skylines

 nA

 Dennis Schanz

 2019


 Elmanya

 Elmanî Kurdî Tirkî

 56

 dram

  (1970.01.01)

 nestêle (2019.10.04)

 Rêzefîlmek ji platforma Netflix e, di derbarê jiyana rapbêjek kurd û jiyana derdora ew têde dijî


skylines - Tirşik

skylines


. Rêzefilmek ji platforma Netflix ê ye. Heta niha sezonek tenê derketiye, ew jî ji şeş beşan pêk te. Ji van beşan rejîsora beşên 4,5 û 6 ê rejîsora kurd û ciwan soleen Yusefe. Rêzefilm ji jiyana rapbêjek kurd hatiye dirêjkirin. Ê ku li Kurdistanê hatî dinê, piştre malbatî koçî Nemsayê kirî û dawiyê de kone xwe li Frankfurta Elmanya vedayî. Ji ber ku tirkiya wan jî gelek başe, di serî de mirov jê baş dernaxê ka kî ji wan kurd e û kî tirk e.

Fîlm bi Zîlan destpê dike, lê di nav xeberdanên zilaman de gelek peyv hene ku ji Kurdan zêdetir tirk bikartînin. Civîna malbatî ya rapbêj de stranek kirmanckî lê dide lê mirov bi zore seh dike. Lê piştre rapbêj dema aciz, ji bo arambûnê, sitrana Nizamettin ariç guhdar dike û di beşa dawîye de roportaja xwe de dibêje ez Kurdistanê xûde dame.
Rêzefilm ji niha ve tera xwe navdar bûye. Pêşiya vê jî Netflix ê dîsa rêzefilmekê li ser jiyana 'gangster' li Elmanya kişandibû bi navê "dogs of berlin" (kuçikên Berlîne). Bi dîtina min Skylines gelek ji wê çêtire û bi qasî dogs of berlin ji aqil ne dûr e. Welê dixwuyê ku rejîsorek gelek jêhatî û serkeftî, ku emê di pêşerojê de bi wê gelek serfiraz bibin, hedî hedî xwe berdide meydanê.






    • skylines0 daxistina giştî
    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= tune
    (imdb: 7.5)
    pûanê bide fîlmê: