passengers

 Morten Tyldum

 Jon Spaihts

 2016


 amerîka

 îngîlîzî

 116

 dram macera romantîk honaka zanistî

  (1970.01.01)

 gumgumok (2017.01.31)

 A spacecraft traveling to a distant colony planet and transporting thousands of people has a malfunction in its sleep chambers. As a result, two passengers are awakened 90 years early.


passengers - Tirşik

passengers


. fîlmek ji cûreya (bnr: honaka zanistî) ye. yên ku ji fîlmên fezayê hez dikin, bila temaşe bikin. ger ji fîlmê hez nekin jî wê ji dîmenên fezayê hez bikin. fikra ku fîlm li ser hatiye avakirin, gelek xweş e û resen e. Dudilî ya ku serlehengê fîlmê dijî, mijarek xweser e ku mirov dikare li ser wê gelek nîqaşan bike. lê mixabin ev malzeme têra xwe kûr nehatine honandin. bi taybetî, di beşa duyemîn ya filmê de fîlm êdî ji cûreya xwe dûr dikeve. Di fîlmê de min ji 2 sahneyan gelek hez kir. (dîqat spoilerek sivik dihewîne;) yek jê, ew sahneya ku mêrik ji keştiyê derdikeve û li hemberî xwe valahiyek bêdawîn dibîne. di vê sahneyê de, ne mimkun e ku tu kes ji pirsên bingehîn yên di derbarê fezayê û mirovahiyê de, bireve. sahneya din jî ew sahne bû ku hêza erdkêşê wenda bû û jinik di nav ava hewzê de asê ma. bi rastî jî pirsek xweş ya fîzîkê ye bê ka di rewşekî wisa de mirov dikare di nav vê avê de avjeniyê bike ku ew av bixwe jî di valahiyê de avjenîyê dike. di fîlmê de xeletiyên/pirsên mantiqî pir bûn lê bawer nakim, fîlmê vê meseleyê ji xwe re kiribe derd. loma ez jî nakim.






  • passengers0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 84.5
(imdb: 7)
pûanê bide fîlmê: