reservoir dogs

 Quentin Tarantino

 Quentin Tarantino Quentin Tarantino Roger Avary

 1992


 amerîka

 îngîlîzî

 99

 tawan-sûc dram rageşî

  (2020.08.07)

 simurg56 (2018.05.22)

 ji fîlmên navdar yên Quentin Tarantino ye. Joe Cabot ji bo şelandina dikana elmasan tîpek ji dizên profesyonel û navdar pêk tîne. ji bo şelandinê hemû kitekitên planê hazir in. lê dema tên dikanê rastî surprîzek tên. fîlm li ser psîkolojiya van dizan e. gelo kê xiyanetê kir?


reservoir dogs - Tirşik

reservoir dogs


. yekem filmê quentin tarantino ye, 1992 de, diravnameye ki biçûk hatiyê kişandin.
senaryo ji alî tarantino hatiyê nivîsandin û awa yeki nû aniyê sînemaye.

şanogehen gelek bi xwîn, danûstandinen balkêş û vegotinen ecêb pêşkêşî temaşevanan kirinê.

çend lîstikvanên tê de dilîzin: harvey keitel, michael madsen, tim roth, quentin tarantino, steve buscemi, chris penn, lawrence tierney .



Array. fîlmekî pir xweş e. di cihekÎ fîlmÊ de kamera ji hundir derdikeve derve lê eyarên roniyê nayê guhertin. ya tarantino wê demê van tiştan nizanîbû ya jî wî bi xwe gotiye bila werê be.

nÎşe: ezê hîn peyamek dûdirêj binivîsim. aniha bi vê îdare bikin. *



Array. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê ahûracik ve, li kurdî hat wergerandin. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: #118142
têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



Array. filmekî tarantîno bi hostayî çêkirî bi şepirzeyî leystî ye.



Array. fîlmê ku ji dîmenên bi xwîn diyare ku yê quentin tarantino ye * tarantîno ji du tişten hez dike, yek xwîn e, dido lingê jina ye. tişta rastî di vir de lingê jina nîn bû, an jî ji ber ku lêhengeke jin nîn bû, apê me tarantîno di fîlmê xwe yê ewil de dîmeneke wilo şanî me nekiriye * min fîlm ji telegramê daxist, bi binnivîsa kurdî, destê werger sax be, di çend cihan de qala bavê teyar, denozer72, qasim silêmanî dikir, kenê min bi wan binnivîsa dihat.






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 77.8
(imdb: 8.3)
pûanê bide fîlmê: