about time

 Richard Curtis

 Richard Curtis

 2013


 îngîlîstan

 îngîlîzî

 123

 dram komedî romantîk honaka zanistî fantastîk

  (1970.01.01)

 simurg56 (2017.07.16)

 Tim dema dikeve 20 saliya xwe, bavê wî jê re sira malbata wan aşkere dike; hemû mêrên vê malbatê dikarin di nav zemanê de rêwitiyê bikin. bavê wî vê hêza xwe ji bo bextewariya xwe gelek xweş bi kar aniye lê gelo wê tim bikare?


about time - Tirşik

about time


. filma di sala 2013an de ji sÎnemaya îngîlîzan derketiye ye.
lîstikvanên filmê Rachel McAdams, Domhnall Gleeson, Bill Nighy, Lydia Wilson, Lindsay Duncan e.

film di derbarê evînê de ye lê ne ji filmên ji rêzê ye . domhnall gleesonê ku di filmê de navê wî Tim Lake e, xwediyê taybetmendiyeke cûda ye. ji xwe ev yek filmê xweş dike û mirov bi xwestek guhdarî dike. filmê de hin deran de ez dilzîz bûm.
filmekî xweşik e. puana min jê re 81 .



Array. filma imdbê 7.8 puan dayiyê. film li ser ciwaneke 21 salî bi navê tîm(domhnall gleeson) ji bavê xwe hîn dibe vaye dikare di nava dem(wext)ê de gerînê bike. lê çiqas mijara sereke ji bo aksiyonê pir munasib be jî, mesele li vê filmê de ne aksiyon e. bi temamî film li ser hestên mirovî dişixwile û pir serkeftî ye jî.
--------------------------------spoiler------------------------------------------
bi hînbuna vê taybetmendiya xwe serlehengê me dixwaze vê yekê ji bo hin berjewendiyên xwe bikar bîne û hinekan de ser dikeve û hinekande jî nikare xwesteka xwe bike. piştî ku hîn dibe ji bo zarokên wî neguhere divê tu carî neçe berî xwedê-dana zarokên xwe û ji ber wê divê hin pirsgirekên xwe bi riyên din çareser bike, weke pirsgirekên navbera xwişka wî û hevalê wê. di filmî de tîm dibêje demeke dirêj min qet pêwîstî bi gerîna nava demêde nedît ango jiyana min xweş bu û ev tiştna li mirov dide fikirîn.
wextê ku kanserbuna bavê tîm derdikeve holê pêwendiya taybet a navbera bav û kurîde jî baştir derdikeve holê. dubare jiyîna demên bavê xwe re li mirov 'xwezî min jî bikariya' dide gotin.
tişta herî zêde li min bandor kirî jî dubare û wekhev jiyîna rojên normal bu ku qîmeta rojan û eslê xwede hêja û xweşbuna jiyanê li mirov bibîr tîne, û mirov bi çaveke qîmettartir li dora xwe dinêre*.
-------------------------------------------------------------------------------------------
ji min filmeke pir bandorker e. pêwendiya mirov a bi bav, zarok û malbata xwe re dide lêpirsînkirin. filmeke dirêj e lê ligel ku wextê min guhdarî kirî xewa min dihat jî min qet xulekek jî nerevand. filmeke orjînal û hêjayî guhdarîkirinê ye.



Array. fîlmeke gelek xweş e, kêm fîlma romantîk-komedî ya min evqas ecibandiye heye. mijara xwe bi awayekî cuda û ne-ji-rêzê honandiye. hêzeke te ya gelek kêrhatî hebe tê vê hêzê çawa û ji bo çi bi kar bînî? ji bo xwe tenê? ji bo perê? ji bo tolaziyê? ji bo guhertina sîstemê? bo edaletê? bo malbata xwe? an hevalên xwe? di fîlmê de bavê karakterê sereke beriya her tiştê hişyariya vê yekê dide. karakterê me jî bi serpêhatiyên xwe hînê bikaranîna vê hêzê dibe. zêde nemaye di hişê min de û naxwazim spoiler jî bidim,:= axirê fîlmeke xweş e, meriv dikare carinan dîsa temaşe bike.






  • about time0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 86
(imdb: 7.8)
pûanê bide fîlmê: