137
macera aksîyon rageşî honaka zanistî
simurg56 (2017.01.04)
berdewama fîlma alien e. ripley, di keeştiya xwe ya revê de, li kûrahiyên fezayê 57 salan di xew de digere. dema ji aliyê tîmek ve tê dîtin, li dinyayê gelek tişt êdî guheriye. dema pirsa keştiya wê û hevalên wê tê kirin, çîroka xwe ji wan re vedibêje lê kes jê bawer nek. lê dema êdî têkilî bi beşek mirovan re qut dibe, çîroka wê tê aqlê herkesî û alîkarî jê xwestin. divê ripley vegere wir û belkî tola xwe bistîne.
. duyemîn fîlma serîya alien'ê ye.
fîlma yekemîn alien, ji aliyê ridley scott ve hatibû kişandin, di fîlma duyemîn aliensê de derhêner vê carê James Cameron e. (binêre; avatar, titanic vs.)
7 sal piştî fîlma yekemîn, di sala 1986an de hatiye kişandin. lê tu wê bêjî qey Sigourney Weaver rojek jî pîr nebûye maşallah. li gorî fîlma yekemîn dîmen piçekî din pêşve çûne.
tabî ji tu çi jî bikî nikarî senaryoyek bi qasê ya yekemîn serkeftî binivîsî loma senaryo ne sûrprîz e. li gorî fîlmên berdewamiyê, serkeftî bû. me dizaniya hesaba fezayîyan û ripley xanimê neqediyaye, di fîlmê de êdî hev û din baştir nas dikin.
spoilerê veke
|
|
Array. fîlmê ku heya bi dawî bû dilê me di devê me de derket, stûşkestiyê derhêner tirs û meraqa temaşevanan li gorî dilê xwe û têra xwe bi kar aniye. û heya sehneya dawiyê jî nehat hişê min ku min ev fîlm di biçûktiya xwe de li ser cine5'ê belkî 30 car temaşe kiribû (bnr: fîlmên cine5ê) |
|