patch adams

 Tom Shadyac

 

 1998


 amerîka

 îngîlîzî

 115

 dram komedî romantîk bîyografî

 2016.12.30 17:09

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin

 simurg56

 Patch Adams di klînîkek psîkîyatrîyê de wextekê tedawî distîne, piştî ku derdikeve dikeve fakulteya tibê û perwedehiya bijişkiyê distîne. di vê xwendina xwe de, bi fikr û baweriyên xwe ji perwerdehiya klasîk ya tibê hinekî cûda ye; li gorî wî bi qasê tedawiya nexweşan, kenandina wan û başbûna keyfa wan jî girîng e. ev baweriya wî, heye ku karîyera wî jî hilweşîne lê ne xem e. senaryo li ser jiyanek rastîn hatiye avakirin.


patch adams - Tirşik

patch adams


. fîlmek komîk e li ser perwerdehiya tibê û têkiliyên di navbera hemşîre, doktor û nexweşan de. li gelek zanîngehan, ev fîlm di pola yekemîn de li xwendekaran tê temaşekirin. fîlmek xweş e, tê de ji bo xwendekarên tibê û namzetên doktoriyê şîretên xweş hene, lê piştî ku xwendekarên ku di pola yekemîn de vê fîlmê temaşe kirine tên pola 6emîn, zêde patch adams namîne di dilê wan de.






    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= 84.5
    (imdb: 6.8)
    pûanê bide fîlmê: