upgrade

 Leigh Whannell

 Leigh Whannell

 2018


 awistralya

 îngîlîzî

 100

 aksîyon honaka zanistî rageşî

 2018.10.16 21:02

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin

 simurg56

 di pêşerojek de ku teknolojî gelek bi pêş ketiye, Grey Trace hê jî ji kar û barên ku bi destî tên çêkirin, hez dike. piştî qezayekê, dibe muhtacê alîkarîyên teknolojiyê. êdî teknolojî û ew, wê parçeyên hev û din bin.


upgrade - Tirşik

upgrade


. peyvek îngîlîzîye. wateya wê bilindkirin, pêşvebirin, derbasî asta jorîn bûyîn fîlan e. zêdetir di warê komputergeriyê de tê bikaranîn. her wiha navê fîlmeke ji cûreya honaka zanistî ye. di sala 2018ê de hatiye weşandin. bi ya min, fîlmekî xweş e. mîna yek ji beşên black mirrorê ye. yanî vê peyamê dide: "wê teknolojî bi pêş bikeve û ... me". li gel ku min di beşên black mirrorê de gelek caran van tiştan temaşe kir, dîsa jî vê fîlmê tiştek nû li fikaran zêde kir û temaşekirina wê xweş bû. di vê navberê de, di sahneyekî de xuya dibe ku xwediyê 'stem'ê, linuxê bi kar tîne. ecêb! çawa apple'ê reklama xwe nedaye ser komputerên vê fîlmê jî... min 86 pûan dayê.



Array. Fîlma ku min du sê roj ewil temaşe kir, e. Tolhilandin û honaka zanistî zehv xweş hatiye li hev xistin. Lê dem gelek kurt e. Ji ber vê yekê bûyer bilez pêk tên û naveroka zanistî nayê fêm kirin. Encama din a kurtbûna fîlmê ev e ku temaşevan tam ji dîmenan û ji aksîyonan nahilîne. Felsefeya stemê jî têra xwe nehatiye eşkere kirin. Li gor min ev fîlm yek ji fîlmên b-movieyê ye. Çima ? Ji ber ku mijara wê fîlmê di nav fîlmên honaka zanistî de mijarek resen û balkêş e lê lîstikvan û senaryo û dîmenên wê kêm û bêwesp in. Teoriya min eve e ku demek nêz de rêza duyemîn a wê fîlmê tê derkeve û wê carê lîstikvanên navdar û biqabiliyet hebin di fîlmê de û senaryoyek bi têr-naverok bêtin nivîsandin û dîmenên biqalite were kêşandin. Û dem jî dirêj bibe. *






    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= 81.3
    (imdb: 7.6)
    pûanê bide fîlmê: