the next three days

 Paul Haggis

 n A

 2010


 amerîka fransa

 îngîlîzî

 133

 dram romantîk rageşî tawan-sûc

  (1970.01.01)

 rûbar (2017.11.04)

 Jiyana John Brennan (Russell Crowe) tekûz diçe; ta ku dema jina wî Lara (Elizabeth Banks) ji ber mirovkujiyekî ku angaşt dike ew nekiriye tê girtin. John li qonaxa darazxwarinê bi qasî dirêjiya sê salê hewl dide ku malbata xwe li ba hev bigire, bi berdewamkirinê mezin kirana kurê xwe Luke (Ty Simpkins) û mamostetiya xwe li zankoya dewletê re ji bo piştrast kirina bêtawanîtiya jina xwe jî dixebite. Gava ku bi red bûna serîlêdanên wan yê dawîn Lara tê hedê xwekuştinê, john jî yeqîniya xwe pê tîne ku êdî tenê tiştek maye werê çêkirin; ji zindanê revandina jina xwe. Her çi qas bi bêderfetiyê re berê wî hatiye berbend kirin jî bêtecrûbe bûna xwe ya di vê mijarê de red dike, aqil digihîne ku ji bo revînê planeke pêtepêdayî çêbike û xwe tavêje nav dinyayekî pê hîn nebûyî û tije xeter; di oxira jina ku jê hez dike de bi hemû tiştên ku bûye xwedî re xwe diavêje xetereyê.


the next three days - Tirşik

the next three days


. Kelecana yekî heta domahiya fîlmê di asta bilind de ye hîç nayê xwar. Dibêm qey mêrê wî jinikî ez bûm lawo min çi jê ye? : ). Mêrik çi bikê nayê texmîn kirin. Carinan mirov dibêje ne ev qas jî lo li jiyana rasteqîn tu ewana kiribûba heta vê demê tu deh cara mirîbûbana. Lê dîsa jî ez bi tevahiya fîlmê binêrim dikarim bibêjim fîlmekî xweş e.



Array. ji ber ku tê de russell crowe dilîze, min baştir hêvî dikir lê ne ewqas xweş bû. aksîyona baş bû, mirov bi xwe re diherikand. planên reva ji girtîgehê jî baş bûn lê kêmasîya herî mezin ev bû: çima ne pêkan bû ku bêgunehiya jinikê were îspatkirin. şûna ku ev qas planên xeternak çêke, mêrik dikariya yek bi yek kamerayên li hemû bajêr kontrol bike û kujdara rastîn bibîne. lê şûna wê, çawa ku jina wî dikeve hepsê, planên revê çêdike. ji ber vê yekê jî mirov nikare tam konsatre bibe. şûna planên revê, me li hewlên zilam yên ji bo dîtina kujera rastîn temaşe bikira, gelek baştir bû. min 75 pûan dayê.






  • the next three days0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 82.5
(imdb: 7.3)
pûanê bide fîlmê: