Donnie Darko

 Richard Kelly

 Richard Kelly

 2001


 amerîka dya

 îngîlîzî

 113

 honaka zanistî drama rageşî

 2016.10.28 23:31

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin

 simurg56

 Donnie ciwanek cûda ye. belê tedawiya şîzofreniyê dibîne lê xwediyê karakterek xort e jî. jiyana wî ya normal, dema dibe şev ji sînorên xeyalan derbs dibe û wî derbasî gerdûnên paralel dike. ji bo dawiya dinyayê were, 28 roj 6 saet 41 deqe 26 sanîye maye.


donnie darko - Tirşik

donnie darko


. fîlmeke ji cûreya xeyalî zanistî ye ku zêêêde zêde tevlihev e.
dema min karî serê xwe hev bidim û bûyeran ji hev derxim, dixwazim nivîsek dirêj li ser vê fîlmê binivîsim.
lê ji niha ve ji bo meraqdarên fîlmên zeyalî zanistî yên felsefî, fîlmê çavê min girtî pêşniyar dikim.



Array. filma min a herî dawî hatî guhdarîkirin.filmeke cuda ye lê lêhurbuna li ser psîkolojiya mirov têrî xwe ne serkeftî ye bi fikra min. film hinekî tevlîhev e lê ku bi baldarî guhdarî bike tê fêhmkirin ne weke inception e. hêjayî guhdarîkirinê ye lê ne hêjayî pesindayînê ye.
(bnr: min guhdarî kir tiştekî li min zêde nebû)



Array. ew film jiyana min e... belê famkirina wê hinekî zehmet e lê ne ewqas, ji bo vê jî divê mirov filma "the last temptation of christ" temaşe bike û di ser de jî çîroka graham greene a "the destructors" bixwîne. Ew her du berhem jixwe di nav vê filmê de derbas dibin.. lehengê şirîna ber dilê min donie darko û mamosteya wan î îngilîzî ye, çi asalet çi teba çi rûniştin û rabûn rebbî



Array. (bnr: Darko Rundek)



Array. navê filmekî di 2003an de derketî û navê serlehengê vê filmê ye.
film gelekî tevlîhev e. yanê gelek kes, tiştên gelek cûda jê fêm dike. belkî jî xwesteka wan ev be.

dema min filmê temaşe dikir, bêhna min teng nebû. ji ber ku min pir meraq dikir wê çawa xelas bibe. lê dawiya filmê bi gelek pirsên min ên bêpersiv pêk hat.
mûzîkên di filmê de lê didan xweş bûn lê ev ji bo xweşbûna filmekê ne bes e.
puana min jê re 74 e.



Array. filma behsa wê de min brusk56 berî niha haydar kirî lê feyde nekirî.
(bnr: min gotibu)






    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= 92
    (imdb: 8)
    pûanê bide fîlmê: