warrior

 Gavin O'Connor

 Gavin O'Connor Anthony Tambakis Cliff Dorfman

 2011


 amerîka

 îngîlîzî spanî

 140

 dram spor

  (1970.01.01)

 simurg56 (2019.02.20)

 kurê biçûk ya malê vedigere mala bavê xwe yê alkolîk. ku sedema parçebûna malbatê ye. niha divê ew, birayê wî yê mezin û bavê wî bi paşeroja xwe re rû bi rû bibin.


warrior - Tirşik

warrior


. bi îngîlîzî: şerger, şervan fîlmekî ji sala 2011an e. ji ber bavekî serxweş, malbatek parçe bûye. kurê biçûk yê malê vedigere ser kavilên malbatê. dişibe fîlma here comes the boom. heta em dikarin bêjin ku fîlma here comes the boom komple di nava vê fîlmê de ye û fîlma warriorê tenê bingehek dramatîk lê zêde kiriye.

sahneyên di navbera Paddy û kurên wî de xweş bûn. dema hewl dida ku xwe bide efûkirin. bi taybetî dema li ber deriyê kurê xwe, dixwest nevîyên xwe bibîne, nas bike. min hêvî dikir fîlm li ser vê rêçê dewam bike lê mixabin ji wir û pê ve bû fîlma rocky.
min 76 pûan dayê.






  • warrior0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 76
(imdb: 8.1)
pûanê bide fîlmê: