sleepy hollow

 Tim Burton

 n A

 1999


 amerîka elmanya

 îngîlîzî

 105

 nepenî tirs fantastîk

  (1970.01.01)

 rûbar (2017.11.02)

 Di fîlmê ku ji romana klasîk ya washington irving bi navê 'efsaneya sleepy hollow' hatiye bi sînemayê ve guhastin de, bûyerekî sosret ku pişkînera asayîşê ichabod crane(johnny deep) di sala 1770 de ji new yorkê ji bona lêpirsîna bûyerekî diçe li gundê sleepy hollowê govan dibe tê vegotin. Li bajarokê biçûk mirov bi şêweyeke nehênî têne kuştin. Gelê deverê bawer dike ku wan mêrkujiyan ji aliyê siwariyeke bi salan berê bi serjêkirinê hatiye kuştin tê kirin. Kelanter crane vê bawer nake û bi katrina van tassel(christina ricci) re dikeve pey kujerê.


sleepy hollow - Tirşik

sleepy hollow


. filmekî ji derhêneriya Tim Burton e ku di rola sereke de johnny depp dilîze.
film vikîvala ye encex kesên ji lîstikvaniya johnny deppî hez bikin belkî bixwazin lê binerin lê min bi xwe ti xêr û çêj di filmê de nedît.
ya baş ez spoileran bidim belkî kes lê temaşe neke
(spoiler: )
johnny depp di rola Ichabod Crane ku ji ber karê xwe yê dedektîvitiyê û baweriya wî ya mezin bi metod û rêbazên zanistî di çareserkirina cînayet û tawanan de tê şandin gundê Sleepy Hollow ji bo vekolîna di kuştina sê kesan ji aliyê siwarê bêserî ve.
tiştê herî ne xweş di filmê de ku ichabod crane vedigere ser rêya bawerkirina bi aşop û xeyal û xurafatên vala.



Array. Her çiqas berhema ku ji wê bi sînemayê ve hatiye anîn kurteçîrokek bibe jî senaryoyeke gelek baş jê derxistine. Kelecan tim bilind e. Rageşî weşek jî kêm nabe. Dikarim bêjim fîlmeke baş bû.






  • sleepy hollow0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 84
(imdb: 7.3)
pûanê bide fîlmê: