blade runner 2049

 Denis Villeneuve

 Hampton Fancher Michael Green Hampton Fancher

 2017


 amerîka îngîlîstan macarîstan kanada

 îngîlîzî fînî japonî macarî rûsî spanî

 164

 dram nepenî honaka zanistî rageşî

  (2020.12.12)

 simurg56 (2018.12.31)

 piştî serdema fîlma ewil, bi qasê 30 sal derbas bûye. vê carê blade runner'ek ciwan, li pey kifşkirina nepeniyekî ye. ev lêkolîna wî, wî digihîne blade runnerê fîlma ewil.


blade runner 2049 - Tirşik

blade runner 2049


. duyemîn fîlma blade runner e. ya ewil di sala 1982an de hatiye kişandin. ya duyemîn di sala 2017an de, yanî piştî 35 salan hatiye kişandin. di fîlma ewil de serlehengê me Rick Deckard ji aliyê lîstikvanê Harrison Ford ve hatibû lîstin. di vê fîlma duyemîn de jî, dîsa heman karakter ji aliyê heman lîstikvanî ve tê lîstin. bi rastî jî tiştekî gelekî ecêb û xweş e. senaryo jî li gorî vê rastiyê, hatiye hûnandin. ev fîlma duyem jî xweş e lê asmosfera fîlma yekemîn heçko hinekî din taybet bû. min berî 10 salan fîlan temaşe kiribû û li gel ku min senaryoyê ji bîr kiribû jî, atmosfera fîlmê mabû di hişê min de. ji ber ku ev fîlm, razên nû li me kifş nake û tiştekî gelekî taybet li fîlmê zêde nake, min zêde zêde jê hez nekir lê dîsa jî tê temaşekirin. min 82 pûan dayê.



Array. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê simurg56 ve, li kurdî hat wergerandin. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: #118142 têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 89.5
(imdb: 8)
pûanê bide fîlmê: