the shining

 Stanley Kubrick

 Stephen King

 1980


 amerîka îngîlîstan

 Îngîlîzî

 146

 Tirs Kelegermî

  (2010.03.06)

 simurg56 (2014.11.29)

 A family heads to an isolated hotel for the winter where an evil and spiritual presence influences the father into violence, while his psychic son sees horrific forebodings from the past and of the future.


the shining - Tirşik

the shining


. Min berî salan pirtûka Stephen King a bi navê Medyum (navê orjînal: The Shining) xwendibû. Pirtûkeke xweş bû. Piştî çend salan jî min li fîlma wê temaşe kir. Ev fîlma The Shining li ser wê romanê hatiye kişandin. Ya rastî min ji pirtûka wê bêtir hez kiribû lê fîlm jî xweş e.


-------spoiler-------------
Di fîlmê de malbateke ku ji zarokekî û dê û bav pêk tê, zivistanekê li oteleke mezin weke nobedar dimînin ku zivistanê riyên wê otelê her tim bi berfê girtî ye. Li vê otelê beriya salan dîsa malbatek wisa ji bo noberdariyê çûye otelê û piştî wextekê bavê malbatê jina xwe û her du keçên xwe hûrhûr dike. Ev otela li çiyayên Koleradoyê ji bo Jack Torrance (bav) weke şensek e ku romana xwe binivîse. Loma vî karî dipejirîne dixwaze zivistanê tim li otelê bimîne. Danny (zarok) xwediyê taybetiyeke cuda ye ku ev taybetî tenê hinek mirovan de heye. Piştî wextekê Danny li otelê xeyaletên dibîne û êdî bawer dike ku bavê wî dikeve bin bandora van xeyaletan. Di zivistana sar û tenê de,(!--more--) her ku diçe bav diguhere û ji bo jina xwe dibe sedema tirsê. Herwiha Jack Torrance jî xeyaleteke bi navê Mr. Grady dibîne û pê re dibe heval. Ku ev zilam ew noberdarê kevin ê ku jina xwe û zarokên xwe kuştibû, ye.
-------spoiler-------------

Lîstikvan jack nicholson di vê fîlmê de performanseke gelekî baş nîşan dide. Jixwe fîlm hema bêje li ser lîstikvaniya wî hatiye avakirin. Dawiya dawîn min fîlmê eciband û loma wergerand kurdî û loma pêşniyar dikim.
wergera fîlmê ya kurdî li malpera wergerine.comê peyda dibe.






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 87
(imdb: 8.4)
pûanê bide fîlmê: