die schwalbe

 Mano Khalil

 Mano Khalil Michael Sauter Daniel Casparis

 2016


 swîsre

 elmanî îngîlîzî kurdî

 103

 dram

  (1970.01.01)

 nestêle (2019.08.05)

 Mîra wekî keçeke Swîsreyî, di rêberiya Kurdê almanî-axêf Ramo de diçe başûrê Kurdistanê. Daxwaza wê ew e ku şopa bavê xwe yî Kurd bibîne. Lewma jî ew di sînorên welatê parçekirî de diçe û dide li pey kokên xwe. Herweha rêya wê di komên biçek, kiryarên keyfî, edaleta şexsî û heya evînê re jî derbas dibe.


die schwalbe - Tirşik

die schwalbe


. Senaryo li dora keçika Swîsreyî xweş hatiye hunandin. Ji ber ku çêker dixwaze rewş û têkiliyên fermî û rojane bidê nîşan, gelek li ser bûyeran nasekine û bilez derbas dibe. Bi xêra vê lezborînê, babetên ku di fîlm de tên behskirin, bê ku temaşevanan aciz bike, bi rehetî digihîje wan û derfetek dide çêker ku bikare gelek ji meseleyên ji hev cuda behs bike. Ji ber ku fîlm li Kurdistanê hatiye kişandin, cih û war bi hêsanî gelek baş hatiye sazkirin û fîlm bi rehetî temaşevan dikişîne nav xwe. Carna senaryo ne bi rêk û pêk e, vê yekê wek temaşevanêkî gava ez li ber fîlm min hinek aciz kir [spoiler: Ramo pêşî dibêje ez li Duhokê kar digerim, piştî wextekê gelek kurt dibêje ez peşmerge me lê mîna napirse ka kîjan raste an jî çima derewan dikî. Piştî qewlek dirêj mîna nû diqîre te carek wilo gut carek wilo... Peşmerge rê li mîna û Ramo digire, çek li erebê de tê girtin, serî de Ramo nabêje ez peşmerge me piştî barek lêdan dixwe nû dibêje ez peşmerge me.!] Ji xeynî her du lîstikvanên sereke, tu kes ji yên mayî ne lîstikvanekê profesyonele bawerke. Ewqas nebaş dilîstin ku mirov jê aciz dibû. Pêşiya her kesî bavê mîna. Fîlm li ser lêgerîna mîna ya bavê xwe hatiye kişandin, mirov hêvî dike ku hevdîtin û diyaloga wan gelek serkeftî be û heta dîmenên herî balkêş ya fîlm jê derkeve. Lê berevajî wê çêbû. Dîsa diya Ramo mirov digot qey bi zorê ew anîne wir kirine di nav fîlm de û gotine bilîze.



Array. mandî nebin hevalno wê kengî ef filme bihête wergêrandin ?






  • die schwalbe0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 75
(imdb: 6.8)
pûanê bide fîlmê: