görünen adam

 Onur Ünlü

 Onur Ünlü

 2017


 tirkiye

 tirkî

 15

 macera komedî fantastîk

 2017.05.29 23:28

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin

 xwelî li ser

 rêzefîlmeke ku tenê di youtbe de tê weşandin. ji navê wê jî diyar e ku tişteke sosret e.


görünen adam - Tirşik

görünen adam


. rêzefîlmeke onur ünlü ye zûde behsê dikir. berî heftîyekî di youtubê de dest bi weşanê kir û tenê di wer de tê weşandin. êdî derdê reyting û nizam çi quzelqurt ne derd e ji wan re. tişteke sosret e! -ma kîjan karê wî ne wulo ye- * mesele bi kurtasî ev e: serleheng kurtuluş göreleli di dinyayeke ku tu lê xuya nakê de dijî. ew dibînin lê em wa nabînin. tenê aksesuwarê wan dixuyê. ji keçikekî hez dike û li ser wê tiştek li serê wî diqewime û edî tu kes wî nabînê lê em dibînin. * lîstikvan: Erkan Kolçak Köstendil Osman Sonant Betül Akdeniz Selim Bayraktar fragman:

jenerîk:



Array. fîlma ku min beşa wê ya Ewil, bi tesadûfî temaşe kir lê zêde neeciband. karakter dema tên ber eyneyê, ji aliyê me ve jî tên dîtin. loma di gelek sahneyan de dîmena ji eyneyê hatibû bikaranîn. wê demê me çi ji fîlmê fêhm kir? min got min tenê beşek temaşe kir, heye ku di beşên din de balê bikişîne.



Array. rêzefîlma onur ünlü ye. min gelek ji leyla ile mecnun hez kiribû loma min got niha rêzefîlmeke wek wê cuda ye û temaşe kir. bi rastî jî weke leyla û mecnûn gelekî cuda ye. di rêzefîlmê de mere însana nabîne tenê berçavkên wan, pûşiyên wan filan mere dibîne. lê ecêb e ku mere kincên li ser wan nabînin. madem em kincên li ser wan nabînin çima em berçavkê wan dibînin? an jî madem em berçavkên wan dibînin çima em kincên wan nabînin. neyse rêzefîlm jixwe rêzefîlmeke absurd e. dibe ku zêde guh nedabin detayan. lê dîsa jî di fîlm/rêzefîlman de detay gelek girîng in.






    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= 83.7
    (imdb: 7.1)
    pûanê bide fîlmê: