pieta

 Ki-duk Kim

 Ki-duk Kim

 2012


 koreya başûr

 koreyî

 103

 dram

  (1970.01.01)

 simurg56 (2016.12.12)

 fayizxurek zalim ku zordestiyê li herkesî dike, bi hatinek jinek ku dibêje dayika wî ye, neçar dibe ku jiyana xwe ji nû ve binirxîne. lê gelo wisa ye?


pieta - Tirşik

pieta


. yek ji fîlmên dawîn yên Kim Ki-duk e.
sala ku nû derketibû bi festîvaleke fîlman hatibû dîlokê jî. min xwest herimê lê dema min şîroveyan xwendin, gotin ku gelek kes ji ber fîlmê verişîne/dil avêtine û ez nizam çi fîlan... ji ber ku jina min jî wê demê ducanî bû, min newêrî em bi hev re herin vê fîlmê.
paşê min ji înternetê peyda kir û temaşe kir û dît ku ne weke gotina wan e.

derbarê naveroka fîlmê de naxwazim zêde agahî bidim, ji ber ku wê bi hêsanî bibe spoiler.

--- spoiler destpê kir---
mijara fîlmê mîna mijara fîlma oldboy e; tolhildana bêwijdanî ya gelên rojhilata dûr.
min heyata xwe de, heyfsandinek evqas ecêb nedîtibû. ew sebir e ku bi wê dayikê re heye ku dikare planek wisa bike. bikare xwe bike diya kujerê kurê xwe.
bi rastî, heta dawiya fîlmê jî min fînalek wisa texmîn nedikir. gelek mam bin bandora vê dayikê de. lê mirov nikare înkar bike ku dayikek, bi rastî jî dikare tiştek wisa bike. divê mirov ji wan bitirse.
--- spoiler qediya---






  • pieta0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 90
(imdb: 7.1)
pûanê bide fîlmê: