noah

 Darren Aronofsky

 Darren Aronofsky Ari Handel

 2014


 amerîka

 îngîlîzî

 138

 aksîyon macera dram

  (1970.01.01)

 simurg56 (2018.05.03)

 Hz. nuh ji aliyê xwedê ve hatiye bijartin ku berî tofana mezin, keştiyek çêke û mirovên bawermend lê siwar bike.


noah - Tirşik

noah


. fîlma nû ya Darren Aronofsky ye.. mijara fîlmê li ser jîne-pêxemberiya nuh nebî û tofanê ye.. di fÎlmê de aktor û aktrîstên meşhÛr yên holywoodê yên wekê anthony hopkins, jennifer connelly, emma watson û russell crowe dileyîzin.. fîlm hîn neketiye di vîzyonê de, dibêjin di 28ê adarê de wê li tirkiyeyê û tabî li bakurê kurdistanê li ser perde-vîzyonê were nîşandan..
di sînemayê de min seyra fragmaneka fîlmê kir, fîlm xweş xuyan dike, heta niha sê fragmanên fîlmê li ser înternetê hatine belavkirin, eger tu qeza û bela çênebin min dil heye, ku di sînemayê de seyr bikim, lê dibêjin li tirkiyeyê û li welatên din yên paşdemayî, fîlm wê di forma 3d yê de were nîşandan û yeqet keyfa min ji mîrata 3d yê re nayê..û ez nikarim zû bi zÛ xwe li ber fîlmên 3d ragirim..
neyse hêvî dikim, ku wek lehengekî çiyayê cûdî û cizîr jî di fîlmê de hatibe behskirin..

fragman1 :


fragman2 :

fragman3 :



Array. fîlma ku kêfa min xweş kiriye. fragmanên wê ne xerab in. hêvî dikim weke fîlmên din yên Darren Aronofsky kûr be.



Array. fîlmek ne xerab e. ji ber ku herkes dawiya fîlmê dizane, mirov nikare senaryoyek orjînal jê hêvî bike lê ya rastî mêrikan karîne senaryoyek wisa çêkin.
fîlm hêjayî temaşekirinê ye. pûana min jê re 80 e.

---- spoiler ---

di sahneyekê de behsa afirandina feza û dinyayê tê kirin. di wê sahneyê de dema mirov bala xwe bidê, bi hêsanî dikare bibîne ku canberên ewil di nav behrê de derdikevin holê bi xwêvajoya werarê vediguherin ajalên din û paşê derbasî ser erdê dibin. paşê meymûn derdikevin û -li vir sahne biguhere jî- însan pêk tê.
yanî fîlmê çav li teroriya werarê re qusandiye.

---- spoiler ---








  • noah0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 72
(imdb: 5.8)
pûanê bide fîlmê: