k-pax

 Iain Softley

 Gene Brewer

 2001


 amerîka elmanya

 Îngîlîzî

 120

 Drama nepenî xeyalî zanistî

  (2010.03.12)

 simurg56 (2014.11.29)

 Di fîlmê de Prot (Kevin Spacey) ku eynî mîna mirovekê xuya dike, dibêje ku ne ji vê dinyayê ye lê ji gerstêreke bi navê K-Paxê hatiye. Lê jê nayê bawerkirin û li nexweşxaneya psîkiyatriyê tê razandin. Berevajiyê doktorên din Dr. Mark Powell hîs dike ku Prot ne nexweşekî normal e, ji aliyê din ve hewl dide paşeroja Prot ronî bike. Vêca hûn biryar bidin ka Prot mirov e an fezayî ye.


k-pax - Tirşik

k-pax


. fîlmeke sala 2001an e. derhênerê fîlmê Iain Softley ye. serlehengê fîlmê Kevin Spacey (prot) e.
berhemeke têra xwe balkêş e. berî her tiştî mûzîkên fîlmê gelekî xweş in. enstrûmantal in, min soundtrackên fîlmê daxitina û ec çend sal in hê jî guhdar dikim.
ger em vegerin fîlmê; fîlm li ser nexweşeke psîkîyatriyê ye (hûn bêjin xesteya dînan) ku îdîa dike ku ew bixwe ne ji vê dinyayê lê ji ciheke dûr ya fezayê, hatiye.
ji bo ku li vê yekê bide bawerkirin, hinek bûyerên seyr jî diqewimîne. axaftinên navera wî û psîkîyatra wî de balkêş in.
ji bo kesên ku bo temaşekirinê li fîlman digerin, vê fîlmê pêşniyar dikim.

---- spoiler ----
ji fîlmê sahneya ku herî net tê bîra min sahneya ku prot mûzekê neqeşartî dixwe û kir kir jê tîne, ye. ewqas kezebşewitî dixwe ku dilê mirov diçê. dema doktor şaşwazbûyî lê dinêre jî pesna fêkiyên vê dinyayê dide.
---- spoiler ----






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 87
(imdb: 7.4)
pûanê bide fîlmê: