heat

 Michael Mann

 Michael Mann

 1995


 amerîka

 îngîlîzî spanî

 170

 tawan-sûc dram rageşî

 2018.05.06 18:19

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin

 simurg56

 di cîhana efsanewî ya sûcan ya los angelesê, du zilam li aliyên dij yên vî şerî ne. yek jê detektîf yê din diz.


heat - Tirşik

heat


. peyva îngîlîzî ya ku wateya wê "germahî, heraret, kîn" e.

her wiha navê fîlmeke ya 1995an e.
fîlm ji aliyê Michael Mann ve hatiye kişandin. tê de aktorên gelek navdar yên weke Al Pacino û Robert De Niro dilîzin.
lê fîlm, bi qasê mirov jê hêvî dike, ne xweş e.
dihêje temaşekirinê lê tişteke nû jî li mirov zêde nake. fîlm beredayî dirêj e, 170 deqe ye. lê dîsa jî mirov bêhnteng nake, ji ber ku aksiyona wê têra xwe heye. mirov dikare bêje ku fîlmeke berxwedana navbera dizeke profesyonel û polîsek profesyonel de ye. her du jî ji bo karê xwe dev ji hemû jiyana xwe ya dîtir berdidin. lê biqasê min ji dawiya fîlmê fêhm kir, derhêner dixwaze destnîşan bike ku diz, ji polîs zêdetir girîngî dide hezkiriyên xwe.

---spoiler---
sedema şîroveya min ya li jor ew e ku; sahneyên dawîn yên fîlmê de polîs qet guh nade malbata xwe û dawiyê de keça wî jixwe întîxar dike.
ji aliyê din ve her çiqas dizê aktorê sereke, sahneyekê berê de gotibû ku "ji kesî ewqas hez nake û nayê girêdan ku roja polîs bavêje ser wan, bikare di nava 30 saniyeyan de dev ji her tiştî berde û bireve" lê dawiya fîlmê de deme polîsê me yê zîrek radihêje wî zûzûka nikae dev ji hezkiriya xwe berde û ji ber wê jî tê kuştin!
---spoiler---

fîlmê di imdb 8.3 pûan standiye.



Array. filma ji beredayî dirêj hatî kişandin e. sedema wê jî zêde behskirina malbatên aktoran e lê pêwendiyên nava malbatî dîsa jî xweş nehatiye lêkirin. film dikare bê guhdarîkirin lê hêviyên xwe zêde bilind negirin.






    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= 79
    (imdb: 8.2)
    pûanê bide fîlmê: