Herwiha di fîlmê de gelek stranên ku bo Pîaf bûne nasnav jî cih digrin. Bi strana xwwe ya navdar -Non, je ne regrette rien-(Na, ez ji bo tu tiştekî ne poşman im) ku li hêwana muzîkê ya Olîmpiyayê dibêje fîlm bi dawî dibe. Fîlm jiyana Fîaf daxwazên wê, şikestin û serencama hunera wê baş nîşan dide. Bavê Pîafê ji neçarî wê bi zarokatî datîne ber destê xwediya kerxaneyekê da ku lê xwedî derkeve heya ku vegere, piştî bavê wê vedigere dîsa tê wê dibe û li akrobatiya xwe ya li kolanan berdewam dike û însanan li xwe diheyirîne, herwiha dixwest ku keça wî jî bide ser rêya wî û hunerbaziya wî, rojekê dîsa bavê wê zorê didê ku hunereke xwe ya akrobatiyekê pêşkêş bike, Pîaf ji neçarî radibe Sirûda Neteweyî ya Fransayê La Marseillaiseyê dixwîne balê dikşîne û bi hunera dengê xwe li kolanan pereyan qezenc dike. Piştre xwediyê muzîkholê yê (pavyoneke) navdar Louis Leplee bi hunera wê dihese û heyranî deng û hunera wê dimîne. Pîafa ku li kolanan distrî êdî li hol û hêwanên muzîkê li hemberî girseyek mezin ji guhdaran distrê. Edith Pîaf li parîsê dibe şanaziyek hevpar. Lê belê piştî ku dimire ji ber jiyana ku hilbijartiya Serpsîkoposê Parîs ê Dêra Katolîkan lidarxistina merasîma cenazeyê Pîafê red dike. Lê heyran û guhdarên wê di merasîmê de û li ser gora wê di 100 hezar kesê derbas bûbûn. Hunermendê navdar Charles Aznavour, gava behsa merasîma cenazeyê Édith Piafê dike dibêje piştî duyemîn şerê cîhanê tu bûyereke ku trafîk û rêyên Parîsê wisa betal bike û bixitimîne çênebûye.


Li tirşikê mijara fîlmê nehatiye vekirin.



    • la môme0 daxistina giştî
    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= 85
    (imdb: 7.6)
    pûanê bide fîlmê: