alien: resurrection

 Jean-Pierre Jeunet

 Dan O'Bannon Ronald Shusett Joss Whedon

 1997


 amerîka

 îngîlîzî

 109

 aksîyon tirs honaka zanistî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2017.01.07)

 200 sal piştî fedakariya ripleyê ku li gerstêrka Fiorina 161ê xwe û nifşa fezayiyan tune kiribû. bi tunebûna wan êdî derfet nemabû ku bi saya fezayiyan, teknolojiyên nû yên çekan were bidestxistin. ji ber vê yekê mirovên zanistê 200 salan lêkolînan dikin û di dawiyê de ripleyê û fezayiya di zikê wê de, vedijînin.


alien: resurrection - Tirşik

alien: resurrection


. çaremîn fîlma rêzeya alien e. 1- alien 2- (bnr: aliens) 3- (bnr: alien³) 4- alien: resurrection yanî fîlma dawn ya rêzê ye. lê piştî vê fîlmê rêzeya alienê û rêzeya predator dibe yek û di du fîlma jî wisa tê kişandin; 5- (bnr: AVP: Alien vs. Predator) 6. (bnr: AVPR: Aliens vs Predator - Requiem) senaryoya vê fîlmê zêde dûrî mantiqê bû. heçko derhêner di fîlma berî vê de biryar dabû ku rêzeyê xelas bike û paşê poşmam bûbe. ji bo bikarin fîlmek nû bikişînin, zêde zorê dane mantiqê.

ripley'a ku di fîlma berî vê de întîxar kiribû û bi vî awayî him xwe him jî fezayîya di zikê xwe de kuştibû, ji aliyê zanyaran ve tê vejandin. ji xwîna wê. erê li gorî zanistê mimkun e ku tenê ji xwîna mirov jî, cêwikê wî were çêkirin. lê ev cêwikê ku were çêkirin, tenê cêwik e. hemû taybetiyên wî/wê yên fîzîkî wê eynî bin, lê ne mimkun e ku hişa wê, bîranîn û tecrûbeyên wê werin vejandin. ji ber ku dnaya mirov li gorî serpêhatiyên mirov naguhere, rojane nabe. tiştên wisa di mejiyê de mirov de tên tomarkirin û hew. hadê ji vê re em bêjin temam. lê çawa dibe ku ev ripley'a sexte jî di zikê xwe de fezayîyek bîne. min heta niha di fîlmek bi cûreya honaka zanistî de fîşalkirinek evqas mezin nedîtibû.
ger mirov bêmantiqiyên senaryoyê dêne aliyekê, li gorî fîlma 3emîn baştir bû. lê êdî piştî fîlma 4emîn mirov jixwe gûman nake ji serkeftina ripleyê û loma sêhra efsûna fîlmên 1emîn û 2emîn tune bû.






  • alien: resurrection0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 80
(imdb: 6.2)
pûanê bide fîlmê: