american beauty

 Sam Mendes

 Alan Ball

 1999


 amerîka

 îngîlîzî

 122

 dram

  (1970.01.01)

 simurg56 (2018.05.20)

 Fîlm rexneyek e li xewna amerîkî. behsa belavbûn û hilweşîna malbatekî tê kirin. Lester, nikare bi keça xwe û jina xwe re têkiliyeke durîst pêk bîne. jîyana wî tim wekhev e û ji vê rewşê kerixîye. di navbera keça wî û hevala wê Angela de têkilîyek cinsî xwe dide der û ev yek dike ku navbera lester û jina wî xerabtir jî bibe.


american beauty - Tirşik

american beauty


. fîlmeke ku min duh temaşe kir e. biyanî bûn, dejenere bûn, xerabûna têkiliyên di navbera ferdên malbatê, xerabûna hestan û li hev dûrketina mirovên civata amerîkayê peşkeş dike. fîlmeke serkefti ye.



Array. Fîlma ku kevin spacey tê de dilîze. Ev yek bes e ku ji bo temaşekirinê.
Li ser jiyana malbatî, menfeatperestî, veşartina hestan û nejidilbûna mirovan fîlmekî gelek rind e.

----spoiler-----
Di fîlm de leşkerekî kevn ku wer bi mîlîtarîstî û mêrxasîya xwe pesnê xwe dide heye û bi vî hawayî zulmê li lawê xwe û jina xwe dike. Dixwaze ku ferdên malbata wî jî wekî leşkeran bêhest û fermî be. Lê ji nişkave derdikeve holê ku "gay" bûn pêre heye.
----spoiler----
http://www.imdb.com/title/tt0169547/



Array. kevin spacey nêzî nîrvanayê dibe. bi lîstikvaniya xwe fîlmê hildigire û dixe di nav fîlmên herî baş. ev qasî fîşalkirin bes e. ligel lîstikvaniya spacey, lîstikvaniya lîstikvanên din, derhênerî, senaryo û muzîka fîlmê jî baş e. jixwe tene bi lîstikvaniyê fîlmek nikare xwe evqasî bide hez kirin. mijara fîlmê bi kurtasî li jor hatiye gotin, ne hewce ye ku ez jî binivîsim. Ez dixwazim qala çend hêma an jî em bêjin sehneyên fîlmê bikim.

hişyarî: spoîler
- bi kifş bûna hevzayendbûna cîranê wan ê mêr ê ku mîlîtarîst e, temaşevan şaş û mam dimîne.
dawiya spoîlerê

- sehneya ku lawikê kameravan dîmenên kîsikek û pelên ziha yên ku bê wan li ber xwe dibe, dikişîne pir meşhur e. lê li gor min ev sehne ewqas fîşalkirinê heq nake.
ew sehne: http://youtu.be/gHxi-HSgNPc

- sehneyek nêzî dawiya fîlmê heye ku min pir jê hez kir. jina serlîstikvanê fîlmê di siwareya xwe de ye û di radyoyê de muzîkek dest bi lêdanê dike. jinik bi strabêj re stranê dibêje.

herî dawî spoîlereke din bidim
ew îfadeya ser çavê kevin spacey a dema ku ew dimire, bi lîstikvaniyeke serkeftî hatiye dayîn. li gor min yek ji lîstikvaniyên herî serfiraz e..
dawiya spoîlerê

pêşniyarî we gişan dikim. teqez temaşe bikin..






  • american beauty0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 34
(imdb: 8.3)
pûanê bide fîlmê: