the hobbit: the desolation of smaug

 Peter Jackson

 Fran Walsh Philippa Boyens Peter Jackson

 2013


 amerîka Nû Zelenda

 îngîlîzî

 161

 macera fantastîk

  (1970.01.01)

 simurg56 (2018.05.03)

 piştî fîlma The hobbit: an unexpected journey, duyemîn fîlma ji rêza fîlmên li ser hobbit'an e


the hobbit: the desolation of smaug - Tirşik

the hobbit: the desolation of smaug


. piştî fîlma The Hobbit: An Unexpected Journey, duyemîn fîlma ji rêza fîlmên li ser hobbit'an e.
niha ketiye vîzyonê lê hê temaşekirin nebû nesib. niyeta min tune ku li sînemayê temaşe bikim, ji ber ku zêde hêviya min jê tune. tenê ji bo atmosfera dinyaya navîn dixwazim temaşe bikim. û ji bo gandalf. hela ka bila bikeve malperên torrentê...



Array. fîlma ku mirov dikare berî ku li tirkÎ û li kurdistanê bikeve vîzyonê li ser malperên torrentê daxîne û darî bike.. heta li malperên ku tê de binnivîsên tirkî yên fîlman tên parvekirin çend versiyonên binnivîsa vê fÎlmê hene.. di vî warî de wek kurdekî ez gelekî dilê xwe dibijînim tirkan, xwezî me kurdan jî karibûya li ser înternetê kurdistaneke bi kurdî ava kiribûya û fîlm û mÛzÎk û stranên nû yên biyanî demildest wergerandibûna kurdî û berpêşî xizmeta xelkê kiribana.. lê çi bikim ku qewî kesad e bazar û xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin..



Array. ez ê roja çarşemê herim li dû hatinê ez ê binirxînim



Array. piştê min filma hobbit: anunexpected journey temaşe kir min çu pirtûka hobbit xwend û paşê min roj jimard jibû vî fîlmê..



Array. dvd ya qorsan derketa min temaşê bikira



Array. fîlma ku mixabin torrenta wê nayê peydakirin. tenê ya kişandiya kamerayê heye ku temaşekirina wê, wê bibe herimandina fîlmê.



Array. fîlma ku torrenta wê peyda dibe ev çend roj in min daxisitiye lê bi xwe re nabînim darî bikim, min dil hebû ku ez îro darî bikim lê 01.01.2014 kampanyaya danasîna tirşikê a li ser twitterê ev plana min bi paşde avêjt..



Array. yanî hobbît: çolên smaug
min duh bi şev li vê fîlmê temaşe kir. dîmen dîsa xweş bûn, em dîsa bûn heyranê xeyalên xelkê.
vê carê karakterek ku di pirtûka orjînal de tune bû, li fîlmê hatiye zêdekirin. ez behsa karakterê bi navê Tauriel dikim. heta fîlm xelas bû, hê jî ez difikiriyam ku ez vê jinikê ji ku nas dikim lê nehat bîra min. paşê ez hîn bûm ku Evangeline Lillya me ye ku lîstikvanek sereke bû di rêzefîlma lostê de.

vê fîlmê de zêde bûyer tune bûn û jixwe bûyera herî girîng jî di fînala fîlmê de ma nîvço û xelas bû. bi dirêjkirina sahneyên nepêwist, fîlmê kirine 2 saet û 40 deqe. lê dîsa jî ne xem bû, ji ber ku mirov ji temaşeya dinyaya navîn têr nabe. welhasil me dîsa ji bo xatirê lotrê temaşe kir û ji ber bêriya wê, me jê hez jî kir.

ejderhayê smaug navê xwe daye fîlmê lê li gorî min heqê wî nedane. ji ber ku zêde li ser wî nesekinîne, min hêvî dikir ku senaryo û tekst li ser wî ba. neyse.
heyranên lotr'ê dikarin bêşik û bêguman li fîlmê temaşe bikin.






  • the hobbit: the desolation of smaug0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 79.7
(imdb: 7.8)
pûanê bide fîlmê: