stranger than fiction

 Marc Forster

 Zach Helm

 2006


 amerîka

 îngîlîzî

 113

 komedî dram fantastîk romantîk

  (1970.01.01)

 simurg56 (2018.05.05)

 Harold Crick rojekê dengek dibihîse ku ev deng hemû tevger û hestên wî bi lêv dike. mîna ku behsa çîroka wî bike. mîna ku karaktereke çîrokekî be. ji aliyê din ve Kay Eiffel nivîskareke li ber jibîrkirinê ye ku hewl dide romana xwe ya dawîn biqedîne. lê jê re pir zehmet e û haya jê wê tune ku karakterê pirtûka wê bi rih û can e.


stranger than fiction - Tirşik

stranger than fiction


Array. fîlma ku min duh ji tirşikê dît û daxist û lê temaşe kir.
ne xerab e. heta dikarim bêjim ku senaryoya wê gelek orjînal e. Will Ferrell ku di fîlmê de karakterê sereke Harold Crick dilîze, gelek serkeftî ye. ji xeynî wî lîstikvaniya tu kesî bala min nekişand.
fîlmê de Dustin Hoffman jî dilîze, em wî ji fîlma Rain Man dizanin.
ger em vegerin fîlmê;
fîlm ne berhemek wisa ye ku mirov di bin bandora xwe de bihêle an jî xewan lê birevîne. lê dema mirov lê temaşe dike, kêfxweş dibe. ji ber ku mirov dizane ku li tiştekî nû û orjînal temaşe dike.

--- spoiler---

nizanim çima lê sernayoya fîlmê bi min zêde nexweş hatibû hûnandin. yanî derbarê vê bûyera ecêb û efsûnî de, tu agahî û texmîn tune bû. ji aliyê din ve berteke kesên ku vê ecêbê dibihîsin jî bêwate bû. Professor Jules Hilbert, nivîskar Karen Eiffel û sekretara wê û Harold bixwe jî zêde ne ecêbmayî bû. heçko hemû jî bizanin ku di fîlmekê de dilîzin.

destpêka fîlmê de min qet ji nivîskarê romanê hez nekiribû. hal û tevgerên wê yên dînan ne sempatîk bûn. lê dawiya fîlmê de xwe da efûkirin. lê rewşa profesor jî tam berevajî vê bû. bênamûs, ji bo ku Harold bimire çi ji destê wî bê kir. got tu çare tune ku tu ji mirinê xelas bibî, got tu nikarî nivîskar bibînîn, got ev ne ew nivîskar e û hwd.

ger em werin peyam û fikra fîlmê; belkî senarîst xwestibe ku bibêje trajedî jî bi guherînek biçûk dikarin vegerin komediyê. ya ku min fêhm kir an jî xwest fêhm bikimî ev bû. ji aliyê din ve, ji me re nîşan da ku dema mirov ji mirina xwe agahdar bibe, çawa xwe û jiyana xwe diguherîne û nûka hînî jiyanê dibe.

--- spoiler---








  • stranger than fiction0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 84
(imdb: 7.5)
pûanê bide fîlmê: