zootopia

 Byron Howard Rich Moore Jared Bush

 Byron Howard Rich Moore Jared Bush Jim Reardon Josie Trinidad Phil Johnston Jennifer Lee dan fogelman

 2016


 amerîqa

 îngilîzî norwêcî

 108

  Anîmasyon aksiyon macera komedî sûc malbat nepenî

  (1970.01.01)

 azadixwaz (2016.07.17)

 li bajarê her cure ajal di nav aşitiyêde dijîn kîvroşkek dixwaze bibe polês lê heta wê demê hema bêje tenê ajalên dirinde dibin polês. ev yek lehenga me nade sekinîn û macera destpê dike.


zootopia - Tirşik

zootopia


. anîmasyona 2016an derketî. ta niha nêzî 160 hezar kesî ji imdbê rey daye û gelemperî 8.2 standiye. ji bo anîmasyonekê gelekî baş e. film bi senaryoya xwe ne zêde orjînal e lê aliyê dîtbarîde pir baş e. me bi malbatî temaşe kir, kêfa me jê re hat. min 80 puan dayê.



Array. di tehma fablên la fontaine de ye anîmasyon, bi navê zoopolîs bajarek heye, li wir, li ser kaxezê hemû heywanên kedî, kûvî, hov bi hev re di nav xweşî û aramiyê de dijîn. lê ya rastî ligel hemû qanûnên erênî û wekhevparêz, pirsgirêk hene, kêvroşkek dixwaze bi wê qama xwe ya biçûk bibe polîs û li vê ûtopyayê kar bike, ligel hemû astengî û zehmetiyan ji akademiyê bi dereceya yekê mezûn dibe, lê bela û pirsgirêk jê xilas nabin, ew jî ji hêvî û daxwazên xwe nayê xwar.

dema min darî fîlmê kirî zêde ne li ser hemdê xwe bûm ango tehma devê min ne xweş bû, ji ber wê gelek detayên fîlmê bi min nexweş hatin. mesajên fîlmê zêde sere sere bûn, tê de zêde mîzah û komedî nebû, îma û qerîneya di sekansa mîya alîkarê şaredarê zoopolîsê û memûrên zexel yên daîreya dewletê kenê min anî û hew.



Array. çend mehan berê li metroya seûlê posterên wê filmê hebûn. pir kêfa min pê dihat.
ew çaxt nebû min seyr nekir lê paşê min seyr kir animasyonek pir xweş e.






  • zootopia0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 90.8
(imdb: 8)
pûanê bide fîlmê: