rear window

 Alfred Hitchcock

 John Michael Hayes Cornell Woolrich

 1954


 amerîka

 îngîlîzî

 112

 nepenî rageşî

  (1970.01.01)

 rûbar (2017.11.01)

 Kurtefîlmê cornell woolrich ê bi navê ''it had to be murder'', ji aliyê hosta derhêner alfred hitchcock ve li perda spî hatiye veguhastin û di dîroka sînemayê yek ji çêkirinên nepenî û rageşî yên herî serkeftî bûyî ''rear window'' derkete holê. Di fîlmê ku li beşên 'derhênera/ê herî baş', 'baştirîn derhenêra/ê hunerê', ' baştirîn verastkirina denga', 'fîlmnameya herî baş' de bûye berendama oscarê de, xelatgirtîyê ya oscarê aktör cames stewart û bixelata ya oscarê aktris grace kelly serlîstikvanîyê li gel hev parî dikin. Wênekêşê pîşedar ya weşansaziyeke navdar jeff, di rêzê wexta keşanê de bi bêhemdî çîmika xwe dişikîne û li mala xwe mehkûmî erebeya seqetan dibe. Gava bi vekirina cilsê re heftiyek mayî de mêrê ciwan, bi temaşe kirina daîreyên apartmana hemberê re wextê xwe beredayî derbas dike. Ji aliyê din ve, jineke tam temam bûyî lisa, birêkûpekî serdaniya li hevalê xwe yê jeff dike û li hêviyê roja zewicandina digelhev rawestîne. Lê ji bo jeff rewş cuda ye, di nav şert û mercên herî giran de jêhatina xwe ya ji bo berdewamkirina jiyanê hêçandiye û li bendê de ye ku hevala wî jî bikare wekî wî li ber şert û mercên hişk û dijwar de bibe kesek tebatkar. Lisa li gel bêpêwendiyê jeff nake ku dilê xwe jê sist bibe, ji bo ku bi wî mêrê ciwan re têkîliya xwe bidê berdewam kirin hewl dide. Jeff gava ku hemî vanan çêdibe, bala xwe dide ser li apartmana hemberê de coteke extiyara û digihêje wê baweriyê ku li wir tiştek heye ne di riya xwe de diçe. Li gorî jeff merê pîr, jina xwe ku rabûna cihê xwe lê zor tê bi kêrekî kuştiye û bi dizîka veşartiye. Lisa jî, ev senaryo di serî de jê re bêwatê jî werê nikare li pêşberî piştrastên bawerdêran guhnedêr bimîne, bi jeff re dibe yek û herdû xwe ji sixurîyê re hazir dikin.


rear window - Tirşik

rear window


. Rear Window bi îmkanên pir kêm fîlmek pir kêrhatî çêkirin e. Belê Rear Window ne tenê fîlmek e di heman demê de lêkereke bizehmet e jî. Alfred Hitchcock bixwe rewşa kêmîmkaniyê pêk anîtiye û fîlmek wek cewhereke nedîtî kişandiye. Îcar hûnê bêjin qey Hitchcock dîn bû ku ew îmkanan bikar neanîtine. Belê Hitchcock dînekî beradayî bû lê çi dîn!! Dinekî ku dikare bes ji odeyekê fîlmek du saet bikişîne û mirov di bin bandorek mezin de bihêle. Hitchcock, yek ji derhênerên herî serkeftî û navdar, di sala 1954an de du fîlmên serfiraz dikişîne û ya din jî Dial M for Murder e. Mirov şaş û metal dimîne dema ku vê yekê dibihîze, dibêje ev çi behre ye, çi evînek mezin e. Lê piştî demekê mirov nema bi xwe re dibîne ku heyirî bimîne ji ber ku hejmara fîlmên wî yên serkeftî ewqas pir in kî.

Di fîlma Rear Window'ê em dikarin çend xalên girîng yên ku hertim em di jiyana xwe liqayî wan tên bibînin. Yek ji wan şika jiyanek bikêfxweşî ye. Di fîlmê de dilên lehengê me û modavanek spehî dikevin hev lê jiyana van herduyan gelek ji hev cuda ne. Legengê me jiyanek pir hêsan dibihurîne lê hezkiriya wî elimiye jiyanek ku di nav xweşî û dewlenmendiyê de ye. Lê em nikarin bibêjin hertişt negengaz in.. Ya duduyan meraqa mirov ya li ser şêniya derdora xwe ye. Hitchcock di fîlmê de xwestiye ku li ser vê çend peyaman bide me lê li gor min ev peyam riya xwe şaşkirine û ji armanca xwe dûrketine lew re dema em li fîlmê û bûyerên ku diqewimin dinêrin, em rasterast dibînin ku Hitchcock ji me re dibêje meraq bikin! Meraq bikin bê ka li odeya li hemberî balkona we çi dibe, tew nebû rahêlin dûrbînekê û lê binêrin. Ev heqê we ye! Tabîî ev ne heqê me ye, ez jî dizanim û herkes jî dizane..

Ku em li nivîsên min yên li jor binêrin hema hema em dikarin fêhm bikin bê ka mijara fîlmê çiye. Lê dîsa jî ezê mijarê di carekê de binivîsim da ku tam bê fêhm kirin.Bi kurtasi mijar wisa ye: Jeff (James Steward) wênekêşek e ku di wênegirtinekê de qezayek kiriye di vê qezayê de hestiyên piyekî wî şikestine û hewce bûye ku şeş hefteyan ji malê dernekeve. Jeff ji acizî hertim li ber paceya xwe ya ku bitaybetî li Amerika'yê heye û jê re tê gotin "Rear Window" yanê "Paceya Dawiyê", rûdinê û li cîranên xwe temaşe dike û di roja destpêka hefteya şeşemîn de liqayî bûyerek balkêş tê. Lisa Carol Fremont jî hezkiriya Jeff e ku hertim tê hinda wî. Herdu hezkirî li dû wê bûyera balkêş dikevin û ...

Hitchcock vê bûyerê bi terza xwe ya navdar vedibêje, bi muzîkên serfiraz temaşevanan radigeşîne. Fîlmê di odeyekê tenê dikişîne lê kamerayê pir baş bi kar tîne, sekansên gelek xweş dikişîne. Ligel ewqas hêsan dixuye jî fîlmeke ku mere bi kursiya mere dizeliqîne û heya dawiya fîlmê fersendê nade ku mere xwe ji cihê xwe bileqîne, derketiye holê. Di dawiyê de em dikarin bêjin fîlmeke Rageşî û Romantîk e. Lê rageşiya wê hîna pir xwe derdixe pêş ve..

ji --> http://bergehenjisinemaye.blogspot.com.tr/2014/04/rear-window.html



Array. Fîlmeke james stewart e. Di odeyeke de hatiye kişandin. Li amerikayê di nav fîlmên kultê de hatiye hejmartin. Fîlm heta dawiyê tansiyona yekî bilind digre. Sê çar car jî weşanka fîlmê diguhêre. Meraqa yekî li ser fîlmê ar û giran dibe. Mirovan ber bi seyirkirineke xweş ve rûbirû dihêle.






  • rear window0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 89
(imdb: 8.5)
pûanê bide fîlmê: