predator

 John McTiernan

 Jim Thomas John Thomas

 1987


 amerîka

 spanî îngîlîzî

 107

 aksîyon rageşî honaka zanistî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2017.01.07)

 Dutch (Arnold Scwarzenegger) leşkerek taybet yê amerîkayê ye. dema wezîrekî amerîkayê li aliyê din ê sînorê tê revandin û ji aliyê şervanên gerîlla ve tê dîlgirtin, jê tê xwestin ku operasyonek taybet pêk bîne bona rizgarkirina dîlan. di operasyonê de dutch bêyî ku sedema wê fêhm bike, yek bi yek hevalên xwe yên ji hev jêhatîtir wenda dike ji ber ku ne dijminê xwe nas dike ne jî dikare bibîne.


predator - Tirşik

predator


. fîlmek kevin e lê gelek tê zanîn. ez bawer im piraniya tirşikvanan jî temaşe kirine. navê wê bi tirkî "av" e. di televîzyonan de gelek caran hatiye weşandin. dema min cara nû lê tameşe kiribû, biçûk bûm. belkî 14-15 ssalî fîlan. min gelek jê hez dikir. di atariyên kevin de, lîstika wê jî hebû. me wê jî dilîst. fîlm di sala 1987an de hatiye kişandin. serlehengê fîlmê Arnold Scwarzenegger e. wan salan, li tirkiyê jî popûler bû arnold û fîlmên wî û yên rambo û bruce lee fîlan. salmezin jî fê fîlmê dizanin. di fîlmê de tîmek taybet ya amerîkayê ku tenê di operasyonên taybet de kar dikin û arnold serkêşiya wan dike, ji bo ku wezîreke amerîkayê rizgar bike operasyonek li dar dixe. qad, daristanek hov e. dijmin jî hêzek gerîllayan. di operasyonê de, laşên tîma berî wan dibînin. hemû jî bi awayên hov û nedîtî hatine kuştin. paşê hêdî hêdî heman tişt tên serê wan jî. dijminê wan yek e, lê ne tê dîtin ne jî ji vê dinyayê ye. fîlm rêzeyek e. 1- predator 2- (bnr: predator 2) (1990) piştî van du fîlman, ev rêze û rêzeyan alien dibin yek, û bi vî awayî jî du fîlm tên kişandin. 3- (bnr: avp: alien vs. predator) 4. (bnr: avpr: aliens vs predator - requiem) paşê dîsa fîlmeke predatoran tê kişandin; 6- vbnr: predators) (2010)






  • predator0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 83
(imdb: 7.8)
pûanê bide fîlmê: