alien³

 David Fincher

 n A

 1992


 amerîka

 îngîlîzî

 114

 aksîyon tirs honaka zanistî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2017.01.04)

 berdewama fîlmên alien û aliens e. ripley, li gel hevalekî xwe, keçika bi navê newt û bi hevalê xwe yê androîd bîşop, ji gerstêrkan fezayîyan rizgar bûbû û di xew de ketibû ser riya vegerê. lê kapsûla wê ya revî, dikeve gerstêrek ku weke girtîgehek tê bikaranîn. li vê kûrahiya fezayê, ne çek hene ne jî riyên revê û ripley bela xwe dîsa bi xwe re aniye. him jî vê carê gelek nêzik.


alien³ - Tirşik

alien³


. sêyemîn fîlma serî ya alien e. di vê fîlmê de derhêner dîsa guheriye, vê carê David Fincher e. sala fîlmê 1992 ye. yanî ji se fîlma yekemîn 13 sal, ji ser ya duyemîn 6 sal derbas bûye. loma di dîtbariyê de, di effektan de pêşketin heye dîsa. loma em vê carê ajalan/fezayiyan komple dibînin. birêveçûna wan, bezîna wan fîlan tê dîtin. karîne vê yekê bikin, lê ji ber ku hê teknolojiyek nû ye, hebkî komîk jî çêbûye. senaryo êdî ketiye dubareyê û zêde tiştek nû tune. di derbarê fezayiyan, mirvatiyê an jî di derbarê rîpleyê de agahiyên nû tune ku çîrokê kûrtir bike. loma ez dikarim bibêjim ku tenê di şerê ripley û fezayiyan de sahneyek nû, merhaleyek nû ye; vê carê divê ripley, bêyî çek û amûran bi ser bikeve. mekan gerstêrek terikandî ye. tê de tenê mehkûm hene. li derek wisa îhtîmal û îmkana revînê tune, loma çek jî ne pêwist e ji bo ewlekariyê. fikrek baş e. bi saya vê fikrê di pêşerojek ewqas pêşketî de jî, karîne şerek bêyî çekan xeyal bikin. piştî vê fîlmê fîlma Alien: Resurrection hatiye kişandin.






  • alien³0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 80
(imdb: 6.4)
pûanê bide fîlmê: