86
simurg56 (2017.01.01)
Austin doktorê tiba adlî ye. otopsiyan dike, kurê wî austin jî teknîkerê otopsîyê ye û alîkariya wî dike. wê şevê polîs, li malek gelek kuştiyan dibîne ku yek ji van jinek e û laşê wê li zemîna malê, heta nîvê xwe di nav axê de, tê dîtin. ji ber ku tu fikra wan tune, polîs ji tommy dixwazin ku zûzûka otopsîya wê bikin û agahiyan ji polîsan re peyda bikin. di vê otopsîyê de gelek tiştên seyr û nedîtî keşf dikin û bi her keşfa wan li dor dora wan jî tiştên seyr û nedîtî diqewimin.
. jane doe jinek ciwan e. li malekê bi gelek kuştiyên din, bedena wê jî ji aliyê polîsan ve tê dîtin lê kes nizane ji kû hatiye wir û çima heta nîvê bedena xwe, di nav axê de ye.
polîs ji bo ku tiştek ji vê bûyerê fêhm bike, ji tommy dixwaze hema wê levê otopsîya wê bike. ew jî li gel kurê xwe yê ku teknîsyenê otopsiyê ye, dest bi otopsîya wê dikin. li gel hemû tecrûbeya xwe, gelek zehmet e ku tommy sedem û çawaniya mirina wê fêhm bike. astengî ne tenê bedena wê bixwe ye, her wiha gelek tiştên din jî rê li ber wî dikin.
spoilerê veke
|
|