the return

 Andrey Zvyagintsev

 Vladimir Moiseenko Aleksandr Novototskiy-Vlasov

 2003


 rûsya

 rûsî

 110

 dram nepenî rageşî

  (2020.06.20)

 berxweda (2017.05.07)

 lînk behsa kurtejiyaneke 2 lawan û bavekî piştî 12 salan vegeriyayî dike. bav zaroyan dibe gerekê. fîlm behsa vê gera wan dike.


the return - Tirşik

the return


. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê gulêê ve, li kurdî hat wergerandin. hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 101. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin. têbinî-2: #118142
têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



Array. Fîlmek e watedar e û xweş e.Destê gulêê saxbe ku bo me vî fîlma baş wergerandiye.ji bo wergerandinê pûanê min 100 e. (çend peyv ne rast hatine nivîsandin.çewtiya peyvan ser klavyeyî hatiye kirin.) [spoiler: Fîlmê de du bira û dayîkek bi tenê hev re dijîn û 12 sal şûn de jî bavê ku wan tenê hiştiye dixwaze were bi wan re bijî. îvan û andrey du birayê ku ji hev pirr hez dikin, piştê ku bavên wan tê û roja dû re dixwaze bi wan re biçe gerê de matmayî dimînin û bi kelecan dibin. Bi rastî bavê wan mirovek baş e lê îvan jî ku bavê xwe nû dibîne lê wek bîyanî dibîne û jê bawer nake. Dawî yê de bav ji ber xeterekî bav dimire û fîlm wisa diqede.Lê bûyerên ku navbera bav û du kurikan de derbas dibe pirr watedar û girîng in.]



Array. fîlmekê gelekî xweş e. nûjenkirina birayên karamazov e, bi ser de ka ez lê zêde bikim, mijara fîlm ketiye derdê çêkirina oedipuseke din. [spoiler: ji serî heta dawî, bi kêfxweşiya andreyê kêfxweş bûm, a ku ji ber vegera bavê xwe, gelekî dîlşa ye. di hin sehneyan de çi xweş li bavê xwe neriyaye. derhêner bi rastî jî wî lehengî xweş resimandiye yê ku him ji aliyê bavê xwe ve û him jî ji aliyê birayê xwe ve tê birêvebirin. lê asoxî qebheta mezin dikeve milê wî û di wê kêliyê de mezin dibe. zarokatiya wî dimire. hezkirina bav ji xwe di lêxistina dawî de notr bûbû û di sehneyên dawî de ew him birayê xwe û him jî bavê xwe birêve dibe... lehengê sereke îvan... di sehneyê de diqêre ya ku bavê wî bi avê diherike û noq dibe. heta wê demê min têkoşîna wî bi meraq dişopand û piranî jî min heq da wî. jbk piştî 12 salan... tu tucarî pê re wext derbas nekiriye. bi ser de, êdî nizanim ji ber ehlaqa rûsan e, yan jî sarbûna lehengê bavî bû, ne maçîkirin, ne himêzkirin... ev îvan jî çavsor dibe. me'da wî ji bavê wî dixele. bav jî wekî despotek e. îja di sehneya noqbûnê de ew çi gotineke ji dil bû "babpa!" ev bangkirina bav, kurtefîlmeke kurdî anî bîra min. bav layê xwe di almanyayê de dihêle û ew tê dersînorkirin û îja lawik ji paş wî diqêriya "bavkoo!" her wiha. fîlmekî xweş bû. destê gulê jî sax be. fîlmekî xweş wergerandiye.]



Array. Fîlma ku min piştî Wergera wê ya kurdî temaşe kiribû. Fîlmek newaze bû. Min çima şîrove nekiriye ecêb. :/ Fîlm qala têkiliyên du birayan û bavê wan ê xerîb ê ku zêde bi zarên xwe re dem nebihûrandiye dike. Destebirayê min ê hayao ji xwe gotiye. Ez lê zêde nekim.* Wergera gulêêê jî pirr xweş bû. Dest û milên wê sax bin.






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 85
(imdb: 7.9)
pûanê bide fîlmê: