weekend

  Andrew Haigh

  Andrew Haigh

 2011


 îngilîstan

 îngilîzî

 97

 drama romantîk

  (1970.01.01)

 azadixwaz (2015.10.24)

 gay'eke bi têkiliyên şevekê jiyana xwe derbas dike û bêhna monotoniyê jê tê, bi rasthatina zilamekê her tişt diguhere.


weekend - Tirşik

weekend


. Senaryoya fîlm, ji aliyê Andrew Haigh ve hatiye nivîsandin û di sala 2011an de hatiye kişandin; ji ber ku hevzayendî, tenê ji devê du karektera, di atmosfera tabuyên civatî de kişandiye, ji hêla rexnegir û temaşevanan ve pir hatibû ecibandin û hezkirin.

Fîlm li bajareke îngilistan derbas dibe û tenê rojên şemî û yekşemê dihêwîne. Herçiqas em, carinan bi mizahên Îngilizan bişirîn jî, meyldariya fîlm weke “hunerî ji bo civatê re” ye û li gorî vê armanca xwe qala hevzayendan dike ku ka çawa di bin tehdeyê civatê de dimîne û ji vê sedemê jî xwe ji civakê cihê kiriye.

ji bo rexneyeyê min li ser fÎlmê:
http://xebrosk.blogspot.ch/2014/01/weekend-2011.html



Array. peyva îngîlîzî ku wateya wê "her du rojên dawiya heftiyê" ye. mixabin kurdî de peyveke xweşik nizanim ji bo vê peyvê. dawiya heftiyê tê gotin lê peyveke yekgirtî bûya, baştir bû.



Array. ev dehan car in ez temaşe dikim û hîn û hîn tiştên nû dibînim, tê derdixim. glen li gara trênê dengira xwe dide russeL. dengir piştî têkilyên seksê yên xwe bikar dianî û li ser têkiliyê nêrînên partnerên xwe qeyd dikir bo projeyek hunerê. eceb dibêjim, glen jî mîna russelî evîndar bû û piştî vê dayîna dengirê ketin têkiliyekê evînê..

temaşe bikin û bidin temaşekirin.



Array. filma imdbê 7.7 dayiyê. film bi xwe ne orjînal e, tenê evîna behs lê tê kirin navbeyna gayande derbas dibe, hey ne filmeke ji rêzê ya evînê ye. ji ber ku biruya hayao miyazaki çend car behsê kir, min guhdarî kir.


têbinî: li beşa filman hatiye zêdekirin.






  • weekend0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 86.5
(imdb: 7.6)
pûanê bide fîlmê: