edge of tomorrow

 Doug Liman

 

 2014


 amerîka dya kanada

 îngîlîzî

 113

 aksîyon macera honaka zanistî

 2016.12.27 18:19

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin

 simurg56

 Cûreyek fezayîyan êrîşî dinyayê dikin, bajarên wêran dikin û bi milyonan mirovan dikujin. Tu artê nikare li ber xwe bide. Bill Cage leşkerek cezakirî ye, wî ji bo peywirek gelek zehmet dişînin lê bêperwerdehî ye û materyalên wî jî kêm in. tê kuştin. lê tiştek nedîtî diqewime û hêvîyek şîn dibe.


edge of tomorrow - Tirşik

edge of tomorrow


. fîlmek orjînal e. serlehengê fîlmê Tom Cruise e. îsal ketiye vîzyonê.
min duh li ser komputerê lê temaşe kir.
her çiqas fîlmek aksîyonê be jî tê de senaryoyek têra xwe xweş heye û sahneyên komîk jî gelek in.
cûreyên fîlmê aksîyon û honaka zanistî ye. pûana min jê re bû 85.

lê bi ya min ji fikreke wisa orjînalî fîlmek gelek baştir dikariya were afirandin. bi vê rewşa xwe fîlmek baş e lê di destê derhênerek/senarîstek din, dikariya bibe klasîkek.

--- spoîler ---
niha zêde naxwazim serê xwe pê biêşînim lê di dawiya fîlmê de dema cageomegayê kuşt û rojê dîsa vegerand destpêkê (eslê xwe de vegerand piçekî din jî paştir), çima li gel hemû tiştên din kuştina omegayê jî paş de venegeriya, min vê fêhm nekir. eslê xwe de pirsa herî girîng jî ev e. dawiya dawîn çareseriya/fînala fîlmê bi vê ve girêdayî ye.
--- spoîler ---



Array. fîlmeke xweş bû
lê min jî pirsa simurg56 fêm nekir
madem ku her tişt ji nû ve dest pê dike çima omega jî cardî zîndî nebû?
lê bi ya min xwestine ku vê yekê bêjin; heke omega bimire ji nû ve hatin hîn diqede ew carekî tenê dimire, her tiştên ku zindî dibin bi saya ew tiştê ecêb ku di nava laşê wî de ye lê dema ku tom mir, ew ava laşê wî cardî derbasî laşê wî bûbû lewma jî ew dîsa zindî bû, di paşvegerê de hîn zindîbûna omega ne pêkan bû, çavkanî hat birandin û ava dawî ya çavkaniyê jî derbasî tom bû falan






    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= 79.5
    (imdb: 7.9)
    pûanê bide fîlmê: