skam

 n A

 Julie Andem

 2015


 norwêc

 norwêcî

 30

 dram romantîk rêzefîlm

  (1970.01.01)

 biruya hayao miyazaki (2018.02.03)

 rêzefîlmekî li ser komekê xort û ciwanên norwêcî ye ku di dema lîseyê de ne. li ser mezinbûna wan û di vê pêvajoyê de serpêhatî û cerib û biryarên wan ên rast an jî xirab dike mijarê xwe. skam, 4 sezon dewam kiriye û di her sezonê de lehengekî daniye navenda senaryoyê ku leheng di nav heman koma hevalî de ne. sezona ewil li ser eva ye, ya 2. li ser noora ye, ya 3. li ser isak û a 4. jî li ser sana ye.


skam - Tirşik

skam


. rêzefîmekî li ser ceheltiyê/nû-gihaştiyê ye. beşên wê li gorî yên tirkiyê û dya-yê gelek kin in, lê car din jî hin caran yên 40 deqe-girtî jî tê dîtîn. bi mijarê ve, tiştên ecêb/pirsgirêkeke awarte nake kul û derdê xwe: di norwêcê de keç û lawikên 16-17 salî çawa dijîn, bi riyekî sade tomar dike. lê ji ber teknîka xwe di dinyayê de navdar bûye. ev teknîkê ecêb ev e: ji ber ku wan xwestiye senaryoyê nêzî rastiyê bikin, hemû lehengên rêzefîlmê, mîna kesên rastî ne, xwediyê hisabên medyaya civakî kirine, mîna facebook û instagram û spotify wekî mînak di youtubê de vîdyoyan diweşînin. û ev tişt hemû sezonê dewam kirine ku pir tiştên ji van hisaban hatiye weşandin, di rêzefîlmê de nehat rêdan lê ev tiştan(wêne, şîroveyên li bin wan an jî vîdyo hwd) mijara senaryoyê temam kiriye wekî puzzle. her wiha derhêner û senarîstên vê rêzefîlmê metodeke nû ya em dikarin bibêjin înteraktîf ceribandine û ev jî yekemîn rêzefîlma norwêcê derxistiye holê ku li dinyayê navdar bûye. yek ji taybetiya wê ya teknîkê ev e ku hilbijartina stranan e. ev jî perçeya rastiyê ye ku di wê salê de kîjan stran li norwêcê di nav xortan de pir hatiye ecibandin û hezkirin ew di beşên xwe de bikaranîne. lê vê tişt astengiyeke derxistiye hortê. skam ji aliyê kanala dewletê ve hatiye çêkirin ku rêklaman rênade, ji ber ku pere qezenç nake, ji aliyê telîfê ve azad dibe û tu pere nade xwediyên stranan lê dema ku rêzefîlm navdar bû mesela firotina rêzefîlmê derketiye hortê ku heke bifiroşin divê telîfê bidin lê ji xwe heke pere bidin, tu pere li cem wan namîne. hisab li cem we ku bifikirin çiqas stranên navdar bikaranîne. her wiha ji ber ku têneketine topa telîfê, binnivîsên ingilîzî jî amade nekirine û astengî jî derxistine ji yên ku binnivîsan belaw kirine û henek, be jî gotine bira norwêcî bielimin. niha di înternetê de binnivîsa ingilîzî ya baş wergerandî nayê dîtin. ya tirkî jî nîvco, kêm bû. di 4 sezona wê de, 4 leheng têxistine navenda rêzefîlmê ku di heman koma hevaliyê de ne: 1. eva, 2. noora, 3. isak, 4. sana. lê bi ya min divê vilde jî kiribana sezonekî ku lehengekî girîng bû di nav koma xwe de. heyfa wê ye. sezona favorî ya min a 3. e, serpêhatiya isak û even vegotibûn ku rêzefîlm bi vê lehengên xwe yên hevzayendî yên vê sezonê navdar bû fanclubên van lehangan hene bi navê evak. her çiqas favoriya min sezona 3. be jî lehengên min ên favorî him evak in û him jî sana ye. ji ber ku serpêhatiya sana bi serê xwe gelek xweş û balkêş e. çîroka noora ne balkêş be jî ----heta piranî* ji rêzê be jî--- wekî karakter û lîstikvana karekterê ve bala temaşevanan dikşîne, bi ew xweşikahiya xwe ya milyaketî/xwedanî û ew peyvîna wê ya norwêcî ya ecêb ku di sezona wê de min xwest norwêcî bielimim lê çavê duolingo û memrise kwîr be. * belkî rojekî, qala evak û sana û yên din jî bikim. va ji we re, 4 trailer-ên 4 sezona skam-ê:

edît: ji bo xwesteka rastiyê, berî kişandina rêzefîlmê, derhêner û senarîstên skam, vekolîn û anketan li nav xortan çêkiriye. min agahiya herî girîng nedaye: nû-gihaştî û seks seks seks seks seks seks seks seks seks seks. belê min vbnr-a seks nedaye. her wiha. *



Array. min dest bi temaşekirina guhertoya fransayê jî kir. a rastî min ji sezona sêyem dest pê kir û niha di sezona pêncan de me û ya balkişandinê ye ku di ya resen de sezona pêncem tune bû. bi vê a resen jî tê de rêzefîlmê di her sezonekê de ev pirsgirêk vegotine: 1. nûciwana ji rêzê 2. destdirêjî 3. gay 4. misilman 5. astengdar di ya norwêc/resen de ji xêncî sezona pêşîn hemû sezon/beş efsane bûn. her wiha di ya fransayê de jî 3 û 4 pir xweş bûn û xuya ye ya 5 jî wiha ye. her çiqas çîrok û lehengên sezona sêyem pir xweş bûn û bi serkeftî hatibûn derhênandin jî di ya fransayê de favoriya min çîroka îmanê ye ya sezona 4em. ji lucasê gay pirtir min xwe bi îmana misilman wekhev hîs kir ku piştî xelasbûna sezonê vê bîrbûnê ez heyirandim. jbk çîrok eynî ya sana-ya skam-a norwêcê bû. erê min ji sanayê jî pir pir hez kiribû lê belê di encamê de çîroka ishakê gay ez xêzandibûm feqet ne ya lucas...çima? nizanim. ji ser 4 sal derbas bûye. belkî ev meseleya favorîbûnê bi nêrîna derhêner, qebiliyeta lîstikvanan û herêmê diguhere. pir lê hêrs bûbûm ku ya norwêc çîroka vildeyê wekî sezona pêncem nekişandibû. wekî sebeb jî gotibûn, ev senaryo qala xwendekarên lîseyê ye û bi rast-demî bi mezûnbûnê divê xelas bibe. lê belê di beşa dawî ya sezona çarem de cih dabûn vildeyê wekî hêmana meraqê. min gotibû tiştê çû nede dû. lêê heman tişt di ya fransayê de jî pêk hatiye. di sezona 4em de di beşa dawî de meraqa bîneran dikişînin ser "vilde"ya xwe. lê belê şaşmîtî! arthur kirine mijar! min berê gelek astengdarên bihîstinê nas kirin û di ragihandinê de baş bûm jî -niha fos e. lê belê nayê bîra min ku min çîroka astengdarekî vî rengî temaşe kiriye yan xwendiye. loma ev sezon aşopa min fireh dike.






  • skam0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 85
(imdb: 8.6)
pûanê bide fîlmê: