in time

 Andrew Niccol

 Andrew Niccol

 2011


 .

 îngîlîzî

 109

 aksîyon rageşî honaka zanistî

 2018.03.20 04:13

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin

 gumgumok

 Jiyaneke wisa bifikirin go her tişt li ser wext'ê temenê mirov werê hesêb kirin. Hemû kar û xebat ji bo qezenckirina hinek wext e. Lê dîse sîstema kapîtalîst hinek însanan dewlend û hinekan jî belengaz û parsek dike. Peyre ew tiştên klasîk çêdibin. Yekî qehreman derdikevê holê feqîra zengîn, zengînan xemgîn dike....


in time - Tirşik

in time


. filma li 2011an hatî çêkirin e.
Derhêner: Andrew Niccol
nivîskar: Andrew Niccol
lîstikvan: Justin Timberlake, Amanda Seyfried, Cillian Murphy
puanê imdbê: 6,6
li ser fikreke orjînal hatiye avakirin e: pêşerojê de her mirov di 25 saliya xwe pêve pîr nabe û 25 saliya xwe de çawa be wî awayî jiyana xwe didomîne lê tişteke giring heye piştî 25 saliyê tenê salekî heye û da ku zêdetir bijî divê bi awayekî ji xwe re wext peydabike; bi şixwilin, bi dizîn yan jî bi bazirganiyê. pere ji holê hatiye rakirin û her tişt bi wext tên kirîn û firotin.
fikra bingehîn resen e lê li ser vê fikrê senaryoyeke hema ji rêzê hatiye nivîsîn û ji ber vê yekê jî imdbê tenê 6,6 daye filmî û mafdarin jî. lê dîsa jî dikare bê guhdarîkirin.
(spoiler: li filmî de diya serleheng ji kar derdikeve û wê biçe mala xwe, 1,5 saet tenê wextê wê maye. li otobusê siwar dibe û dinêre fiyet zêde buye û buye 2 saet, bi rêve jî 2 saet rê ye. jinik dest bi vezînê dike û kurê wê jî dema dibîne ku diya wî ji otobusê peya nabe bi alê wê de dibeze lê bi ferqeke çend saniyeyan nagihêjin hevudin û jinik dimire. ev dîmen mirov xemgîn dike.)






    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= 69.5
    (imdb: 6.7)
    pûanê bide fîlmê: