se7en

 David Fincher

 Andrew Kevin Walker

 1995


 amerîqa

 îngilîzî

 127

 sûc drama nepenî rageşî

  (1970.01.01)

 azadixwaz (2016.01.26)

 du dedektîfên cuda yek bi tecrube û yek nû dest bi dosyeyeke cinayetê dikin lê dû re derdikeve holê ku ev mesele ne tenê cinayetek e.


se7en - Tirşik

se7en


. filma brad pitt û morgan freeman têde dilîzin a sala 1995an e. filmeke baş a cureya dedektîfî ye. senaryo jî ne xerab e lê dawiya wê baş nehatiye honandin. ji imdbê 8,6 standiye. filmeke kevn e loma gorî standardên niha puana heqkirî dibe ku cuda be. min 79 dayê, li beşa filman.



Array. flîmekî efsane yê david fincher e. bi çîroka xwe û lîstikvanên xwe gelek baş e. karakterên sereke flîm ji ser pişta du polîsa bi rê ve diçe; morgan freeman polîsê pîr brad pit yê ciwan e. morgan freeman pîr bûye, 7 roj maye malnişîn bibe, têra xwe dinya dîtîye, kuştin û qatil û dizî û xwîn û pîsîya dinyayê hemû dîtîye; ji ber wê dema jina wî halkî dibe dev jê diberde û dibêje ma mirov zaroka tîne vê dinyayê? û di serê flîmê de freeman dîsa li ser cinayetekî hatîye malekî û lêkolînê dike; jinê mêrê xwe kuştîye, freeman dev ji her tiştî berdaye û vê pirsê ji komserê xwe dike: "did the kid see it?" (zarokî dîtîye?) li alîyê din polîsê ciwan he ye, brad pitt, hêj nû dest bi dedektîvîyê kirîye, zewicî û pirr hij jina xwe dike û bawerîya wî li dinyayê û xweşkirina dinyayê tê. flîm giştî li ser vê meselê disekine. mekan mekanên fîlmê jî li gor çîroka fîlmê tarî û kolanên vala û her û her barana boş. ev ekran bi mirov re nexweşîya herî xirab bêhêvîtîyê li mirov zêde dike. dema fîlm diqede mirov nikare xwe baş hîs bike. kujer kujer jî li gor xwe yê hatî hilbijartin e û li gor heft gunehên herî mirdar ên xiristîyanîyê 7 kesan dikuje: -superbia (quretî, pozbilindî) -Avaritia (çavbirçîtî) -Luxuria (şehwetxwazî) -Invidia (hesûdî, zikreşî) -Gul (hûrfilitî, zikmezintî) -Ira (hêrs) -Acedia (tiralî) derhêner dema van kesa bi destê kujerê me dide kuştin rûyê wan nîşanî me nake an jî çi kesek in nabêje; bi vê ji me re dibêje rûyê wan an jî navê wan ne girîng e, em in ev.

helbet dawîyê kujer yanî john doe jina dedektîv mills -brad pitt- dikuje û serê jina wî tîne ber destê wî, ji ber vê mills john doe dikuje û kuştina paşîyê bi destê wî çêdibe, ango hesûdîya john doe serê wî dixwe, hêrsa mills jî heyata wî li wî diherimîne
dîsa ji ber rexneya li vê pergala civakî û heta karakterê herî baş û bêguneh jî bi şiklekê hovî tête kuştin, ji ber va ev fîlma efsane ji xelatan bêpar maye.








  • se7en0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 84.3
(imdb: 8.6)
pûanê bide fîlmê: