event horizon

 Paul W.S. Anderson

 Philip Eisner

 1997


 îngîlîstan amerîka

 îngîlîzî

 96

 tirs honaka zanistî rageşî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2019.01.08)

 keştiya fezayê, event horizon ji qula kurmê (wormhole) derbasî alîyeke din ya fezayê dibe lê encax piştî 7 salan dewsa wê tê dîtin. niha divê tîmek here wir û hewl bide ku fêhm bike ka çi hatiye serê wê.


event horizon - Tirşik

event horizon


. têgehekî fîzîkê ye. ji bo wê sînorê tê gotin ku ji wê derê û pêve, êdî heta tîrêjên ronahîyê jî nikarin ji hêza kişandinê ya çala reş bireve. çalên reş, hêzeke gelek ji gelek zêdetir dihewîne ku ev hêz her tiştî dikişîne nava çalê û wan her tiştan dike yek. ((bnr: singularity)) her ku tiştek nêzikî çalê bibe, hêza kişandinê zêdetir dibe û reva ji vê hêzê zehmettir dibe. bi qasê tê zanîn, di fezayê de tişta ku herî bilez tev digere, tîrêjên ronahiyê ne. lê piştî tîrêj ji vê event horizonê derbas bibin, êdî ew jî nikarin jê xelas bibin. pêşîn ditewin û ji riya xwe dibin, paşê jî dikevin nava çalê. ger em rasterast wergerînin kurdî: asoya bûyerê her wiha navê fîlmekî ye. mijara fîlmê orjînal e. lê bi ya min, senaryo dikariya baştir bûya. ji ber ku piştî demekê, êdî honaka zanistî diqede û fîlm dibe fîlma tirs û rageşiyê. loma ji bo min, nîvê dawîn ya fîlmê zêde ne girîng bû. dîsa jî ji ber ku hin pirs bêbersiv dimînin, mirov dawîya fîlmê jî meraq dike. min hê temaşe nekiriye lê dibêjin dişibe fîlma solarisê.






  • event horizon0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 63.3
(imdb: 6.6)
pûanê bide fîlmê: