big hero 6

 Don Hall Chris Williams

  Jordan Roberts Robert L. Baird

 2014


 amerîka dya

 Îngîlîzî

 102

 anîmasyon komedî malbat macera akîyon honaka zanistî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2016.07.24)

 Têkiliya seyr û germ ya di navbera Hiro Hamada û robotê bi navê Baymax ji birê wî yê mirî, jê re maye. Fîlma qehremanên xwendekar û teknolojîk.


big hero 6 - Tirşik

big hero 6


. fîlmeka anîmasyon e, sala 2014an li amerîkayê li stûdyoyên walt disneyê bi derhêneriya Don Hall û Chris Williams hatiye çêkirin. cureyê fîlmê aksiyon-komedî ye, lê ya rastî di fîlmê de ji elementên komediyê zêdetir yên dramê hene. di 87.xelatên akademiyê (oskar), de xelata baştirîn fîlma anîmasyonê standiye, wekê dî ji gelek pêşbaziyên fîlman gelek xelat wergirtiye.
mijara fîlmê jî; li bajareke bi navê san fransokyo (senteza san fransisco û tokyo) zarokek 13 salî bi navê hero heye, di çêkirina robotan de gelek zana û şareza ye, li bajêr bi riyên îlllegal şerê robotan tê lidarxistin, robotên şerker datînin ser rîngekî û xwediyê robotan bi konsolan ji dûr ve robotên xwe berdidin hev. birayê hero tadashi, jî wekê hero zana û hostayeke robotan e, li enstÎtûya teknolojiyê ya bajêr bi serperiştiya yekî bi navê profesor Callaghan, ligel ekîbekî ku ji 6 hevalên xwe; GoGo, Wasabi, Honey Lemon, û Fred, her yek ji xwe re li ser pêşxistin û peresandina robotekî kar dike. hero di serdaneka xwe de dema çav bi wê atmosfera labaruwarê dikeve, dixwaze ew jî bibe yek ji xwendekarê vê enstîtûyê, ji bo yek bikaribe bikeve enstîtûyê divê tişteke robotîk çêke û ev projeya wî jî ji aliyê jûrî û rêveberiya enstîtûyê ve were ecibandin û pejirandin. ew jî microbotan çêdike, bi van mîcrobotan miov dikare jiyana rojane gelekî sanahî bike.. di fÎlmê de karaktereke din ê balkêş jî robotê tadashi, baymax e, ji bo lênêrîna tenduristiya şexsî hatiye çêkirin. piştî hero projeya xwe ya microbotan pêşkêş dike, tê qebûlkirin, di avahiya enstîtûyê de teqînek mezin çêdibe, û profesor Callaghan û birayê hero, tadashi di teqînê de dimirin. hero û ekîba xwe li pey vê bûyerê dikevin.

senaryoya fîlmê zêde klasîk e, mirov dikare gelek sehneyên fîlmê texmîn bike, lê karakterên fîlmê gelek baş in, bi taybet jî baymax, wek min di serî de go cureyê fîlmê komedî xuya dike, lê dramayek mezin tê de heye, du karakterên sereke yên fîlmê di fîmê de bi awayek trajîk dimirin, nizanim ne ji ber moda xemgînyiê ya ez tê de, ne ji ber tişteke din, hindik mabû li ber fîlmeke anîmasyon bigirîm *



Array. ji anîmasyonên ji bo mezinan, e.
ne xerab bû mirov keyfê jê distîne lê ne bi qasê wall-e. wall-e xweştir û orjînaltir bû.

mirov demekî kurt ji bo baymax xemgîn dibe lê paşê fêhm dike ku wî hemû hişê xwe yanî kesatiya xwe kiriye di kaseta xwe de û wê kasetê bi kulma xwe ya jêvebûyî, daye hiro. yanî baymax di dawiya fîlmê de bi hemû hişa xwe vedije.






  • big hero 60 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 78.5
(imdb: 7.8)
pûanê bide fîlmê: