ex machina

 Alex Garland

 Alex Garland

 2014


 îngîlîstan

 îngîlîzî

 108

 honaka zanistî dram nepenî rageşî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2016.07.10)

 Caleb, komputergerê 26 salî ji bo ceribandinek veşartî ya hişa zanistî ya herî pêşketî, tê bijartin. Lê ev ceribadin di heman demê de dibe ceribandina psîkolojiya caleb bixwe jî.


ex machina - Tirşik

ex machina


. di derbarê "hişa çêkirî" de ye. min li beşa fîlman ya tirşikê zêde kir: Here lînkê
dema mijar tiştek wisa be, ne pêkan e ku temaşe nekim û jê hez nekim. ji temaşekirina vê fîlmê jî poşman nebûm lê hêviyên min jî têr nekirin.
navê robota jin ava ye ku ava îngîlîzîya navê "hawa" ye, yanî di olên mezin de jina yekemîn û jina adem.
di fîlmê de behsa prometheus jî hat kirin. jixwe berî behskirinq wan jî fîlma prometheus hatibû aqlê min. ji ber ku di wê fîlmê de jî pirseke robotekî hebû weke "we çima em afirandin?" û bersiv wisa bû "ji ber ku me diakriya." di vê fîlmê de jî axaftinek wisa hebû, loma fîlma prometheus hatibû bîra min.
bi ya min prometheus fîlmek tijetir bû.

hinek nêrîn û rexneyên min li jêr in;
[spoiler: qaşo caleb bi taybetî komputerek jêhatî ye û di derbarê tiştên weke hişa çêkirî de jî xwediyê agahiyên berfireh e, dîsa jî bi awayeke gelek hêsan ji aliyê ava ve tê xapandin û dibe sedema seerûbin bûna hemû projeyê. jixwe qet behsa kêmasiya tedbîrên ewlehiyê û tenê bi hêsinekê çûna çareserkirina problemê ya nathan, nakim. kêmasiyên wisa nebin, fîlm jî nabin.
ji bo xapandina caleb, diviyabû bingehek saxlemtir hebûya û evqas bi hêsanî neketa dafika avayê.]

di fîlmê de motora lêgerînê ya behskirî, bêguman google e. fikra bikaranîna google'ê û lêgerînan ji bo fêhmkirina aqil û hiê mirovan, fikrek cûda û xweş bû. belkî di fîlmê de fikra herî orjînal ev bû.

axaftinên li ser hişa çêkirî, ne kûr bûn. yanî niha em nivîskarên tirşikê di civîneke xwe de bêyî amadekariyekê civata vê meseleyê bikin, em ê jî bikarin ev qas kûr nêzikî mijarê bibin. diviyabû felsefeya meseleyê gelek baştir bihata hûnandin hêviya min ji fîlmê ev bû. weke din dîtina qabloyan û efektan ji bo min ne girîng e.

pûana min ji bo fîlmê 81 e.






  • ex machina0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 81
(imdb: 7.7)
pûanê bide fîlmê: