i am mother

 Grant Sputore

 Michael Lloyd Green Grant Sputore Michael Lloyd Green

 2019


 awistralya

 îngîlîzî

 113

 dram tirs honaka zanistî rageşî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2019.11.17)

 piştî şerê navxweyî an jî bobelatekî wisa, mirovahî ji holê radibe û robotek ku ji bo vê yekê hatiye programkirin, hewl dide ku mirvatîyê ji nû ve bide destpêkirin.


i am mother - Tirşik

i am mother


. yekemîn fîlma Grant Sputoreê avustralyayî ye. (zimanê fîlmê îngîlîzî ye) di sala 2019an de hatîye kişandin. li gorî fîlmên honaka zanistî, bi pereyek biçûk hatiye kişandin. di pêşerojek nedîyar de, qelana mirovan yê ango li ser rûyê dinyayê mirov namînin. robotek ku ji bo vê peywira xwe hatiye programkirin, dest bi afirandina mirovan dike ji embrîyoyên depokirî. paşê bûyer diqewimin... yek ji fîlmên netflixê ye. li gorî fîlmên netflixê, gelekî baş e. di fîlmê de tenê 2 mirov dilîzin. (di eslê xwe de robot jî tenê kostum e û ji alîyê mirovekî ve tê livandin lê ew ne lê ye) dawîya fîlmê hinekî vekirî/şêlo hatiye hiştin lê di eslê xwe eger mirov bide dû serê meseleyan, ew şêlobûn jî cihê dide zelalîyê. pûana min jê re: 86 [spoiler: 1- dayik(robot) yek bi yek embrîyoyan derdixe û wan mezin dike. di serê fîlmê de, navê embrîyoya ku dikişîne, apx01 e û 1 roj li ser bobelata mezin re derbas bûye. lê piştî ku zarok mezin dibe em dibînin ku navê wê keçikê apx03 e û 13.897 roj li ser bobelata mezin re derbas bûye. yanî apx01 niha 38 salî ye. 2- dema jinika ku ji derve hatiye dibîne ku keçik di tabletê de li bernameya tonight show'ê temaşe dike, dibêje wê jî berî demekî gelek dirêj li vê bernameyê temaşe kiriye. (yanî di heman pêvajoyê re derbas bûye) 3- jinik dibêje, hinekan ew dîtine û mezin kirine. yanî dê û bavê xwe nas nake. 4- di sahneya dawîn de, robot ji jinikê dipirse bê ka dîya wê tê bîra wê an na. û dema dibêje nayê bîra wê, robot dibêje gelo ev ne tiştekî ecêb e? û dibêje gelo ne tiştekî ecêb e ku ji nav mîlyaran mirovan de tu tenê mayî zindî. welhasil em dikarin bêjin ku apx01 %100 ew jinik e. ji ber hinek sedeman robot, wê berdeya nav mirovan û bi saya cîhaza ku di tûrika wê de bû, tim û tim ew şopandiye. (dema jinik hat navendê, robotê ew cîhaza wê tamîr kiribû. jinik bixwe dibêje qey ew cîhaz hatine robotan radigihîne wê.) apx02 keçikek din e û di azmûnên robotê de têk çûye. loma robotê ew şewitandiye û kiriye xwelî. paşê apx03 çêkiriye. wê ji di azmûnên psîkolojîk re derbas dike. wek pirsa ku gelo wê ji bo xelaskirina 5 mirovan, jîyana mirovekî feda bike an na. û keik di bersiva xwe de behsa kar û zerara dike û wê dide fêhmkirin ku li gorî hevsengîta xêr û zerara wê, dikare mirovekî jî, 5 mirovan jî bike qurbanî. apx03 li gorî robot serkeftî ye. jixwe ji ber wê ye ku dema jinik hat navendê, got heta niha li tu derî şînahîyek jî tunebû lê vaye ev 3-4 meh in roboan destpê kirine ku garis û tiştên din biçînin. yanî robotê biryar daye ku apx03 serkeftî ye û êdî dikare bibe dayika hemû mirovatîyê. wexta afirandina bi hezaran mirovan, hatiye. azmûna dawîn ya apx01ê, jinika apx03 bixwe ye. apx03 tê û fikrên cûda dixe serê apx01. robot bi şev jî ranazê lê li keçikê wisa dide fikirkirin ku çêtir bizane fikrên rastîn yên keçikê. armanca robot ew ku nifşek wisa ji mirovan biafirîne ku çewtîyên xwe yên berê dubare nekin (belkî şerên navxweyî, belkî herimandina dinyayê û hwd.). em dibînin ku jinik yanî apx01 yeke oldar e û di hinek rewşan de xweparêz e fîlan. ango alîyên wê yên mirovî hene. îhtîmalek mezin ji ber vê yekê ye ku di azmûna apx01ê de têk çûye. an jî belkî robotê ew qestî wisa gihandiye. dawîya dawîn, keçik dev ji fikrên jinikê berdide û dîsa tê cem robot. yanî wê bibe dayika nifşa nû ya mirovatîyê. yanî wê bibe dayikek wisa ku dema zarokek wê ne wek dilê wê be, wê wî/wê bişewitîne. em sedema bobelata mezin nizanin. belkî şerek mezin be di navbera mirovan de. belkî jî mirovahî komple ji aliyê robot ve hatibe îmhakirin. lê eger rasteratst wisa bûya, wê armanceke robot ya wisa tunebûya ku nifşek nû û bêqusur(!) ya mirovan çêke. îhtîmalek mezin kesek/lijneyek/hikumetek fîlan vê erkê dide robot ku dema mirovatî tune bû, vê planê bisepîne. paşê dawîya mirvatîyê tê, an bi awayekî xwezayî an jî bi operasyonek bizanistî. tiştên ku min li jor nivîsandine hema bêje hemû jî teqez in. lê tenê sedem û armanca robot ya ji bo apx01ê tam ne dîyar in. yan bi qasê em dibînin, fonksîyoneke wê ya esasî tune di pêvajoyê de. ]






  • i am mother0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 80.3
(imdb: 6.7)
pûanê bide fîlmê: