the flash

 David Nuttern Jesse Warn

 Greg Berlanti Andrew Kreisberg Geoff Johns

 2014


 Amerîka

 Îngîlîzî

 43

 aksiyon nepenî

  (1970.01.01)

 endazer (2016.11.12)

 behsa serpêhatiyên superlehengê bi navê barry allen dike, ku piştî qezayekî beza dibe û leza wî digihije leza rohniyê.


the flash - Tirşik

the flash


. rêzefîlmeka televîzyonê ya amerîkayê ye, ji ber çîroka xêzeçîroka DC Comics hatiye wergirtin. senaryoya rêzefîlmê ji aliyê Greg Berlanti, Andrew Kreisberg û Geoff Johns ve tê nivîsandin. sala 2014an destpê kiriye û li ser şaşa The CW tê weşandin. rêzefîlm hê jî berdewam e, ji sê sezon û 69 beşan pêk tê, her sezonek ji 23 beşan pêk tê, herî dawî beşa pêncê ya sezona sêyê hat weşandin. di rêzefîlmê de behsa serpêhatiyên superlehengeke bi navê the flash (barry allen) tê kirin. diya barry allen, barry hêj biçûk li malê di bûyereke balkêş û mîstîk de tê kuştin û bavê wî bi tohmeta kuştina diya wî tê girtin û dikeve hebsê de. detektîf joe west xweyîkirina barry allen digire ser xwe, barry ligel joe west û keça joe west, iris, mezin dibe, û bi karîgeriya kuştina diya xwe dibe zanyarê bijîşkiya edlî û di departmana polîsan ya central city dixebite. li central city, li laboratuvarên s.t.a.r ji aliyê harrison wells ve projeya ''particle accelerator'' (bilezkirina pirtikan) tê birêvebirin, lê di projeyê de ji ber xeletiyekî teqînek mezin çêdibe û bi tesîra vê teqînê li bajêr gelek meta-mirov peyda dibin, barry allen ango the flash jî yek ji van meta-mirovan e. piştî vê teqînê leza barry allen zêde dibe, şaneyên laşê wî di demeke zû de xwe nû dikin, ew qasî ku destê wî yê şikestî di sê saetan de ji ber de xwe dicebirre, dilê wî hingî ku bilez lêdide, tu mekîneyeka nexweşxaneyê nikare tomar bike. pirraniya metamirovên ku piştî teqîna bilezkera pirtikan bûne xwediyê taybetmendiyên derîmirovan, ser û binê bajêr li bin guhê hev didin, banqeyan dişelînin, mirovan dikujin, bi kurt û kurmancî dibin bela, barry allen jî wekê superlehengeke baş li dijî van metamirovên nebaş bi alîkariya xebatkarên laboratuvarên s.t.a.r li dijî metamirovên nebaş derdikeve û dibe xewnreşka wan.






    • the flash0 daxistina giştî
    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= 85
    (imdb: 7.5)
    pûanê bide fîlmê: