bleach

 n A

 n A

 2004


 japonya

 îngîlîzî japonî

 32

 macera aksîyon rageşî fantastîk anîmasyon

  (1970.01.01)

 mergehezo nançû (2017.05.28)

 anîmeyek e. di dinyayeke ji vê dinyê cuda de derbas dibe. Li dinyaya wan, dema kesek dimire ruhê wî/wê diçe cihekî bi navê 'soul society' yanî 'civata ruhan'.


bleach - Tirşik

bleach


. anîmeyeke efsane ye. di dinyayeke ji vê dinyê cudatir de derbas dibe. Li dinyaya wan, dema kesek dimire ruhê wî/wê diçe cihekî bi navê soul society yanî 'civata ruhan'. lê gelek kes hene ku berî mirinê diviya tiştek bikirana û nekirin, ev kes şûna ku herin soul societyê li dinyê dimînin û li dû ew tiştê ku diviya bikirana digerin ta ku dibin hollow. hollow nijadek e ku li hueco mundoyê dijîn. ango hueco mundo welatê hollowan e. Hollow dema ruhên bihêz ferq dikin, ji hueco mundoyê tên dinyaya jîndaran û ruhê wan kesan dimêjin heta ku ew kes dimirin. nijadeke din bi navê shinigami heye. Li soul societyê dijîn, erka wan ew ku ev miriyên ku nikarin xwe ji dinyaya jîndaran biqetînin, bişînin soul societyê û soul societyê ji dijminan biparêzin. her shinigamiyek xwedî şûrekî ye. ji şûrên wan re dibêjin zanpaktou. her zanpaktou xwedî taybetiyeke cuda ye. mesela zanpaktouyek bi navê hyorinmaru heye, dema tê berdan dibe ejderek ji qeşayê. serlehengê rêzeanîmeyê kurosaki ichigo ye. miroveke ku ji hêla shinigamiyekê dibe shinigami. navê zanpaktouya wî zangetsu ye. anîme 366 beş e. gelek detay gelek agahî hene ku dikarin li vir bên nivîsandin lê ji ber ku gelek in bi xwe re nabînim hemûyan binivîsim. anîmeyek gelek xweş e. pêşniyar dikim. herwiha: (bnr: reiatsu) (bnr: espada) (bnr: arrancar) (bnr: quincy) (bnr: bounto) (bnr: fullbringer) (bnr: kuchiki rukia) (bnr: abarai renji) (bnr: sado yasutora) (bnr: ishida uryu) (bnr: inoue orihime) (bnr: kuchiki byakuya) (bnr: zaraki kenpachi) (bnr: aizen sousuke) (bnr: yhwach)



Array. Beşên wî yê filler gelek in. Filler a temaşe nekin boş e. 366 beş in. Niha di beşa 290 a de me. Pîştî 150 a aciz bûm bişeref. Power up Power up heta kû oxlim!! Min pêş ve dibir û şer û derên balkêş şêr dikir. * Ji bo destpêka sêrkirina anîmeya baş e. û mûzîkên wê eccccêb xweş in. cûr bi cûr in. carna newayê spanî, carna rock, carna duduka ermenîya, carna pîano carna nizam çawa zehf xweş in welhasil. ev yek:






  • bleach0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 42.5
(imdb: 8.2)
pûanê bide fîlmê: